Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên Ewlekariyê ya Jin dijî şaneyên DAIŞ’ê li kampa Roj operasyon da destpêkirin

05/04/2025
in NÛÇE
A A
Hêzên Ewlekariyê ya Jin dijî şaneyên DAIŞ’ê li kampa Roj operasyon da destpêkirin
Share on FacebookShare on Twitter

 Ayşa Silêman/ Dêrik

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi desteka YPJ’ê li dijî hewldanên şaneyên DAIŞ’ê, li  kampa Roj, operasyon da destpêkirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo destpêkirina hemleya ewlehiyê ya bi pêşengiya “Hêzên Jin” li dijî şaneyên DAIŞ’ê li kampa Roj daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser pêşketên ewlehî û êrişên dubare yên ku herêm bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî rastî wê hatin, şanên terorîst ên DAIŞ`ê ji vê rewşê sûd wergirtin û hewl dan ku rêzên xwe ji nû ve birêxistin bikin û planên terorane bi mebesta têkbirina ewlehî û aramiya herêmê pêk bînin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev tevgerên metirsîdar ên van şaneyan, bi taybet li kampa Roj, şopandin. Di demên dawî de, çend hewldanên derbasbûna kampê ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve hatin kirin ku derbasî hundirê kampê bibin û jiyana neşteciyên wê bixin bin gefan. Van şaneyan jinek û zarokek bi xwîneke sar kuştin û destdirêjî li hejmarek jin û zarokan kirin. Her wiha gef li wan kesên ku hewl didin xwe ji ideolojiya tundrew a vê rêxistina terorîs rizgar bikin, kirin. Ev tevgera çeteyan di çarçoveya xebatên berdewam ên DAIŞ’ê de ye, ji ber girîngiya stratejîk a kampa Roj û ji bo geşkirina şaneyên razayî yên li hundir û derveyî kampê, tên kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li hember van gefan, hêzên me çendîn operasyonên pêşîgirtinê li dar xistin û hejmarek ji planên terorîstan têk birin. Di vir de jî şaneyên DAIŞ`ê di hewildanên xwe yên belavkirina aloziyê û têkbirina aramiyê de derbeyên giran xwarin. Li ser bingeha berpirsyariya xwe ya ji bo parastina gelê xwe û pabendbûna me ya bi têkoşîna li dijî terorê, em di Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) de bi piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) destpêkirina hemleya ewlehiyê ya Hêzên Jinê yên di nava hêzên me yên ewlekarî û leşkerî de li dijî şaneyên DAIŞ’ê radigihînin ku armanca me lêgerîna li kampa Roj, şopandin û girtina şaneyên razayî û alîkarên wan e.”

 

Daxuyanî wiha bidawî bû: “Ev hemle berdewamiya tekoşîna me ya berdewame ku li dijî hemû hewlên terorîstên DAIŞ`ê û nîşana îradeya me ya bibiryar ji bo zuhakirina jêderên terorê û peydakirina ewlehî û aramiyê ji bo hemû pêkhateyên civaka me ye. Em weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) tekez dikin ku hemleya me heta ku em dawî li gefên şaneyên terorîst ên li dijî mirovên bê guneh dikin bînin, wê berdewam be. Her wiha wê parastina gelê me û pêkanîna ewlehiyê dê bibe karê me yê pêşîn ku em jê gavan paşde neavêjin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.