Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

05/04/2025
in NÛÇE
A A
HPG: Rojbûna Rêber Apo pîroz be
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelê xwe yê welatparêz û hemû hevrêyên li qadên têdikoşin pîroz dikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de bi daxuyniyêkî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ku rêya jiyana bi wate û azad nîşanî me li hemû gel û şervanan pîroz kir û got: “Em di serî de li Rêber Apo, li gelê me yê welatparêz û hemû hevrêyên li her qadên têdikoşin pîroz dikin. Di têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de ji gelê me, hevrêyan û dostan re serketinê dixwazin, bi navê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê soza xwe dubare dikin ku li ser bingeha vê armancê têkoşîna xwe bi biryardariyeke bilind bimeşînin.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer

3‘ê Nîsanê li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî 3 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran; bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, top û obusan

 

3 û 4’ê Nîsanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Berê Zînê, Lolanê 28 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Dêreşê, Mijê, Spîndarê, Girgaşê 51 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 109 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 254 caran; bi giştî 442 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Destwerdana hêzên me ya li êrîşan

3’ê Nîsanê saet di 10:05’an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê droneyeke bi sûîqestê hate xistin ku bi armanca êrîşê ber bi tunelên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hatibû şandin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ku piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a bi navê Aştî û Civaka Demokratîk, Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê di 1’ê Adarê de agirbest ragihand,.

lê dewleta Tirk guh li vê yekê nade û êrişên xwe dewam dike.

Ji wexta agirbest hatiye ragihandin, ango 1’ê adarê, dewleta Tirk bêtirî bi sedê caran êrişên Qadên Berxwedanê kiriye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.