Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şîniyên Qamişlo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin

04/04/2025
in NÛÇE
A A
Şîniyên Qamişlo rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Bi boneya 4’Nîsanê Rojbûna Réber Apo û bi drûşmeya “Azadiya Fîzkî A Rêber Apo Misogeriya Azadiya Gelan e”, li parka Azadî bi boneya rûjbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyeke hate li dar xistina bajarê Qamişlo şahiyek biheybet hat lidarxistin.

Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe dan qada şahiyê, da ku vê rojê pîroz bikin, şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Piştre bi navê Kongra Star Rîhan Loqo axivî, di destpêkê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir.

Rîhan Loqo wiha dest bi axavtina xwe kir: “Ev rojeke bi wate ye, ji bo gelên ku têkoşîna azadiyê dikin. Hêzên hegemonîk ji bo nasname, îrade û hebûna gelê kurd tune bikin Rêber Apo dîl girtin. Ev 26 salin Rêber Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke giran de ye, bi armanca gel û Rêbertî ji hev qut bikin. Lê her ku êrişê û tecrîd pêk dianîn asta têkoşînê bilindtir dibû jin, ciwan û gel çalakî û xwepêşandan li dar dixistin, herwiha asta felsefeya Jin, Jiyan, Azadî belav dibû.

Di dawê de Rîhan Loqo destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana gel biserket û wiha anî ziman: “Banga dîrokî ya Rêber Apo bi pêşengiya jinan wê derbasî qonaxeke nû bibe, ev bang wê riya me ber bi azadî, demokrasî û lihevkirinê bide meşandin. Gerek bi tevahî hêza xwe em xwedî li vê bangê derbikevin. Projeya ku îro li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye meşandin ji bo gelê herêmê û mozayîka wê bû riya bi hev re jiyankirina bi rûmet.”

Piştî bidawîbûna axaftinan beşa hunerî dest pê kir.

Di şahiyê de Koma Botan, Lawîn Sayîd Yûsif, koma şehîd Welat, Bêrîvan û Mihemed Kakilo tevlî şahiyê bûn.

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.