Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Meclisa Malbatên Şehîdan: Xerakirina goristana Şehîdan kiryareke nayê efûkirin

02/04/2025
in NÛÇE
A A
Meclisa Malbatên Şehîdan: Xerakirina goristana Şehîdan kiryareke nayê efûkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê bi daxuyaniyekê talankirina goristana Şehîdan a ku di sibeha cejna remezanê de li Minbicê û herêma Şehbayê hatiye pêk anîna şermezar kir.

Di sibeha cejna Remezanê de ji aliyê hin kesên ne nas  goristanên Şehîdan li bajarê Minbicê û herêma Şehbayê hatin talankirin. Ji bo şermezarkirina vê kiryara bêxlaqî,  Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo daxuyaniyek ji bo raya giştî da.

Daxuyanî li Goristana Şehîdan a Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan ji endam û malbatên Şehîdan hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê endama Meclîsa malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Sebah Hisên ve hate xwendin  û naveroka wê wiha ye: “Di sibeha Cejna Remezanê de, di nava coşa kombûn û cejnê de, bajarên Minbic û Şehbayê bûne şahidê kiryareke hovane ku hestên me birîndar dike û bêrêzî li hemberî şehîdên me kirin.

Kesên nenas, bê wijdan û nirxên mirovahiyê, mezarên şehîdên ku canê xwe feda kirine, xera kirin. Ev kiryareke ku nayê efûkirin û nayê tebrîrkirin. Meclisa Malbatên Şehîdan vê kiryara hovane ya ku ji sûcê mirovahiyê dertê û êrîşa li ser bîranîna dîrokê ye şermezar dike. Em vê êrîşa eşkere ya li ser şûnwarên pîroz ên welat bi tundî şermezar dikin û bang li rayedarên peywendîdar dikin ku lêpirsînek lezgîn bidin destpêkirin da ku berpirsyar bên darizandin û yasa bi zelal were sepandin.

Bi dilên xemginî û bi dil û can, ku qurbanîdana kurên xwe yên şehîd ji bîr nakin, em yekrêziya rêzên netewî teqez dikin û her hewlek ji bo berevajîkirina bîranîna şehîdan û biçûkxistina tiştên ku wan ji bo pêşketina civakê pêşkêş kirine red dikin. Ev kiryar wê me ji parastina nirx û prensîbên xwe dûr nexîne û wê dengê me yê piştgirîkirina heqîqet û edaletê bidome.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.