Ronaz Silêman/Qamişlo
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî gorên şehîdan sûcên dijmirovî pêk tîne, bi van sûcan jî dewleta Tirk û çeteyên wê didin diyarkirin ku hebûna gorên şehîdan jî li ser wan metirsiye.
Bi 10’ê salan dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiriyarên hovêne li hemberî zagonên mirovahiyê pêk tînin. Ji kiryarê herî qirêj ku nayê bala miravan jî xarkirina gorên şehîdan ne. Dewleta Tirk li Bakurê Kurdisatanê, bi taybetî li herêmên Parasatinê Yên Medya gelek goristanên şehîdan bi rengê hovane wêran kirin. Di heman demê de bi heman şêwazî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk û çeteyên wê goristanên şehîdan wêran dike. Ev kiryar li deverên ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe li ser pêk aniye, tê kirin.
Herwiha xerakirina gorên şehîdan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tê wateya ku ew hetanî ji şehîdan jî distirin, ji ber ku şehîd ew in ên ku li hemberî hovitiya wan şer kirine û rûmeta welatê xwe parastin e. Şehîd hetanî di gora xwe de jî, ji sûc û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bê par namînin.
Ev kiryar ne tiştekî ku di çîrok an jî romanekê xeyalî de dinvîsînin, lê mînaka wê di sibeha Cejna Remezanê li bajarê Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve pêk hat. Civak bi her awayî vê hovitiyê qebûl nake, lê wekî ku bêdengî li ser kiryarên din ên dewleta Tirk tê kirin, ev hovitî jî weke her car rastî bêdengiyê hat, bi vê bêdengiyê jî rêya derdewamkirina sûcan ji dewleta Tirk û çeteyên wê re dimîne.