Ayşa Silêman/ Dêrik
Nivîskarê kurd Melevan Resûl diyar kir ku bajarê Dêrikê mînaka xweşikûbûn û jiyanan hevbeş ya Rojavayê Kurdistanê ye. Herwiha Melevan da zanîn ku Dêrikê dewlemendiya çandî û civakî ya herêmê vedibêje.
Di derbarê dîroka avabûna bajarê Dêrik, xweşkbûn û dewlemndiya çandî û hevgirtina gelên bajêr, nivîskar û rojnamevanê kurd Melevan Resûl bersiva pirsên Rojnameya me da, hevpeyvîn wiha bû:
Navê bajarê Dêrikê ji kur hatiye û dîroka avabûna wê vedgere çi salê?
Navê Dêrikê hevedudanî ye ji Dêr û Yek pêk tê, yanî dêreke xirstiyanan têde hey. Di herêma me de gelek nav bi vî rengî hene. Dêrika Hemko li Rojavayê Kurdistanê ye, Dêrika Beravê û Dêrika Çiyayê Mazî heye ev hemû ji dêrê tê, cihê perestgehê. Lê dema ku em vegerin li dîrokê, ev dêr çîrokeke wê heye, ev dêr wek xirbeyek bû çend caran hatibû avakirin û careke din xira dibû. Her wiha hin dibêjin navê Dêrik lê hat kirin ji ber ku du rê lê hene. Di heman demê de çima nav lê hatiye kirin Dêrika Hemko, dêr ya xiristiyaniya ye û hemko navekî misilmanaye ev yek çawa hevdû digre. Dema berê de dêr wek xirbeyekî bû û li kêleka wê kaniyek hebû rêncber û gavanan sewalê xwe tanîn li ser wê kaniyê, li wê xirbeyê çend dar hebûn, gavanê ku li wê xirbeyê dima navî wî Hemko bû lewma kirin Dêrika Hemko.
Avakirina Dêrik wek bajar, xirbeyek bû û destpêkê gundê Girzerk ava bû, lê niha ev gund jî bûye taxek ji Dêrikê. Dema şerê Firensiyan û Birîtaniyan de, Imbiratoriya Osmanî hildiweşe, êdî Ferensî derbasî van cihan dibin û ji bo xwe navend ava kirin. Heya niha jî navlêkirina Zexîre vedgere cihê leşkerî, hin bi hin hatin heya gihan bajarê Dêrikê, li vir wargehekî leşkerî ava kirin jê re Qijle tê gotin. Di sala 1931’an de dest bi avakirina bajar kirin û weke navendekê bi kar anîn navê Qeza Dicle li Dêrikê kiribûn. Destpêka avabûnê ji Qijlê dest pê kiriye ku ji kevirê reş hatiye avakirin, bajarê Dêrikê bi axa asor û kevirê xwe yê reş tê nasîn. Bi vî rengî dest bi avakirina bargehên rêveberiya sîstema bajarvaniyê kirin. Dêrik gelek kolanên wê yên kevin û teng hene û ev yek vedgera dema berê. Kesên ku berê xwe dan Dêrikê kesên karmend û bazirgan bûn û êdî Dêrik bû navenda bazirganî, leşkerî, xwendin û rêveberiya kar û xebatên gel. Kesên welatî yên ku ji fermana Osmaniyan bazdan û berê xwe dan bajar û bajar ava kirin kesên siryan, ermen, kildan û biqasî wan kurd jî hebûn û di vê heremê de belavbûn, him li gundan û him jî li bajêr. Lê yê ku Dêrik ava kir kurd û siryan bû, hêdî hêdî ji xirbeyekî ber bi bajar ve birin. Dema dewleta Sûrî hat avakirin êdî sîstema dewletbûnê cihê xwe girt di bajar de.
Dêrik bi çi tê naskirin û çend netew cihê xwe tê de digrin?
Dêrik bi pir netewên xwe tê naskirin û têde kurd, ermen, siryan, kildan û di dema dawiyê de jî çend malbatên şerabî jî hatin û lê bi cih bûn. Lê sîstema Baas erebkirina herêmê kire armanc û xwestin kevneşopiyên kurdî ji holê rakin û yên erebî li şûna wan bi cih bikin. Lewma kembera reş avakirin û 32 gundên erebên mexmûrî di vê herêmê de ava kirin. Ji Dêrikê heya Amûdê zeviyên cotkaran bûn û ji wan standin û dan ereban û li vir bi cih kirin. Guherîn û veguherîna demografîk ya ku hat çêkirin li ser du qonaxan bû, yek di dema Cemal Ebdulnasir de bû û di sala 1967’an de hat çêkirin. Di heman demê de jî dema yekîtî di navbera Sûrî û Misir de hat çêkirin di wê demê de pirojeya erebkirina herêmê dest pê kir. Gundê Zihîriyê û Elehmediyê yek ji pirojeya wan bû ku kesên Misrî li van herdu gundan bi cih bike. Lê ev piroje neçû serî ji ber ku yekîtiya di navbera Sûrî û Misir de hilweşiya. Rêjeya kurdan ji sedî 70’î ye di bajarê Dêrikê de, piştî kirîza Sûrî jî gelek penaber li vir bi cih bûn.
Bajarê Dêrikê di milê demografî û xwezaya xwe de bi çi navdar e?
Dêrik bi xweza û cihê xwe yê istratîjîk navdar e. Ew li ser sînorê sê dewleta ye, Iraq, Tirkî û Sûriyê. Di heman demê de çemê Dicle jî têre derbas dibe, gelek çîrokên vî çemî hene ku destan li ser hatine çêkirin û qehremanî hatiye kirin. Ji aliyê dîrokî ve jî gelekî kevnar e, gir gelek têde hene, navê piraniya gundewarên wê girin wek; Gir zerik, Girzêrîn û hwd, ev gir vedgerin demê mîtaniyan, aşûrî, gildanî û someriyan de ku hatine avakirin. Herêma Mezopotamiya gelekî kevn e, gelek şaristanî têde hatine çêkirin. Her wiha di milê xwezayê de di Dêrikê de çemê Dicle heye, pira Bafid û Qijle. Di milê demografî de çiyayê Bêxêr li Rojhilate dikeve li ser sînorê Rojava, çiyayê Cûdî di bajar de tê xuyanî kirin û çiyayê Qereçox jî lê heye. Gelek çem û bendav li vê herêmê hene, wek bendava Başotê, Borzê û Sefan. Ava vir şêrîne him ji bo vexwarinê him jî ji bo çandiniyê baş e. Gel ji tevahî Sûrî di buharan de berê xwe didin vê herêmê, ji ber ku him dar, ax û kevirên wê yên reş balkêşin. Ev kevir jê re yên baziltî tên gotin ev yek dihêle taybetmendiyeke herêmê ya cûda hebe. Piraniya xelkên herêmê bi çandinî û bazirganiyê ve mijûl dibin, di heman demê de betrola ku li vê herêmê derdikeve qalîteya wê gelekî başe. Xelkên Dêrikê civakbûn li cem wan heye dema şahiyek û şînek çêdibe hemû li hev kom dibin û bi wî rihê komînal tev digerin.