Birûc Resûl/Qamişlo
Endama Koma Dayikan ya Govendê Zozan Mislim diyar kir ku ew wekî jinên Kobanê xwedî li govenda Kobanê ya resen derdikevin û her dem di mêjî û bîra civakê de zindî dihêlin û got: “Divê hemû dayik kar bikin û çanda bajarê xwe biparêzin, xwedî li destkeftiyên jinan derbikevin.”
Koma ku ji 12 jinan pêk tê, hemû jî dayik in û dixwazin çand û folklora ji dapîr û dayikên xwe birine biparêzin da ku tune nebin. Her wiha wekî dayikên Kobanê bi riya pêşkêşkirina van govendan hewl didin ji bo nifşên pêşerojê çanda xwe bidin nasîn. Koma govendê bandoreke mezin li civakê dike ji ber cudahiyek di navbera Koma dayikên Kobanê ya govendê û komên din de heye. Her jinek di koma dayiokan de cilê folklorî yê dayikan li xwe dikin ku dinava wan de dayikên temen 50 salî hene, nûnertiya adet teqalîd û çanda bajarê Kobanê dikin. Ew bi van cilan bi serfirazî derdikevin ser dikê. Taybetmendiya wan jî ew e ku ji şêniyên Kobanê re govenda Kobanê ya kevin pêşkêş dikin.
Derbarê Koma Dayikên yê Govendê a bajarê Kobanê, Endama Koma Dayikan Zozan Mislim ji Rojnameya me re axivî.
‘Em ê xwedî li govenda Kobanê ya resen derkevin’
Zozan Mislim di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ez yek ji jinên ku xwe di Koma Dayikan de digirin yên kantona Kobanê û wiha got: “Armanca Hîlala Zêrîn ew e ku ji nû ve çand û folklora xwe zindî bikin. Îro em jî wek dayikên Kobanê dixwazin xwedî li çanda xwe derkevin da ku çanda me neyê windakirin. Em ê bi hemû beşên xwe yên hunerî tevlî şahiyan bibin. Bê guman di dema Rejîma Baas`ê de me nikaribûn bi dengê bilind biaxivin an jî stranan bibêjin, derfet li pêşiya me tunebûn. Lê di roja me ya îro de her kes berê xwe dide Hîlala Zêrîn cihê muzîk, govend, helbest, şano û bi awayekî serbest deng û hestên xwe derdixin. Bêyî ku kes astengiyan li pêşiya me derxe. Pêşxistina çanda dayiksalar bi sedan salan e bi polîtîkayên pişaftin û qirkirinê re rû bi dimîn e. Bi taybetî di vê dema ku em dibînin dewleta Tirk êrişeke mezin li hemberî çanda me daye destpêkirin de hewl dide çanda me ya resen û bi taybetî jî govenda Kurdî ji holê rake û tune bike. Em jî weke jinên Kobanê xwedî li govenda Kobanê ya resen derdikevin û her dem di mêjî û bîra civakê de zindî dihêlin.”
‘Dil, mêjî, ruh û hestên me li derdora azadiyê dicivin’
Zozan balkişand ser koma Govenda Dayikan û parastina çanda daiyan û wiha domand: “Ji her demê zêdetir ziman, çand û hunera Kurdî li pêş e, yên ku pêşengiya pêşxistina vê yekê jî dikin jin û ciwan in. Bi taybetî dema em vê govendê digerînin dil, mêjî, ruh û hestên me li derdora azadiyê dicivin. Bi salan e dewleta Tirk a dagirker dixwaze çanda dayika kurd tune dike, civaka Kurd di hemleyên qirkirinê re derbas dike lê bê encame. Berovajî, Kurd ji berê zêdetir xwe ji pencên qikirinê diparêzin. Em ê jî bi hezaran jin bi tilîlî, cil, stran û govenda xwe her dem li ser piyan bin û li dijî polîtîkayên dewleta Tirk bêbersiv nemînin. em derdikevin ser dikê ji bo govenda xwe pêşkêş bikin em bi hezkirina kesên amade û rêzgirtina wan a ji bo me hîs dikin. Di her rojên diyar de gel li bende me ye. Em bi vê yekê serbilind in û hewl didin zêdetir xwe perwerde bikin da ku tiştên baştir pêşkêş bikin.”
‘Çanda dayikê wê tu carî neyê qirkirin’
Endama Koma Dayikan a Kobanê Zozan Misim di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji vir û şûnde jî wê gerandina govendê bibe rêbazeke me ya têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirinê û wiha pê de çû: “Govend ji mafên herî rewa yên civakan in ku bikarbin hebûn û hestên xwe pê raber bikin. Bi taybetî jî tê zanîn ku ciwan çiqas bi gerandina govendê ve girêdayî ne, kêfxweşî û coşa xwe bi wê tînin ziman. Ji bo vê jî dewleta Tirk tundî û polîtîkayên taybet li ser ciwanên li ser kurdan bi kar tîne. Ev yek rastiya dewleta Tirk û heta tirsa wan a ji çanda me ya resen nîşan dide. Govenda Kurdî çandeke kevnar e, mirov dikare weke mîrateyeke têkoşîn û berxwedanê jî bigre dest. Em van govendan bi govendên azadiyê bi nav dikin lewra yên ku bixwazin gerandina me ya govendê qedexe bikin, ew di heman demê de azadiya me jî qedexe dikin. Ji bo vê jî bi taybetî weke jin em ê bi gerandina govendê li tax û kolanan bersiv bidin dewleta Tirk. Çanda dayikê tu carî wê neyê qirkirin, berovajî wê em ê bi govend û dîlana azadiyê li dijî qirkirina heyî têbikoşin û li ser piyan bin. Êdî ji vir û şûnde jî wê gerandina govendê bibe rêbazeke me ya têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirinê.”