Hêvî Keleş / Qamişlo
Kurê şehîd Kêfo Osman Hogir Osman û hevalê wî Hisên Osman diyar kirin ku şehadeta Kêfo Osman ji bo her kesê ew naskiribû bû cihê xemgîniyê û wiha gotin: “Em ji Kêfo Osman fêrî dilsozî, biryardarî û wêrekiyê bûn.”
Kêfo Osman ku li Qamişlo di sala 1965`an de ji dayîk bûye. Ew di malbatek e biçûk de ku ji dê û bav, sê bira û xuşkekî mezin bûye. Di 12 saliya wî de bavê wî jiyana xwe ji dest dide lewma gelek zehmetiyan di jiyana xwe de dikşîne. Ew ji zaroktiya xwe ve bi sporê ve mijûl dibe û tevlî gelek klûpên gokê dibe. Tîmek gokê bi navê juventos çêkiriye, tîma wî beşdarî gelek lîgeyan bûye û tê de bi ser ketiye. Ji 2005`an heta 2024`an gelek xelatên gokê bi dest xistine. Ew di encama dagirkirina dewleta Tirk ya faşîst û êrişên wê li ser Bendava Tişrînê şehîd ket. Wî heta kêliya dawiyê ji jiyana xwe têkoşînek bêhempa da meşandin.
Derbarê kesayet û bandora şehadeta Şehîd Kêfo Osman, hevalê wî Hisên Osman û kurê wî Hogir Osman ji Rojnameya me re axivîn.
Hisên Osman diyar kir ku Şehîd Kêfo Osman wek sêweyek feqîr jiyaye û ji bo jinavbirina xizaniyê têkoşiyaye û wiha got: “Alîkariya xizanan dikir, li zarokan xwedî derdiket, alîkariya koçber û malbatên şehîdan dikir, ji zarokatiya xwe de mîna bavekî bû û ferqa wan û zarokên xwe nedikir. Ew werzişvanek hêja bû û ji bo Klûba Al-Cîhadê hatibû vexwendin, lê şert û mercên wî pê re ne alîkar bûn. Ew dilgiraniya voleybolê bû û beşdarî hemû turnuvayên voleybolê bû, bi taybetî ji a Turnuvaya voleybolê ya Newrozê hezdikir. Wî ji serkeftinê hezdikir û hemû werzîşvan jê hezdikirin. Di hemû lîstikan de mînaka zilambûnê û tesamuhê bû, wî nikarîbû xew kiriba ku du kes hene di nav lihevhatinê de ne an jî xemgîn in. Pênasekirina jiyan û kesayeta rêhevalê weke Kêfo Osman pir zehmet e ew heval û hogirê rojên giran bû. Herwiha di dema wî ya dawî de xwesteka wî ew bû ku heta karibe alîkariya kesên li dora xwe bike ji hemû aliyan de. Kesayeteke bibandor weke ya Kêfo Osman tucarî nayê ji bîrkirin û heta dawiyê em ê hewil bidin ku li pey doza wî bin.”
Di heman demê de Hogir Osman anî ziman ku bavê wî pir ji sporê hezdikir û pê mijûl bû û wiha got: “Bavê min jiyana xwe bi werzîşê qedand ku pir jê hezdikir û dema xwe pê derbas dikir. Li hemberî hemû astengiyên jiyanê her tim rûyê wî bi ken bû. Wî tîmek fûtbolê ji beriya 20 salan bi navê Juventos çêkirbû û ev tîm heta beriya ku jiyana xwe ji dest bide hebû. Herwiha ew kesayetek civakî û dilnizim bû, ku kî wî nasdikir jê hezdikir û rêz dida wî. Bandora şehadeta wî gelekî li hevalên ku pêre di karên werzîşê de kar dikirin hebû. Ew beriya ku berê xwe bide bendava şehîdan û şehîd bikeve, daxwaza wî bû ku di qada lîstikê de were gerandin û me ev daxwaza wî pêk anî.”