Farûk Sakik
Hemû serhildanên Kurdistanê dişibin hev. Destpêk û aqûbetên wan bi trajediyên mezin bi dawî bûne. Ev kevneşopiya dewletê di Komkujiyên Qoçgirî, Şêx Seîd, Agirî, Zîlan û Dersimê de xwedî rabirdûyeke qirêj a tijî hîle û lîstikan e. Îroj dixwazin ew kirasê serhildanên berê, li PKK’ê kin. Serhildana dawî, serhildana PKK’ê ji bo neşibe aqûbeta serhildanên berê siyaseteke hûr û kûr dimeşîne. PKK’ê ew derew û hîleyên dewleta Tirk ku Seyîd Riza dîtibû û li hember wan çok danenîbû, ji xwe re esas girtin. Li hember van derew û hîleyan têkoşîneke bê hempa dabûn.
roj devleta Tirk, dema ku bi derew û hîleyên xwe encam negirt, bi Kurdan re pêvajoyeke nû da destpêkirin. Lê anha dixwazên bi Kurdan çok bidin danîn. Herî dawî gotinên xwe yên 3 mehan dubare dikin. Erdogan di peyama xwe ya cejna Remezanê de dîsa got; PKK bê şert û merc xwe fesix bike û çek berde. Bahçelî li nexweşxanê û heşê wî li serê wî ye an na em nizanin, dîrok û cîhê (Milazgir-4 Gulan) kongreya PKK’ê nîşan kiriye. Û lê zêde dikin dibêjin; “dema me nîne, demildest ev kongre were lidarxistin” her weke ku hemû berpirsyariya xwe pêk anîne û PKK ev pêvajo dayî xitmandin, diaxivin.
Bi van peyamên xwe dixwazin PKK’ê teslîm bigirin, di nav civaka Kurdan de rencîde bikin, di nav civaka Tirkiyê de xwe serketî nîşan bidin. Piştî têkçûna xwe ku xwe spartin Kurdan, vedişêrin. Ango hevoka Seyît Riza a duyemîn (…çok danîn….) dixin meriyetê. Dest bi gefxwarinê kirine. Di destpêkê de bi Rêber Apo re lihevkirinek wan hebû. Ji bo aşitî û demokrasî li vê axê pêk were. Ji bo zêde êş neyê kişandin, di rêya aştî û civaka demokratîk de gava yekem paqijkirina rêyan bû. Pêngava duyemîn jî çêkirina rêgezên demokratîk û qanûnî bû. Heger van yekan pêkbihatina, wê ewlehiya qanûnî û destûrî bida pêvajoyê. Ev yek pêk nehatin. Li şûna van bikin; Gotina “Bang hatiye kirin, divê demildest roja kongreyê diyar bike, kongreya xwe bicivîne, xwe fesix bike û çekan deyne”
Ev zîhniyeta wan, ji serhildana destpêkê, ku ev 100 sal in tu xerabî ji Kurdan re nehiştiye, ji Îttîhad û Terakkî dest pê kiriye û bi netew-dewletê dewam dike. Encama ku em dikarin ji van hemûyan derxin ev e; Armanca sereke ya hikûmeta îro, tunekirina nirxên neteweyî yên kurdan e. Rastî ew e ku bi zîhniyeta qirkirinê bi armanca tasfiyekirinê nêzî pirsgirêk û pêvajoyê dibin. Rayedarên PKK’ê jî ev derew û hîleyên wan dîtin û ji bo li pêş wan, çok daneynîn di daxuyaniyên xwe de dibêjin; “Em li gor bang û paradîgmaya Rêber Apo tevdigerin. Li ser daxwaza we, em kongrê kom nakin û wan biryarên dîrokî nadin. Rêber Apo ev rêwitiya dîrokî da destpêkirin û heger rê were guhertin, rêwîtiyek nû dest pê bike, divê Rêbertiya me aktîf di vê biryarê de cîh bigire.”
Piştî Rêber Apo dîl hat girtin dîsa PKK’ê kongre li dar xist. Lê ev kongreya îro, ji wan cûdatir e. Biryarên ku qedera gelan biguhere di vê kongrê de wê bên girtin. Di vê kongrê de dema herkes kom bû, Rêber Apo paradîgmaya xwe bi wan re parve bike. Gerîla û kesên tevlî vê kongrê bibin bi tenê tiştek dixwazin deng û dîmenê Rêber Apo ye. Ji bilî ‘deng û dîmenên Rêber Apo’ her tiştî wek kevneşopiya dîrokî ya ‘derew û hîleyên’ dewleta Tirkiyê dibînin.