Rojnamevan û yek jî çavdêrên karwanên alîkariyê Zîwer Şêxo anî li ser ziman ku gelê Elewî li ber çavê cîhanê tê qirkirin û got: “Ji bo komkujî neyên belgekirin nahêlin ku dezgehên ragihandinê derbasî beravên Sûriyê bibin.”
Derbarê kiryarên komên çekdar yên ku li Berava Sûriyê, herwiha karwanên alîkariya mirovî ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xelkê beravê hate şandin, rojnamevan û çavderê siyasî Zîwer Şêxo pirsên rojnameya me bersivand û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
-6’ê Adara 2025’an li ser bangawaziya pêkhateyên li herêmên Berava Sûriyê karwanên alikariyê ji herêma Rêveberiya Xweser ber bi herêmên Beravê ve bi rê ket. Hûn weke endamekî konvoyê û weke rojnamevanekî dikarin çavderiyên xwe bînin li ser ziman?
Weke tê zanîn li piştî ruxandina rejîma Baas gelek alozî û qirkirin li ser tevahî pêkhateyên Sûriyê hat meşandin. Taybet li Beravên Suriyê, bi navê “Bermahiyên Esed” li ser pêkhateyên Elewî gelek zext û tûndî hat meşandin. Ji bo alîkariya gel li beravê û belgekirina sûcan daxwaz û pêşniyar hat kirin. Rêveberiya Xweser jî li gorî wê pêşnîyarê insîyatîfekî gelerî avakir û şande beravên Sûriyê. Destpêkê hikûmeta Şamê ya nû ji bona alîkari erê kir, lê piştre jî gavek paşde avêt û gelek astengî pêşiya karwanê alikariyê we hat derxistin. Lê tevî hemû astengiyan karwan gehişte beravê û alikariyê gele herêmê re belav kir. Li xalbendendên kontrole ya girêdayî hikûmeta Şamê ve bi li ser bingeha ku logoyên Heyva Sor bê rakirin destur da ji bona karwanên alikariyê derbas bibin. Ji bona ku alîkarî derbasî gelê Beravê bibe di aliyê nûnerên karwanê ev yek hat pejirandin. Di hejmara 17 erebeyên ku hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê pêkdihatin pêdiviyên jiyanî tê de cîh digirtin, derbasî herêmên Berava Sûriyê bûn. Me gelek bajarên Sûriyê yên ku êrîşê dagirkeriyê pêkdihatin me alîkarî belav kir. Bajarê Hemayê astengî derxistin ji ber ku hinceta qaşo cebilxane û çek di nav karwanên alikariyê de hene kirin. Ev jî bû sedem ku karwanên alikariyê demê xwe de negihijin cihê xwe. Di aliyekê din jî xalbendên kontorolê de me metîrsî jiyan kir ku di aliyê endamên hikûmeta Şamê ve cebilxane bixin nav karwanên alîkariyê de, ji bona negîhîje encama tê hêvî kirin. Alikarî seranserê bajarên Beravê hatin belav kirin. Bajarê Ceblê yê Beravê gundê binavê Sêrekaniyê gelek welatî tevlî kar bûn. Gelê Beravê endamê karwanên alikariyê xweş pêşwazî kirin û roj biroj malakê mêvan dihatin kirin. Gelê Beravê digotin “me hebûna xwe bi Rêveberiya Xweser ve dît” aliyê mirovî wê karwanê pir zêde kete pêş. Ez dikarim wisa çavderiyê xwe bînim li ser ziman.
-Weke tê zanîn gelek malbatên pêkhateyên Elewî û bawerîyên cûda di qirkirinê de hatin derbaskirin. Malbatên ku hûn rastî wan hatibûn hebûn û hûn dikarin çaveriyên xwe bînin li ser ziman?
Armanca me ew bû ku em bûyerên wir diqewimin bi şêwazekê rast bigihînin raya giştî. Dema em ji bajêr derbasî gunda bûn zext li ser gel zêdetir dihat kirin û mijarên tûndî zêdetir derket pêşîya me. Li serlêdanên me yên gundan me dît ku em cihekê ku mirov her demijmêr rûbirû qirkirinê dimînin. Li wir şanoya kujerêyê dihat meşandin û dihate pêşvebirin. Ev gundê me dîtîn xwîn û malên ku hatibûn şewitandin û di heman demê de cenazeyên li erdê hatin dîtîn û hatin belgekirin. Dayikekî Elewî anî ziman ku 4 zarokê wê li ber çavê wê hatine qetilkirin. Malbatan gotin ku ku çeteyan ji me pirs dikir “Hûn Sûnnî ne an Elewî ne?” li gor wê jî qirkirin û zext li ser me dian meşandin. Qûrbaniyên qirkirinê hejmarekî mezine û ti sazî û dezgehên mirovî serlêdan wan herêman ne kiri bû. Ji ber metirsîya komkujî û qirkirinê gelek zilamên Elewî çolistanên Sûriyê dirazin ji ber ku rastî qirkirinê neyên. Kiryarên ku li Berava Sûriyê tê meşandin, hişmendiya rastî ya desthilatiya Şamê ye. Ev alîkarî hênasekê mezin ya derûnî û baweriyekî mezin xiste nav civak ê. Malbatên ku alîkarî wan hat dayin derfetên xwe yên jiyanê hemû winda kirin e. Tenê ne kuştin û komkujî di heman demê de jî, dîzî û talan jî gelek li ser gelê Elewî dane meşandin. Ger ku hejmarên pêkhateyan zêdetir ba, dê komkujî zêdetir be.
-Astengiyên derketin pêşiya we dema rêwîtiya ber bi Berava Sûriyê û dema belavkirina alîkariya mirovî çi bûn?
Astengiya herî mezin ev bû ku li arê ku ji bona ku welatî bikarin pêdîvîyên nan pêk bînin û nan çêbikin 350 ton û 6 hezar û 35 paktên pêdivîyên xwarin û paqijiya rojane hatibû birin. Lê gorî pêwistiyên welatiyên li wir pir kêm û nebes bû. Ji ber ku herêm hejarî û nebesiyê derbas dibê, ji wê ye ku ev hejmara ku hatibû diyarkirin di aliyê rayedarên hikûmeta Şamê we hate redkirin. Ji ber wê me astengî û zehmetiyekî herî mezin jiyan dikir ku me bi wê hejmarê nedikarî pêdiwîyên hemû welatiyan bicîh bînin. Me jî biryar da ku malbatên ku herî zêde komkujiyê rast hatibûn di alikariyê de sereke ev bin. Rewşa qirkirin û komkujiyê niha jî berdewam e û bi dawî nebûye û dema em li wir jî ev rewş weke komên alikariyê li ser me metirsî ava dikir û ne ewlekarîya me weke kom hebû, ne jî ewlekariya gele herêmê hat pêkanîn.
-Çûyîna karwanên alîkariyê Bandorekî çawa li ser gelê herêmê da avakirin?
Ev alîkarî hênasekê mezin ya derûnî û baweriyekî mezin xiste nav civak ê. Malbatên ku alîkarî wan hat dayin derfetên xwe yên jiyanê hemû winda kirin e. Tenê ne kuştin û komkujî di heman demê de jî, dîzî û talan jî gelek li ser gelê Elewî dane meşandin. Ger ku hejmarên pêkhateyan zêdetir ba, dê komkujî zêdetir be. Ev alîkarîyê mirov dikare dualî bigire dest; yek mirovî aliyê duyem jî, derûnî li ser civakê avakir. Ji ber ku derveyî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ti welat û saziyên din alîkarî ne dan civak û gelên Berava Sûriyê. Ji ber wê bi şanazî û keyfxweşiyekê mezin karwan hatin pêşwazî kirin û alîkarî hatin belav kirin. Gelek aliyên li herêmê digotin “Em çiqasî hewcedarî alikariyê bûn, evqas jî, hewcedarî hatine ve bûn. Dema hûn li wir bin em xwe ewle hîs dikin” Gelê herêmê me daxwaz dikirin ku em mayina xwe dirêjtir bikin. Endamên wê karwanê jî endamên pispor û saziyên mirovî yên Rêveberiya Xweser pêkdihatin derûniya herêmê nêz ve nasdikirin ve pêk dihatin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser ya gelên tevahî Sûriyê ye.
–Hûn jî weke endamekî karwanên alikariya mirovî rastî tûndî û zextê hatin û hatin binçavkirin. Demê binçavkirinê de çi li ser we hat ferzkirin û nêzîkatî li hemberî ve çawa bûn? Peyamekê we heye yên ji bona dawîkirina qirkirin û komkujiya gelên herêmê?
Weke rojnamevanekî li ser şopa Ragihandina Azad û dengê rastiyê me ev kiryar bi çavê xwe dîtin û nekarin ku wan kiryarên dervî mirovî ji ber metirsiya jiyanî nekarî belge bikin zext li ser me hate kirin. Taybet ev kiryarên ku gundê Muxtariyê hate kirin, ji bona wî me weşana zindî li gel navenda Ronahî Tv kir û xizmên qurbanî û yên li rastî tûndiyê hatin me hevpeyvîn çêkir û nêrînên wan girtin. Em yekem dezgehê ragihandinê bûn ku me dikarî wan kiryaran bikin rojeva cîhanê. Piştî weşana zindî em hatin binçavkirin û çend seetan li bin çavderiyê de hatin hiştin. Pirsa yekem hate kirin ku; Rojî digirim an na? Pirsa duyem jî ev bû ku; ez Elewî an Sûnnî me? Min pirsa wan ya duyemin ne bersivand, ji ber ku ev pirsekî nijadperestî bû. Piştî çend demijmêran em hat azad kirin. Alavên me yên teknîkî weke telefon û kamiraya me hat desteser kirin. Ev nîşaneya êrîşên li ser çapemeniya azad û dengê rastiyê ye. Em jî weke endamên ragihandina azad dê hertim bibin dijminê qirkirin û komkujiya gelên cîhanê û dengê rastiyê derrbixin holê. Pêwiste hikûmeta Şamê ger dibejê min hişmendiya xwe guhertiye divê destur bide dezgeh û saziyên mirovî û ragihandinê biçin herêmê, ji bona rastiya ku heyê li raya giştî bidin xuyakirin.