Nehîr pale
Rêber APO bi boneya roja Cîhanî ya Jinên Karker (8`ê Adarê) name ji bo hemû jinan rêkir. Di nameya xwe de têkildarî pêşxistina xebatên jin gelek mijaran tîne ziman. Yek ji wan mijaran jî jin li gorî kîjan pîvanan were nirxandin. Rêber APO dibêje: `Jin divê ne li gorî pîvanên biyolojîk, li gorî pîvanên çandî, civakî û dîrokî were nirxandin`. Her wiha Rêber APO têkildarî heman mijarê gotina Simone de Beauvoir bibîr tîne.
Simone de Beauvoir çalakvaneke siyasî ye, ji Ferensa ye, bîrkarî û felsefe dixwîne, piştre dibe nivîskar. Li ser jinê gelek lêkolîn dike û pirtûkan dinivisîne. Di salên heftê de dibe çalakvaneke siyasî û ji bo mafên jinê têdikoşe.
Rêber APO gotina Simone de Beauvoir ku dibêje:`Jin dema ji dayîkdibe ne jine, piştre tê ava kirin û dibe jin` bibîr tîne. Civaka zayendperest bi rêbazên xwe heyanî ku jin bimre destûr nadin wê ku weke jinekê hîs bike û bifikire. Ji ber ew jineke mîna mêr difikire, çêdikin. Ev jina bi destê civaka zayendperest tê çêkirin, yeke bêçare ye, cûdahiya wê ji mêr nîne. Heyanî ku xwe neguhere ew ê nikaribe jiyanê ava bike û pirsgirêkan çareser bike. Jina di encama zîhniyeta mêr de mezin dibe, anceq bibe qurbana şer û pevçûnên diqewim in. Ew ê nikarbe têbikoşe, rûmet û hebûna xwe biparêze. Ew ê bermalî be, çarenûsa jêre diyar dikin, qebûl bike û eger tehemul neke wê dawiyê wê bighînin asta ku di mirinê de çareserî bibîne û xwe bukjê. Jin dema ji dayîkdibe hîna temenê wê nebûye 4 sal wê fêrî koletiyê dikin, çavên wê ditirsîn in. Jin heyanî ku fîzîkî saxe weke jin xwe nasnake û di xizmeta mêr de ye. Exlaq û pîvanên ku civaka zayendperest ji jinê re diyar kirine, divê ji neslekî derbasî neslê dîtir bibin. Ji bo zagon û qalibên mêr wenda nebin û berdewam bikin, vê yekê dixin sukra jinê de. Li gorî pîvanên wan jina herî baş ya ku parastina rêzik, zagon û qalibêjin civaka zayendperest dike. Ev jin nabe jin, tenê fîzîkî saxe û ew di ruh de miriye. Dibe ku ev jin xwe di nava civaka xwe de ya herî baş diyar bike, lê belê di hundirê xwe de ji rewşa xwe ne razî ye û her tim hêvî dike ku bimre. Jinê dighînin rewşa ku bê hêvî bimîne û li benda mirina xwe be. Jin bi giştî di hundirê xwe de ne rehetin, hîs dikin ku jiyana wan ne raste û her tim wicdanê wan têşê. Di aliyê piskolojîk de nerehetin. Li ser asta cîhanî dibe ku bi milyonan jin vê yekê hîs dikin û berê xwe didin mirinê.
Gelek jinên feylesûf, çalakvanên siyasî, hunermend, nivîskar û şoreşger li hemberî zayendperestiyê çareserî di têkoşînê de dîtine û heyanî roja îro têdikoş in. Ji bo jin were ava kirin Rêber APO gelek rê û rêbaz danîne holê, zanebûn, têkoşîn, berxwedanî, xwebûn, siyaset, daxwaza azadiyê, guhertin û veguhertin, ev hemû riyên ku jin dikare pirsgirêkên xwe pê çareser bike û bighîje asta xwedawendbûnê.