Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Tirbespiyê sersala Babilî-Asûrî ya Ekîto bi girseyî hate pîroz kirin.

01/04/2025
in NÛÇE
A A
Li Tirbespiyê sersala Babilî-Asûrî ya Ekîto bi girseyî hate pîroz kirin.
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Sersala Babilî-Asûrî ya Ekîto ji aliyê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve li li gundê Tertoriyê a bajarê Tirbespiyê hate pîrozkirin.

Îro li gundê Tertoriyê yê bajarê Qamişlo sersala Babilî-Asûrî ya Ekîto hat pîroz kirin, bi beşdarbûna bi sedan pêkhateyên Asûr, Ereb û Kurd her wiha nûnerên partiyên siyasî û nûnerên Rêveberiya Xweser û rûsipiyên eşîran.

Di destpêkê de xuleyek bêdengî li ser giyanên şehîdan hate seknandin. Piştre bernameya şahiyê hate destpêkirin.

Ji aliyê Komaleya Çanda Suryaniyan ve pêşandanek hate lidarxistin û Hevserokên Partiya Yekîtiya Suryaniyan Sanharîb Barsûm û Waşimram Danho exaftin bi zimanê Erebî û Suryanî hatin xwendin di axaftinê de wiha hate gotin: “Cejna Eyda Akîtu yek ji wan sembol û nirxan e ku esalet û reseniya gelê me yê li vê xakê û hemû alîkariyên wan ên ku di hemû qonaxên ku tê re derbas bûne ji bo xizmeta şaristaniya mirovatiyê nîşan dide. Îro dema ku em vê Cejna Netewî pîroz dikin, em pabendbûna xwe bi dîrok, nasname û çanda xwe piştrast dikin û ji bo vejandina wan bidomînin. Me bi xebat, têkoşîn û tifaqa bi pêkhateyên din re ev yek bi dest xist her wiha Hevbendiyên siyasî û leşkerî ku bi rêya wan karîbû rêveberiyeke hevbeş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hêzên leşkerî yên hevbeş, QSD`ê re ava bike. Di encamê de serketinên mezin di hemû astan de hatin bidestxistin, ku her pêkhateyek bi vê yekê karî çand û zimanê xwe jiyan bike û rola xwe wekî ku divê bigre ser xwe, di nav de gelê me yê Suryanî Aşûrî.”

Di dawiyê de ev anîn ziman: “Em îro Cejna Akîto ya ku ji bo xweza û axê sembola destpêkek nû ye, pîroz dikin. Em destpêkek nû ji bo Sûriyê dijîn piştî rûxandina rêjîma zordest û stemkar ku bû bela serê gelê Sûriyê. Di dîroka Sûriyê de serdemek tarî bû. Lê bi saya şoreşa gelê xwe Sûriyê karî rizgar bike û ji rejîma berê rizgar bike û rûpeleke nû veke ku qonaxeke nû ya avakirina welatekî ji bo hemû gelê Sûriyê diyar dike. Li hember vê qonaxa nû, em tekez dikin ku em di xebatên xwe de derdewam in da ku hemû hêvî û armancên ji bo avakirinqa Sûriyeke demokrqatîk û eşitî.”

Piştre Koma Yarsûsa ya Zarokan tabloyeke folklorî pêşkêş kir û li ser navê Rêveberiya Xweser Hisên Osman axaftinek kir.

Koma Barmaya komek guvendê folklorî ên kevneşopî pêşkêş kir, û helbestek ji helbestvan Michel Philo, ku ji Hauran û Mahdat e, ji bo bîranîna yekem Nîsanê, festîvala Akitu, xwend. Koma Yersûsa a mezinan çend şanoyên folklorîk û dîlanên gelêrî yên Suryanî pêşkêş kirin .Piştre berpirsa Komeleya Çanda Suryaniyan a Qamişlo Rûba El-Ferîhat axivî. Pîrozbahî bi govendên folklorîk ên koma Lamîta bi dawî bû.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.