Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Her sal 1’ê Nîsanê cejna Ekîto ku sersala Suryan-Asûrî ye û li gorî çanda suryaniyan weke nîşaneya vejîna jiyanê ye, ji aliyê suryaniyan li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin.
Dîroka Cejna Ekîto
Dîroka Cejna Ekîto vedigere hezarên salan beriya zayînê, herwiha ew yek kevintirîn cejnan di dîroka Rohilata de hatiye qeydkirin û nêzîktirîn dem jê re nîvî hezarsaliya 6’an beriya zayînê pêk hatiye. Di heman demê de gelên Kildan û Asûrî di 1’ê Nîsanê de Cejna Ekîto pîroz dikin, li gorî jêderên aşûriyan ev cejin ji 6 hezar û 774 salan ve û heta niha tê pîrozkirin. Aşûrî dibêjin ku cejna Ekîto sersala Aşûriyan ne û bi zimanê Aşûrî ‘Xanîsan’ lê tê kirin. Li gorî baweriya wan di vê rojê de dema xêrêye û destpêka Buharê ye. Li gorî evsaneya aşûriyan di vê rojê de xwedawenda evînê Eştar bi ‘xwedawendê xwezayê Temûz re zewiciye’ Di evsaneyê de behsa nakokiyên di navbera Eştar û Temûz de tê kirin. Gelên Aşûrî û Siryanî di 1’ê meha Nîsanê de cejna sersala nû Ekîto pîroz dikin. Li gorî kevneşopiyên Aşûriyan di cejna Ekîto de li çolan û di nava xwezayê de ahengên curbecur tê lidarxistin. Li gorî çavkaniyên Aşûrî-Suryanî pîrozkirina Cejna Ekîto ku welatiyên suryanî, asûr, kildan, babil û ekadî pîroz dikin yek ji cejnên herî kevnar e.Welatiyên suryanî di roja 1’ê Nîsanê cejina Ekîto her sal pîroz dikin. Ev çand bi muzîk, şahî û komên çandê dihat pîrozkirin.Hîn jî heta niha ev cejin wekî mîrasekî kevnar ku gelê herêmê parastiye tê pîrozkirin. Ekîto wekî cejneke dîrokî nûnertiya nûbûna jiyana xwezayî ku di buharê de pêk tê tê pîrozkirin. Ev bi xwezayî ve girêdayî ye û dema li gorî mewsimê çandiniyê dibe guncaw. Di aliyê ziman de jî Ekîto tê wateya dema çinîna ceh tê destpêkirin, li gorî jêderan tê gotin ku yekem car dema cejna çinîna ku 2 caran di salê de pêk dihat hate pîrozkirin.Cejna Ekîto yek kevintirîn cejna di dîroka Rohilata de hatiye qeydkirin û nêzîktirîn dem jê re nîvî hezarsaliya 6’an beriya zayînê pêk hatiye.
Ekîto 12 roj in û di roja 21’ê Adarê de destpê dike
Cejna Ekîto 12 rojan dewam dike. Di roja 21’ê Adarê de destpê dike û di wê rojê de saetên roj û şevê dibe wekî hev û heta 1’ê Nîsanê bi dawî dibe. Her rojek bi taybetmendiyên xwe wê yên pîrozbahiyê heye. Di Efsaneya Gilgamêş de vê nîşan dide ku di wan deman de amadekarî tê kirin, her der bi gul û kulîkan tê xweşikirin.
Di roja 5’an de jî karwanek mezin derdikev e û peykerên Mar Doz radikin, da ku di demên şer de wan pîroz bike.
Di roja 6’an de heman peyker vedigerîn in cihê wî ya li Babil, di roja 7 û 8’an de jî şahî mezintir dibin û serkeftina xêrê li ser şer tê pîrozkirin.
Di rojên neh û dehan de jî her tişt nû dibe, Qiral jî beşdarî şehiyan dibe û merasîm têne lidarxistin.
Di roja 12’an de ew jî roja şahiye dawî ye, di vê rojê de xwedawenda xêrê Mardox û xwedawend Seryanotf re dizewice, bi vê yekê re şahî têne lidarxistin û huner tê pêşkêşkirin.