Esma Mistefa/Qamişlo
Endama Rêveberiya Têkiliyên Siyasî a Kongra Star Ronahî Hesen da zanîn ku destpêkirina kampanyayê pêwîstî bi hewldan û dengekî bilindtir ji bo eşkerekirina binpêkirinên ku hatine kirin bû û got: “Rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyariya hembêzkirina hemû jinên pêkhateyên Sûriyê digirin ser milê xwe”.
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe kampanya piştgiriyê ji bo jinên beravên Sûriyê di 24’ê Adarê de dabûn destpêkirin û di 29’ê heyvê de bidawî bû. Derbarê bidawîbûn û encama kampanyayê Endama Rêveberiya Têkiliyên Siyasî a Kongira Star Ronahî Hesen bersiva rojnameya me da.
Hûn encama kampanyayê çawa dinirxînin?
Kampanya di 24’ê Adara 2025’an de hat destpêkirin, weke bersiveke pêwîst li hember komkujiyên hovane yên ku li dijî civaka Elewî, bi taybetî jin û zarokan, ji aliyê komên leşkerî yên girêdayî Ewlehiya Giştî ya Hikûmeta Demkî ve hatine kirin. Ev hovîtiyên ku bi hezaran jiyana xwe ji dest dane û mexdûrên wan hîna jî winda ne an jî bi darê zorê têne girtin, ne tiştek din e ji bilî teşegirtina eşkere ya qirkirina etnîkî ya ku bi rihê tolhildanê yê kor ve girêdayî ye ku tu têkiliya wê bi mirovahî û exlaqê re nîne.
Li ser vê bingehê û bi berpirsyariya exlaqî û mirovî û xwedî wijdanî, tevger û rêxistinên jinan li ser helwestên xwe yên berê, ku ji destpêka bûyeran ve ne tenê daxuyaniyên şermezarkirinê, meş û çalakiyan li dar xistin, dest bi vê kampanyayê kirin. Lê belê, komkujiyên domdar, li gel şikestiniya rewşa ewlekarî û zêdebûna metirsiyên li pêşiya jinan, pêwîstî bi hewldan û dengekî bilindtir ji bo eşkerekirina binpêkirinên ku têne kirin û banga destwerdana bilez a navdewletî ji bo parastina sivîlan, nemaze jin û zarokan, kir.
Kampanya gelek çalakî li xwe girt, ji rêxistinkirina çalakiyên giştî û şandina peyaman bo saziyên navdewletî yên pêwendîdar bi pirsa Sûriyê re, heta gotûbêjkirina van binpêkirinan di foruman de, û herwiha pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyê. Van hewildanan bûne alîkar ku bêtir agahdarî li ser mezinahiya karesatê were kirin û hin aktor hişt ku zextê li biryarderan bikin da ku çalakiyek bilez bikin ji bo parastina komên armanckirî û rawestandina binpêkirinan.
Destekdayîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çi astê de bû û ev hevgirtin tê çi wateyê?
Rizgariya jinê ne mijarek demkî ye û ne armancek e ku bi dawî bibe, lê têkoşînek berdewam e li dijî zihniyeta zilamê desthilatdar û krîzên kûr ên siyasî û civakî. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan di warê bilindkirina mafên xwe û têkoşîna ji bo bidestxistina wan de pêşketinên berbiçav bi dest xistine, ji ber ku azadî nayê parçekirin; Ger li her parçeyekî civakê zilm hebe, tu kes nikare bi tevahî azad bibe. Ger jin li cihekî bê kuştin, li her derê azadiya jinan dixwe.
Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên girîng bi dest xistine, ji bo berfirehkirin û xurtkirina van destkeftiyan berpirsyariyeke zêdetir daniye ser milê xwe û heta di pêşengtiya qonaxa pêş de ne tenê di herêmên xwe de, lê li seranserî Sûriyê roleke sereke dilîzin. Hevgirtin û hevbendiya jinên Sûriyê, bêyî cudahî ji aliyê neteweyî û olî ve, yekane rê ye ji bo guhertina rastiyê û garantîkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de.
Ji ber vê yekê hevgirtina jinan ne tenê piştgiriyek exlaqî ye, lê pabendbûnek li ser qadê ye ku imkanê jinan ji bo rûbirûbûna gefên ku pê re rû bi rû dimînin xurt dike, çi ew gef ji rejîmên desthilatdar an tevgerên radîkal ên tundrew ku armanca wan dûrxistina jinan û biçûkxistina jinan e. Ji ber vê yekê, rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyariya hembêzkirina jinên ji hemû pêkhateyên Sûriyê digirin ser milê xwe da ku senaryoya xwînî ya jinan di pevçûnên li pey hev de dubare nebin.
Pêşengtiya jinê di hemû qadan de derdikeve pêş, ev yek bingeh û îdeolojiyek çawa diyar dike?
Pêşengtiya jinê û bingehên wê yên bîrdozî di qadên cuda de derketina ne tesaduf e. Belê, ev encama têkoşîneke dirêj a bi dehan salan e, ku li ser mîrateya tevgerên jinên ên cîhanî û her wiha têkoşîna jinên Kurd ku îdeolojiya rizgarî ya berfireh ava kirine ye.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûna jinê di qadên siyasî, civakî û aborî de ne tenê şekilî ye , lê berhema bîrdoziyeke rizgarîyê ye a li ser bingeheke bingehîn bû, weke têkoşîna zayendî, welatparêzî, birêxistinkirina girseyî û îradeya azad û sekna bi estetîk û exlaqê azadiyê.
Ev şoreşa jin ne bi elîtan re sînordar bû, lê şoreşeke ku ji bingehên civakê dest pê kir, ji malbatê dest pê kir û heta bi tevahî pergala siyasî dirêj bû. Vê yekê hêzeke rasteqîn ji bo guhertinê afirand, ji ber ku daxwaz ne tenê bi baştirkirina şert û mercên jinan bûn, lê ji nû ve avakirina tevahiya sîstema civakî û siyasî, da ku jin bibe hêzeke bibandor di hemû pêvajoyên guhertin û veguhertinê de.
Her wiha jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îradeya xwe ya serbixwe û baweriya kûr a xwe dispêre îradeya xwe ya xweser û dûrî tu bindestiya rêjîmên desthilatdar ên kevneşopî, ev kirina bêhempa nîşan dane ku di veguhertinên demokratîk de bi rê ve bibin. Ev bingeha zihnî ya ku tecrubeya jinan a li herêmê taybetmendiya wê dayê û kir modelek tevgerên jinan ên cîhanî jê îlham bigire .