Lîloz Hisên/Qamişlo
Şêwekar Mihemed Emîn Ebdo destnîşan kir ku huner peyama aştî û hezkirinê û wiha got: “Firçeyên me êş, derd, îrade û hêza gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hesreta azadiyê ne hilgirtiye. Em bi hêvî ne ku tabloyên êşê veguhere xêzkirina rengên jiyanê û xweşikbûna di herêmê de.”
Şêwekar Mihemed Emîn Ebdo bi firçeya xwe tabloyên nêzî rastiya civakê dineqişîne, bi tiliyên xwe li ser kaxizên spî rengên jiyanê xêz dike û dihêle ku çavên mirov rasterast bên ser berhemên wî.
Şêwekar Mihemed Emîn Ebdo sala 1958`an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, wî ji zarkotî ve ji şêwekariyê hez dikir, lewma ev xebat ji mêj ve da meşandin. Derdora ku lê jiyan dikir hişt ku vê jêhatiyê berdewam bike, herwiha zarokan ji berî 50`î salî ve lîstokên ku ji bermahiyên têl û qotiyan çêdikirin fêrî afrandinê bûn.
Mihemed Emîn Ebdo di atmosfereke gundewarî û çandiniyê de jiyan kir, herwiha bi kesayetên kevin jî bandor bû.
Xwendina şêwekar Mihemed Emîn Ebdo
Mihemed Emîn Ebdo piştî xwendina bekeloriya, jê re weke xeyalekî bû ku hunerê bixwîne, lewma biryar da ku jêhatiya xwe pêşbixe û bi awayekî ekadimî berdewam bik. Wê li zanîngeha Şamê beşê Hunera Bedew xwend. Di wê demê de ji hezar xwendekarên ku navên wan hatibû tomarkirin, tenê 150 xwendekar hatin qebûlkrin û ew li ser 5 beşan dihatin dabeş kirin. Ew di fakulteyê de fêrî çandên din yên di Sûriyê de, hunera cîhanî, dîroka hunerê û çanda hunerî ya berfireh; bû.
Piştî xwendina çar sala şêwekar Mihemed Emîn Ebdo xwendin qedand bi pileya herî baş.
Şêwekar Mihemed Emîn Ebdo diyar kir ku derdê herêma Cizîrê hilgirt ser xwe, lewma di tabloyên wî de piraniya mijaran bal dikşand ser êşa herêmê.
Her şêwekarek di nava wî de dibistanek heye
Tevahî tabloyên şêwekar Mihemed Emîn Ebdo xwedî name bûn, lê nameya herî giring ku çawa derdor, exlaq, dîrok û têkiliyên mirovahî îfade bike, bi taybet li herêma Cizîrê ku taybetmendiyeke wê herî xweşik heye. Hevgirtin û hezkirina di nava hemû pêkhatyan de derdixe di riya tabloyên xwe de.
Derbarê hunera şêwekariyê, şêwekar Mihemed Emîn Ebdo ji rojnameya me re axivê.
Mihemed Emîn Ebdo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Li cem her şêwekar an hunermendekî tecrûbe û şêwazeke taybet heye, ev encama derdora ku lê jiyan kiriye û jê bandor bûye. Her şêwekareke di nava xwe de bûye dibistanek ji qalibên komî derketine û bi azadî hunera xwe îfade dike. Ji ber ku tu sînor ji hunerê re tune ye, her hunermend firkên wî yên cuda hene. Huner bû wesîleyek giring da ku mirov hest, fikir û ramanê xwe yên ku dijî derxîne holê.”
‘Ji ber paşguhkirinê berê xwe didan koçberiyê’
Mihemed Emîn Ebdo bal kişand ser dema salên berî 2011`an û wiha got: “Hunermendan nikarîbûn weke niha rola xwe bilîzin, dûrxistina hunermendan li ser hemû astan hebû ne tenê asta şêwekariyê, lewma piraniy hunermendan berê xwe didan koçberiyê. Piştî şoreşê vekirin û azadî çêbû ku weke hunermend hestên xwe bînin ziman, em dixwazin huner bikeve xizmeta civakê, em bikaribin di riya hunera xwe hezkirin, aştî û azadiyê di nava civakê de belav bikin.”
Mihemed Emîn Ebdo diyar kir ku ew hewil dide li Rojavayê Kurdistanê hunermendên nû taşwîq bike, tecrûbeya xwe bide nifşên nû û wiha domand: “Nifşê nû yên ku di van bûyerên zehmet re derbas bûn derfet ji bo wan tune bû, me hewil da ku derfetê bidin wan ku hestên xwe bînin ziman û karê hunerê bikin di riya fakulteya hunera xweşik bi awayekî akademî, kesayeta xwe pêş bixe li ser asta huner. Herwiha em karibin xwe îsbat bikin li ser asta cîhanî.”
‘Hêviyên me xurtin’
Ebdo wiha got: “Tecrûbeya me nû ye lê hêviyên me xurtin ku wê di pêşeroja me de hunerke xweşik di herêma me de çêbibe, em ji hunermend û nifşên nû yên ku xwedî enerjî ne sûd bigrin, fakulteya hunera xweşik tenê salê 10 xwendekara derbiçin bese, dibe ev 10 xwendekar 20 xwendekarên din fêr bikin û hwd.. wiha huner belav dibe.”
Ebdo wiha zêde kir: “Di dema heyî de şert û mercên taybet hene, êriş li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriya heye, mixabin ku hin alî hene naxwazin aştî û aramî li Sûriyê pêk were, me hewil da fedekariya ku gelê me pêşkêş kir li ser bendava şehîdan derxînin seranserî cîhanê di riya tabloên xwe.”
‘Bendava Tişrînê mîna tabloya Guernîka Picasso nîşan dide’
Ebdo bûyerên bendava Tişrînê mîna tabloyeke Guernîka Picasso nîşan da û wiha got: “Dema ku bajarê Guernîka yê Baskê hate bombebaran kirin, îro heman tablo hate dûbare kirin li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê, me hewil da di riya tabloyên xwe nameya xwe bighînin cîhanê ku van êrişên hovane bisekinînin, em weke Sûrî pêwstiya me bi azadiyê û hevgirtinê heye da ku em xwe ava bikin, dûrî zimanê şer û kuştinê bin. Em bi hêvî ne ku rojên bê baş bin, aştî ji bo tevahî herêmê pêk were, hezkirina di navbera gelan weke gelên cîhan bi aramî û azadî jiyan bikin, ev nameya me ye.”
Şêwekar Mihemed Emîn Ebdo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Huner peyama aştî û hezkirinê ye û firçeyên me êş, derd, îrade û hêza gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hesreta azadiyê ne hilgirtiye. Em bi hêvî ne ku xwînrijî bê sekinandin, êdî tabloyên êşê veguhere xêzkirina rengên jiyanê û xweşikbûna di herêmê de.”