Sunday, June 8, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kevneşopiya Satî

30/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Kevneşopiya Satî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rêber Apo di peyama xwe ya 8’ê Adarê a  di çarçoveya  banga Aşitî û Civaka Demokratîk de  ku ji jinan re  şandibû, balê dikşîne ser tekoşînan jinan a ji bo azadiyê.  Herwiha Rêber Apo bahsa çanda “Satî’ jî dike. Sedema wê jî ew dixwaze feraseta  ku koletiyê li ser jinê ferz dike, çawa ev feraset şîn bûye û di hemû qadên jiyanê de beden, giyan û ramanên jinan wekî makîneyê dibîne, nîşan bide.

Rêber Apo di hevdîtina bi endama heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan re xwestibû ku kevneşopiya satî lêkolîn bike, heman demê de di nameya 8’ê Adarê a ku ji bo jinan şandibû de jî behsa kevneşopiya satî dike. Kevneşopiya Satî mijarek ku jin bi giştî lêkolîn bikin bi naverok û encamên xwe ji aliyê tekoşîna jinê ve xwedî girîngiyeke mezin e.  Rêber Apo çavkaniya ku mîtolojiya hîndû pê xwedî dibe wiha vegotibû” Hîndû teolojiyek pir rêngî pêk tînin, xwedayên mezin yên ku mirov nikare bihêjmêre pêk tînin. Di mîteolojiyên wan de bondora kûr a Sûmeran tê dîtin teolojiyên wan ji ber ku koka xwe ji derva distînin û ji qabîliyeta mirovan bê parin hişê mirovan tevlîhev dikin. Vegotinên mîtolojîk ên ku destpêkê bi awayê vegotinî tên ragihandin, bi demê re vediguherin darazên civakî, kevneşopiyan, pergala hiqûqî ya mêrê serdest û bi pêşketina avayiya dewletê re, veguheriye yasayan û hebûna xwe bidest xistiye. Kurteya çîrokek dirêj, di domandina hebûna sîstema koletiyê ya ku îro li ser jiyana me hemûyan bandora xwe nîşan dide.

Mît, Xweda, zindiyên nîv xwedayî, derbarê leheng, ajal û bûyerên sirûştê yên di pêşketina civakê de rolek girîng lîstine de, agahî dane, yan jî bi rêya wan hinek daxuyanî hatine dayîn. Bi vê yekê re ji ber ku mîtan bang li qadeke ku sînorên aqil û mentiqê derbas dike kirin e, ji bo ku baştir bê famkirin û ragihandin, ji aliyê  mirovan ve bi awayek dramatîk hatine pêşkêşkirin.

Perçiqandina jinan bi awayekî îdeolojîk

Lewma jî mirov, hem ji ber ku zindiyek ku mîtan ava dike wek “mîtojenîk” hem jî ji ber ku objeya mîtan e, wek zindiyek “mîtolojîk” tê pejirandin. Mît ji mirovan re derbarê zindiyên sersirûştî, koka gerdûnê, alema fizîkî û metafizîkî de agahiyan pêşkêş dikin. Di heman demê de hişmendiya civakî, nêrîna çandî, kevneşopiyan û ferasetek jiyanê dide qezenckirin. Pevçûna di navbera sîstema ku civakîbûna li dora jinê bipêş ket hilweşandiye û nirxên jin-dayîkê de derketiye holê, wek Şerên Xweda-xwedawend hatiye pênasekirin. Van çîrokan veguherandine vegotinên mîtolojîk ên li ser kuştina xwedawendan û biçûkxistina wan. Di vê hêlê de perçiqandina jinan a di jiyana civakî de, bi awayê îdeolojîk hatiye avakirin. Ferd, bi rêya van mîtan bi civaka ku tê de dijî re yekpare bûye û fêr bûye ku ewê çawa bijî û çawa tevbigere.  Bi vî awayî, ehlaqa ku di civaka xwezayî de hebûna xwe pêk aniye, di nav demê de guheriye û ketiye xizmeta feraseta bavsalar.

Her civakek, xwedî mîtên ku bi zimanek cewherî yê mîtolojîk û wêjeyî hatiye vegotin e. Her çîrokek aydê dewra Xwedayan û Xwedawendan, rastiya ku jinan û civakê kişandiye nav xwe, radixe ber çavan. Heqîqeta bingehîn a di vir de jî, her çîrokek mîtolojîk a ku hatiye vegotin, her çiqas bi nav û versiyonên cuda li herêmên din ên erdnîgariya dinyayê bên jiyîn jî, di hêla civakî de rola ku ji bo jinê hatiye diyarkirin û mijara ku ew xistinê, neguheriye. Yanî çîrokên mîtolojîk, xwedî çawaniyek gerdûnî (global) in û ji bo ku em pêşketina pergala bavsalariyê fam bikin, gelek saloxan pêşkêş dike.

kevneşopiya satî

Satî, peyveke bingehîn;  Wateya jina dilpak û dilsoz e. Li gorî çanda kevneşopî ya Hindistanê û Hinduîzmê, jina ku hevjînê wê wefat dike;  Bêbextî, feqîrî û bextreşiyê tîne .  Jina ku piştî wefata hevjînê xwe dibe sembola bextê xerab, xerabî û gunehkariyê, neçar e ku xwe red bike (xwe li keşîşxaneyê bigire, xwe ji dinyayê qut bike) an jî li gorî kevneşopiya satî tevbigere û bi mêrê xwe yê mirî re bi saxî bişewitîne.  Jina ku naxwaze bi mêrê xwe yê mirî re were şewitandin, nikare ji nû ve bizewice.  Jiyana xwe ya mayî bi jiyaneke bêçare û belengazî derbas dike, ji her cure kêfê dûr dimîne.  Di Hinduîzma kevneşopî de, mirina hevjîn cezayek e ji bo gunehên berê yên jinê ye. Rihê jina ku bi mêrê xwe yê mirî re xwe pêşkêşî mirinê neke, dê di laşê kastek jêrîn de, di laşê heywanek de cîh bigire, an jî dê di jiyana xwe ya pêş de wekî jinek çêbibe.  Li gorî baweriya kevneşopî ya Hindu, vegera li cîhanê wekî jinek wekî nifirek mezin tê dîtin. Di dawiya merasîma Satî de, jina şewitî tê pîrozkirin û qada ku merasîma Satî lê tê lidarxistin, wekî qada pîroz tê dîtin.  Tê bawerkirin ku yên ku serdana vê herêma pîroz dikin hecî ne.

Kesên ku ji bo rakirina kevneşopiya satî ku binpêkirina mafên mirovan e ku ji sala 400’î a zayînê vedigere, çalakî li dar xistin.  Ev çalakî pêşî ji aliyê tirkên ku demeke dirêj li Hindistanê serdest bûn, hatin destpêkirin.  Di heyama ku Hindistan ketibû bin desthilatdariya Brîtanyayê de, di sala 1826’an de li herêmê di bin serweriya Şîrketa Hindistana Rojhilat de pratîka sati hate qedexekirin û di sala 1856’an de qanûnek ku destûr dide jina ku hejînê wê wefat bibe bizewice hate derxistin.  Di sala 1861’an de, pratîka sati li seranserê Hindistanê hate qedexekirin. Piştî ku Hindistan di sala 1947’an  de serbixwe bû, ew pêkanîna sati neqanûnî dît.  Mahatma Gandî, rêberê giyanî û parêzvanê mafên mirovan ê Hindistanê jî ji bo ji holê rakirina kevneşopiya sati çalakî li dar xist.  Îro, kevneşopiya sati hîn jî berdewam e.

Laşên ku di agir de dişewitin

Şewitandina Satî bi agir, xwe fedakirin an jî fedakariya wê ya bi zorê jî bi baweriya pîroziya agir ve girêdayî ye. Ev çîrok, dişibihe efsaneya Hz. Birahîm ku ji ber ku pûtên Nemrûd şikandiye û ev agir dibe Balîklî Gola Rihayê. Bi heman awayî, veguhertina parçeyên laşê Satî bo perestgehan û derketina çavkaniyên ava pîroz ên girêdayî van perestgehan jî vegotineke mîtolojîk e. Bê guman, ji bilî ku ji vê wekheviyê wateyekê werbigirin, giranî li ser wekheviya efsaneya avêtina agir heye.

Dibe ku ev çîrok jî vebêje ka merivên ku li cem jinan radiwestin, çawa ji hêla Şaman û xwedayan ve hatine organîze kirin û piştre ji jinan hatine veqetandin. Tê zanîn ku bi pêşketina civakbûna yekemîn re jin û mêr di çarçoveya feraseta jiyana hevpar a azad de hevkarî ava kirin û ev demeke dirêj jiyan kirin.  Mîta Satî bi serdemên ku zihniyeta baviksalarî dixwest xwe weke serdest bi cih bike re têkildar e. Ji wir, ev çîroka mîtolojîk paşê vediguhere çîroka Satî, ku xwe ji bo mêrê xwe dike qurban. Zîhniyeta baviksalarî bi pêşkêşkirina vê efsaneyê weke pêwîstiyeke civakî, dibe ku çîroka orîjînal berovajî kiriye û li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve şîrove bike.

Post Views: 128
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.