Dilovan kêfo/Amûdê
Yek ji bajarên herî kevnar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarê Amûdê ye. Amûdê bi dîroke xwe ya kevnar navdare û xwedî civakeke hevgirtiye.
Bajarê Amûdê bi cihêrengiya çandî tê naskirin û sembola çand û dîroka kevnar e. Ew yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye û li ser xeta sînor ya d navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê cih girtiye. Li Rojhilatê wê bajarê Qamişlo ye, li Başûrê wê bajarê Hesekê ye û li Rojavayê wê jî bajarê Dirbêsiyê ye. Çemeke biçûk bi navê çemê Xenzîr di navnda bajêr re derbas dibe. Li gorî dîrokzanan Amûdê di destpêka dehsala sêyemîn a sedsala bîstan de, hatiye avakirin.
Amûdê di sala 1936’an de ji aliyê Ferensiyan ve rastî bomberdûmaneke hewayî hat. Fransa erd şewitand û piştre bi 5 balafiran êrişî bajêr kirin. Ev dîrok bi dîroka “El-Toşa” tê zanîn. Nayê zanîn çima navê bajarê Amûdê, bûye Amûdê? ji ber ku di derbarê sedema navê wê de gelek gotin hene ku bi riya kal û pîr me çîrokeke efsanewî belav dikin û dibêjin keça Padîşahê Mêrdînê, biryara darvekirina kurê xwe da ku li nêzîkî Girê Amûdê bê darvekirin û dema ku ew ji aliyê karwaneke ku ji wê derê derbas dibû hat dîtin, wekî stûn an amûd hate naskirin. Paşê dema ku gund ava bûye, jê re dibêjin Amûdê. Di vê çîrokê de hûrgulî û guman li ser pêvajoya bûyerên wê hene.
Li navçeya Amûdê 3 girên arkeolojîk hene ew jî evin: Girê “Mozan”, girê “Çexir Bazar û girê Şermola. Ev gir şaristaniyên ku ji 3 hezar salî zêdetir in.
Bûyera şewata sînemayê
Di 13’ê Cotmehê 1960’î de, bajarê Amûdê bû şahidê kuştina zêdetir ji 200 kesan, ku piraniya wan zarokên dibistana seretayî, xwendekarên (Dibistana Seretayî ya El-Xezalî) ku temenê wan ne zêdeyî 12 salî bû. Şewata li “Sînemaya Şehrezadê” di dema nîşandana fîlma “El-Mesrî” de li salona sînemayê ku ji bo piştgirîkirina şoreşa Cezairê li dijî Ferensiyan bû, rû da.