Idrîs Henan
Rejîma Baas a berî çend mehan desthilata li Sûriyê bû, bi şaşnihêrandin û şaşxwendina xwe ji tabloya siyasî re ku doza welatekî pireng û pirçand, bi nêzîkatiyên amator û paşverû, kire oxirê berjewendiya mayîndekirina desthilatdariyê û li şûna civakê, berê xwe da hinek hevalbendên berjewendîperest ên weke Îran û Rûsyayê ku li dijî gelên Sûriyeyê bi salan şer, qirkirin û komkujî pêk anî. Lew re, çendîn dereng bû, çendîn divanka wê jî bi êş bû, lê di dawiya dawî de rastî bi ser dikeve û rejîma faşîst a diktator têk diçe.
Hegemoniya navneteweyî ku mudexeleyî aloziya Sûriyê kiribû û yek ji sedemên bingehîn ên kûrkirina kaosa li herêm û Sûriyê bû, derhal destwerdana rewşa piştî Esad dike û li şûna wî, rejîmeke çêkerê Alqayîde bi cih dike. Çendîn serkirde û rêveberên vê rejîmê mask li xwe bar kiribin, lê mesele ji şîrî heta bi pîrî ye. Yanê çiqas cil û berg werin guhertin, çiqas rih bên kurtkirin û ziman werin badan, ti carî rastî û cewherê wan nayê guhertin û ne jî dîroka ku şahidiya kiryarên wan dike tê malaştin. Bê guman, komkujiyên bê serûber ên li Beravê rû dane, mînakên ku qet nayên vegotin. lew re jî, carek din îradeya gelan a ku li ber zihniyeta rejîma Baas a dewlet netew li ber xwe daye û ew têk biriye, wê li ber vê zihniyeta hatiye ferzkirin jî li ber xwe bide û têk bibe.
Hegemoniya navendî xwestiye vê rejîma radîkal li şûna vîna gelan bi cih bike ku îradeya li welêt di bin lepên xwe de bihêle. Ji ber vê jî, gelek welatên YE û yên derdor, her kes li gorî berjewendiya xwe, berê xwe dan qesra Alqayîde li Şamê û bi erkdar û serkirdeyên wê re hevdîtin kirin. Serçeteyên ku li ser lîsteya wan a terorê ne, bûn fermandarên paye bilind û bi buhtanî stêrk û nîşan bi xwe ve daleqandin.
Li rexê dîtir ê tabloyê, sponserê Alqayîde, DAIŞ, Îxwan Almislimîn û hemû tevgerên radîkal ên li dunyayê, bapîr û bavê mezin, dewleta faşîst a Tirkiyê heye. Ji bona piştgirî, geşkirin û rewakirina xet û paradîgmaya olperest ku desthilatdariya xwe tekûztir bike, bi hezaran çeteyên Tirkistan, Ozbek, Şîşan, Tajîk, Dagistan, Elban, Tirk û Ereb derbasî xaka Sûriyê kirin û li bi hev re, tevî komên Wezareta Berevaniyê ya qesra Alqayîde, li Beravê komkujî pêk anîn û şêniyên Elewî bi malbatî qir kirin.
Di bingeh de xwestibûn vê yekê, weke elimandin, li serê Kurdan li Şehbayê pêk bînin. Lê birêxistinbûna Kurdan ku xwedî sazî û dezgehên parastina cewherî ne, rê li ber wê projeya genî girt. Lê ji bona ku wehşiyeta xwe pêşkêş bikin, Berav bê çek kirin, bi şûr û kêrên xwe zarok, jin, kal û pîr serjê kirin.
Çendîn aliyên navneteweyî ku rêya Alqayîde ya ber bi qesrên Şamê ve vekiribin, hişyarî dabin jî ku çi pêkhateyên li Sûriyê cihê xwe di nava rêveberiya welat a nû de bigirin, lê desthilatdariya li Şamê hemû hişyarî û bang paşguh kirin û xwestin bi hinek taktîkên rizyayî gelên Sûriyê bê parastin bihêlin û berê xwe dan Bakur û Rojhilatî Sûriyê û Başûrê welêt ku Kurdan û Dirziyan jî bê çek bikin. Lê rêveberiya bi ezmûn ku xwedî paradîgmaya azadî û demokrasiyê ye, bi polîtîkayên xwe yên profesyonal rê li ber wan azweriyan girt û rijandina xwînê li Sûriyê rawestand.
Ji bona wê jî, eger niyet avakirina Sûriyeyeke pireng, demokrat, nenavendî ku rêzê ji hemû pêkhatiyên xwe yên etnîkî û çandî re bigire, divê kesên li qesra Şamê dev ji rêya ezbeniya ji Tirkiyê re berdin û paradîgmaya demokrasî, edalet, wekhevî û pirengiyê qebûl bikin û mil bi mil bi gelên Sûriyê re, welat ava bikin. Kêmasiyên Baas tekrar nekin ku aqûbeta wê jî ne li we be.