Esma Mistefa/Qamişlo
Di dîrokê de, ji ber hişmendiya olperestî pêkhateya Elewî rastî gelek komkujî û tundiyê hatine. Di sedsala 21’emîn de jî pêkhateya Elewî li Sûriyê careke din rastî komkujiyeke etnîkî ku cîhan tev bû şahidê wê, hat.
Derketina Elewiyan
Mezheba Elewî di sedsala sêyemîn a hicrî de derketiye holê. Ev mezheb yek ji şîeyên tund tê hesibandin, ku li Elî Bin Ebî Talib îddîaya xwedatiyê dikirin Navê wan ê pêşî “Nusiriye” bû û piştî wê jî weke kamuflajekê ji bo gel û ji bo veşartina rastiya doktrîna xwe “Elewî” dihat gotin û niha jî li ser vî navî tevdigerin…
Mezheba elewî vedigere sedsala 9’an ku di nava aloziya siyasî û olî ya cîhana îslamê ya wê demê de derket holê. Baweriya wê ji şîetiya dozdehîmamî û sofîtiyê pêk tê, her wiha bandorên felsefeya gnostîk ku guh dide zanîna hundirîn, li ser wê hene.
Elewê li Tirkiyê hene ku hejmara wan bi milyonana e û piraniya wan li lîwa Îskenderon dimînin. Di Sûriyê de hejmara elewiyan nêzîkî 1.7 milyon kes e û ji sedî 9’ê nifûsa Sûriyê pêk tînin, ku piraniya wan Sunnî ne. Herî zêde li parêzgehên Laziqiyê û Tertûsê, Hums, Hama û gundewarê Şamê dijîn. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê li herêma Efrînê navçeya Mabata piraniya wê Elewî ne.
Her wiha li Îraq, Lubnan û Filistînê jî hejmareke hindik ji elewiyan dijîn.
Cudahiya bi Sunnetê re
Elewî di wê baweriyê de ne ku xîlafeta piştî H. Mihemed biçe cem Îmam Elî bîn Ebî Talib, wek ku ew bawer dikin û li gor hedîsên ku bi wan bawer dikin û rêya derketinê di sehîhên sunnî û şîeyan de dibînin.
Cudabûna bi Şîeyên Îmamî re
Elewî bi giştî li ser vegotina dîrokî ya serdema Pêxember û piştî Pêxember bi Şîeyan re hemfikir in, lê li ser teoriyên olî, şîroveyên Quranê û rêzgirtina ji bo Elî Bin Ebî Talib ji hev cuda ne. Tişta ku elewî herî zêde li ser disekinin eleqeya wan a bi hiş de ye, ji ber ku ew hişê Resûlê sembolîze dikin.
Di dîrokê de komkujiyên ku Elewî pê re rûbirû mane
Bi sedan salan elewî li Rojhilata Navîn rastî çewisandinên sîstematîk ên Împaratoriya Osmanî hatin ku wan wek derveyî îslama fermî ya dewletê didîtin. Ev çewisandin bi ketina Osmaniyan a Sûriyeyê di sala 1516’an de piştî Şerê Mercîdabiqê dest pê kir ku Sultan Selîmê Yekem fermanên olî derxistin û elewî weke zindîq ragihandin û rê li ber komkujiyên berfireh vekir ku hebûna wan dike armanc.
Li Helebê û gundewarê wê, hêzên Osmanî dest bi kuştinên komî kir ku bû sedema qirkirina gelek malbatan, wêrankirina gundan û kolekirina jinan, her wiha mal û milkên wan talan kirin û zeviyên wan ên çandiniyê ji wan hatin standin, lewma ew nava xizanî û tenêbûnê de man.
Beravên Sûriyeyê ji van kiryaran bê par nebûn. Di sedsalên 17 û 18’an de, li herêmên Laziqiyê, Tertûs û Çiyayên Elewiyan hemleyên leşkerî yên dubare li dijî elewiyan pêk hatin, pêre jî bacên giran li xelkê ferz kirin û xelk neçar kirin ku zarokên xwe wek xizmetkar bifiroşin da ku debara jiyana xwe bikin. Her wiha gundên elewiyan ên li Çiyayê Laziqiyê jî hatin şewitandin û wêrankirin, gelek kes neçar man ku koçî herêmên asêtir û dûrtir bikin.
Dema ku Împaratoriya Osmanî di sedsala nozdehan de lawaz bû, zordestî dîsa bi fetwayên olî yên ku ji hêla sultanatiyê ve derketin û kuştina elewiyan rewa kir, bi taybetî li Heleb û Anatolyayê. Ji ber van fetweyan elewî rastî pêleke nû ya tundiyê, koçberiyê hatin û di encamê de hejmareke mezin a elewiyan ji Heleb, Idlib û Maarat El Numan koçber bûn û gelek ji wan neçar man ku xwe li çiyayan bigirin an jî koçî Lubnan û Anatolyayê bikin.
Tevî ku Osmanî di çewisandina elewiyan de yên herî hovane bûn jî, lê Memlûkiyan ji wan bêhtir kiryarên çewisandinê kirin, wan bacên giran danîn û hemleyên kuştinê li dijî wan pêk anîn, bi taybetî li Heleb û Trablusê, lewma ew neçar kirin ku birevin herêmên çiyayî û bêtir ji civakê dûr bikevin.
Ev kiryar û sûcên berdewam, bûne sedem ku di nava elewiyan de zîhniyeteke giştî derkeve pêş, ew jî zihniyeta tirsa ji çewisandinê û xweveşartinê ye. Lewma wan xwe sparte çiyayan wekî herêmên ewle û ji tirsa dubarekirina qirkirinan bawerî ayînên xwe yên olî veşartî hiştin.
Komkujiya El-Tilel
Komkujiya gir yek ji qetlîamên navdar ên ku di mezheba misilmanên elewî bi sedsalan bi xemgîniyek mezin tê vegot. Taxa gir li nêzî Keleha Helebê ye, 2 km li rojava ye. Piştî şerê Merc Dabiq di sala 1516’an de, Siltan Selîmê yekê kînên xwe hilgirt û li dijî elewiyên li Helebê komkujî pêk anîn. tê gotin ku ev komkujiyeke hovane bû ku li navenda bajêr ji cenazeyên şehîdan ji jin, mêr û zarokan gir hatin çêkirin.
Elewî bi Rêjîma Esed û HTŞ’ê re
Di dehsalên borî de, Beşar de, elewî wek stûneke bingehîn a desthilatdariyê dihatin hesibandin, û di cihên sereke de di sektora giştî û saziyên leşkerî û ewlehiyê de hebûn, ku hertim girtin, îşkencekirin û tirsandin wek rêgez ji bo tepeserkirina her opozisyonê qebûl dikirin.
Di 8’ê Kanûna 2024’an de rejîma Beşar Esed bi destê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) û bi piştgirî û plangeriya herêmî û navneteweyî hilweşî. Piştê hatine HTŞ’ê bi rêveberiya Ehmed El Colanî li ser serweriyê. Sûriye bi giştî kete qonaxeke nû. Li beravîn Sûriyê di Adara 2025’an de çawa ku gelê Elewî bi hinceta bermahiyên rêjîma berê be hatin kuştin û komkujiyên ku tu carî ji bîrwriya dîrokê û ya mirovahiyê nayê windakirin, pêk anîn.
Li gorî rapora Çavdêrîya Sûrî a Mafê Mirovan: Belgekirina 25 qetlîamên li peravên Sûrîyê pêk hatine. Çavkaniyê eşkere kir ku 25 komkujî li beravên Sûriyê hatine tomarkirin, ji bilî 811 vîdyo û got: Navê 2 hezar û 246 qurbaniyan ku piraniya wan ciwan in, li beravên Sûriyê hatine piştrastkirin. Ev komkujî ne tenê ciwan û mêr tê de bûn qurbanî, di heman demê de jin, zarok û kesên temen mezin jî jê bêpar neman.