Birûc Resûl/Qamişlo
Hevserokê Meclisa Gelan a kantona Firatê Mihemed Hemdan diyar kir ku pêwîst e desthilatdariya Şamê li gor berjewandiyên tevahî gelên Sûriyê tevbigere û wiha got: “Em bi hêviya Sûriyeke demokratîk in ku di nava xwe de hemû pêkhateyan hembêz bike.”
Piştî 13 salan ji kirîza Sûriyê sîstema netewperest a rejîma Baasê hat hilweşandin. Heyet Tehrîr El Şam a cîhadîst ku rêveberiya demkî ava kir, li gorî biryarên wê, tê xuyakirin ku Sûriye ber bi sîstemek olperest ve diçe. Di heman demê de li Sûriya nû bi bêdengiya rêveberiya demkî êrîş, dagirkerî, koçberî û qetilkirin berdewam dikin. Li gelek herêmên Sûriyê QSD ji bo parastinê bang dike. Di vê çarçoveyê de Hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Firatê Mihemed Hemdan ji Rojnameya me re axivî.
Mihemed Hemdan da zanîn ku di destûra nû ya Sûriyê de pêwîst e mafê hemû pêkhateyan were nivîsandin û wiha got: “Piştî hilweşandina rejîma Baas`ê, em ketin qonaxeke nû de. Careke din gelên Sûriyê rastî metirsiyê tên. Di dema rejîmê de sîstema netewperest dihat meşandin, îro jî dixwazin rejîmeke olperest bidin avakirin û bi yek rengî Sûriye were birêvebirin. Bi hincetên bi vî rengî li ser neteweyan tiştên ku dixwazin bikin ev e. Şoreşa li Sûriyê pêk hat, ji bo gelek nirxan bû, nirxên demokrasî, jiyana bi rûmet, mafên pêkhateyan û pirsgirêka jinan di hundirê Sûriyê de. Piştî 13 salên bi têkoşîn û berxwedanê, di encamê de rejîma netewperest hat hilweşandin. Di vê qonaxa ku Sûriye tê de derbas dibe, hinek pîvan hene ku pêwîst e pêk werin ji bo ku hevjiyana di hundirê Sûriyê de pêk were û bibe Sûriyayeke demokratîk. Di destpêkê de pêwîst e kongreyek berfireh ku hemû pêkhateyên li Sûriyê dijîn bi wekheviya jin û mêr li ser asta erdnîgariya Sûriyê bi navê kongreyeke niştimanî pêk were. Bi kongreya niştimanî wê lihevkirina jiyanê çêbe û bibe mînaka hevpeymana civakî ku piştî wê neteweyên Sûriyê dest bi nivîsandina Destûra Sûriya ku parastina pîvanên li ser hatine lihevkirin bike.”
‘Pêwîst e di destûra nû de mafê her pêkhateyekê bê dayîn’
Hemdan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî helweşîna Rêjîma Baas me texmîn kir ku rewşa Sûriyê ber bi aramî û aşîtiyê ve biçe, lê mixabin desthihedariya Şamê di heman zehniyetê tevgeriya ku di Sûriya nû de mafê hemî pêkhateyan hat xwarin, tenê Sûriya dibînin ya Erebane, lê na; ji destpêka aloziya Sûriyê yê ku Sûriyê ji terorê û dijimin qedand û heya roja Îro şer dike hêzên QSD`ê ne, bê guman di nava hêzên QSD`ê de jî hemî pêkhate xwe dinav de cih kirin. di kêleka wê de jî sîstema Rêveberiya Xweser ku mafê hemî pêkhateyan parest û xwedî li wan derketin bê ferq û cudahî. Lewma pêwîste di destûra nû de mafê her pêkhateyek were bi dest xistin.”
‘Bila destûra Sûriyê ne li gor berjwendiyên aliyekî be’
Hevserokê Meclisa Gelan a kantona Firatê Mihemed Hemdan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîste hikumeta Şamê li gor berjewandiyên xwe tevnegere, ji ber ku kesê li gor berjewandiyên xwe tevbigere ew bi ser nakeve û temenê wê kurt be. Herwiha wek tê zanîn ku rêkeftinên di navbera Colanî û Mezlûm Ebdê hat kirin, ev gavek erînî bû, hêviya me heya ku di derbarê mafê pêkhateyan wê tiştin pir baş werin eşkere kirin û di heman demê de heya niha jî danûstandin di vê çarçoveyê de heye. Em bi hêviya Sûriyekî demokiratîk in ku di nava xwe de hemî pêkhateyan bihewîne û ferq û cudahî tune be. Îro ez yek ji pêkhateyên Erebim lê em ji bo doza kurdan û demokiratiyê li ser piyan e.”