Ayşa Silêman/ Dêrik
Bi wesîleya salvegera Şehadeta pêşengê Tevgera Azadiya Kurdistanê Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz), Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê çalakiyek li darxist.
Bi boneya salvegera Şehadeta Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Dêrikê li navenda çand û hunerê ya Dicle çalakiyek li darxist. Di çalakiyê de hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Di destpêka çalakiyê de xuleyek bêdeng li ser giyanê şehîdan hat rawestiyan.
Piştî wê sinîfsiyonek li ser jiyan û têkoşîna Fermandar Egîd hat pêşkêşkirin.
Di berdewamiya çalakiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xebat Elî axivî û wiha got: “Dema em şehîd Egîd bibîr tînin, ARKK’ê tê bîra me, heger rih û têkoşîna ARKK’ê nehatiban avakirin me nedikarî li vir kom bibin û nîqaşan bikin ev yek bi saya fermandarên wek Egîd in. Di heman demê de hat dîtin ku li herçar parçeyên Kurdistanê çawa newroz hat pîroz kirin ev coş bi saya keda Egîdaye. Erkê me herkesî ye ku çawa kurdan di Şoreşa Sûrî de xwedî îrade û hêz bûn, karîn xwe isbat bikin divê bi wî rihî jî niha tev bigerin da ku di destûra Sûrî de jî cih bigrin. Da ku têkoşîn û berxweda ku Egîd da meşandin û xeta ku Rêber Apo hilbijartî berdewam bibe.”
Çalakî bi siloganên “Bijî Berxwedana Egîd, Bijî berxwedana Zindanan ” bidawî bû.