Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HRRK’ê encama Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan eşkere kir

29/03/2025
in NÛÇE
A A
HRRK’ê encama Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ji bo eşkerekirina encama Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) daxuyaniyeke çapemeniyê da û tê de jî navê 5 helbestvanên ciwan ên kurd ên serkeftî, ragihand.

Îro HRRK’ê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyeke çapemeniyê navên helbestvanên serkeftî di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan de, da eşkerekirin. Tê de jî helbestvan Fatma Eto, Dilyar Hebîb, Sebrî Elî, Aras Mihemed Xêr û Ayfer Yildizistan di pêşbirkê de bi astên cuda xelat wergitin.

Daxuyanî bi zimanê kurdî hat xwendin û endamên Desteya Nirxandina Helbestê ya HRRK’ê, cîgir û endamên wê amade bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 1`ê Çileya sala 2025’an de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Ingilistanê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), ji bo cara pêncemîn lidarxistina Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a Sala 2025’an, ragihand û bi awayekî berfireh di rêyên cûrbecur re mercên beşdariya pêşbirkê bo ciwanên kurd ên Rojavayê Kurdistanê belav kir. Diviyabû ku di 10’ê  Adarê de deriyê beşdariya pêşbirkê were girtin, lê ji ber rewşa awarte ya li Sûriyê bi giştî û li Rojava rû dan piştî hilweşîna rejîmê, herwiha êşa koçberiya duyemîn ya gelê me yê Efrîn û Şehbayê, Komîteya Amadekar biryar da ku dema rêkirina berheman heta 20`ê Adarê were dirêjkirin. Herwiha Komîteya Nirxandinê ya Pêşbirka Helbesta Kurdî Ya Ciwanan a sala 2025’an ji Ehmedê Huseynî, Merwan Berekat, Stêrê Çelo, Ebdilwehab Pîranî û Kemal Necim dihat avakirin. Di pêşbirka îsal de, komek ciwan, ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûn.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de HRRK’ê wiha eşkere kir: “Piştî xwendin û têramandin û hewldanên Komîteya Nirxandinê yên ji dil û can da ku bikaribe helbestirîn helbest ji bo xelatan hilbijêre û piştî berhevkirina encamên her endamekî komîteyê û nêrînên hevpar û hevbeş di hilbijartinan de, encamnameya pêşbirkê wisa encam da: Helbesta asta yekem bi navê (Bihêle di Vê  Şevê de Hebhinarkê) ya helbestvan Fatma Eto ye. Helbesta asta duyem bi navê (Roja Tu Çû) ya helbestvan Dilyar Hebîb e. Helbesta sêyem a bi navê (Pelên Zemînê) ya helbestvan Sebrî Elî ye. Helbesta asta çarem bi navê (Rê) ya helbestvan Aras Mihemed Xêr e. Helbesta asta pêncem: Helbesta bi navê (Sêrbenda Dêrîn) ya helbestvan Ayfer Yildizistan e.”

HRRK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “ Tevî hemû rewş û geşedanên awarte, tevî êşa koçberiyê û êrişên berdewam ên li ser erdnîgariya vî welatî jî, ciwanan bi vîn, biryadarî û dilosoziyeke mezin xwedî li bîr û boçûn û ramanên xwe derketin, xwedî li çand, nasname û zimanê xwe derkrtin û bi hemû şêwe û cureyên hûnandinê belbestên bedew bi kurmanciyeke resen pêşkêşî pêşbirkê kirin. Em serkeftin û berdewamiya afirandin û dahênan û gera li asoyên nû û teze û roj li pey rojê gurkirina hestên derbirîna Kurmanciyê û zeftkirina alavên rasteqîne yên xeyal û nîgaşên Kurdiyê  ji hemû beşdaran re dixwazin, bi hêviya ku hemû aliyên peywendîdar li ciwanên Kurd xwedî derkevin û hewldanên wan ên nivîsandinê binirxînin û piştgiriya wan bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê her 5 helbestvan bi 5 astan xelatên pêşbirkê werbigirin. Xelata helbesta ku asta yekem werdigire 500 dolarê Amerîkî ye. Herwiha xelata duyemîn 400 dolar e, xelata 3’yan 300 dolar e, ya çaremîn 200  û xelata 5’an jî 100 dolarê Amerîkî ye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.