Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Vîna gel ji êriş û komkujiyên dagirkeriya Tirk xurtir e’

29/03/2025
in NÛÇE
A A
‘Vîna gel ji êriş û komkujiyên dagirkeriya Tirk xurtir e’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Malbata şehîdên komkujiya gundê Berxbotanê yê Kobanê diyar kirin ku bi komkujiyan vîna wan nayê şikandin û gotin: “Em bi şehadeta zarokên xwe ser bilindin û tu carî vîna me li hember êriş û komkujiyên dagirkeriya Tirk lawaz nabe, berovajî wê vîna me xurtir dibe.”

Di 17`ê Adara 2025’an de komkujiyeke din ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hate kirin û li gundewarên Kobanê komkujî li ser gel pêk hat, di encamê de 10 kes ji heman malbatê şehîd bûn û zaroka 9 salî ya bi navê Narîn jî birîndar bû. Narîn niha bê dayik, bav, xişik û bira ma. Bê guman gundê Berxbotanê yê ku êrîş lê hate kirin, beriya niha bûbû hedefa komkujiyeke mezin a DAÎŞ’ê. Niha jî dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer komkujiyeke nû kir. Ev rewş nîşan dide ku daewleta Tirk a dagirker ji her liv û tevgera xwe de tê fêhmkirin ku dixwaze plana nîvco ya DAÎŞ`ê temam bike. Dewleta Tirk a dagirker siyseta qirkirin û dijminatiya li ser gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîn e, kiryar û sûcên şer ên dijî mirovî derheqê sivîlan de pêk tîne û hemû qanûnên navnetewî binpê dike.

Derbarê komkujiya Berxbotanê, dayik û xuşaka şehîd Xezal Ebdo û birayê şehîd Osman Ebdo ji Rojnameya me re axivîn.

Suad Ebdo ku xuşika şehîd Xezal Ebdo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser jiyana xuşka xwe Xezalê û zarokên wê û wiha got: “Di destpêkê de ez êrişên dagirkeriya Tirk bi tundî şermezar dikim, ev êrişên dagirkeriya Tirk ne mirovî ne, her roj wê zarokan, jinan û zilaman bike armanc. Xuşka min 9 zarokên xwe hebûn, ew ji gundê Girik bûn, ji ber jiyana zehmet û rewşa wan a madî lawaz bû, wan berê xwe dan gundê Qumçê di zeviyekî de kar bikin û karibin debara jiyana xwe bikin. Dagirkeriya Tirk bi awayekî domdar her bi çekên giran û belafirên bê mirov li gundê Berxbotan û Qumçê a girêdayê bajarê Kobanê topebaran dikir. Di 17`ê miha Adarê da dewleta Tirk a dagirker bi çekên xwe yên giran li derdora zeviyê dixist, êdî bi dilekî bê wijdan û mirovî bi belafirên xwe yên bê mirov zevî kir armanc û xuşka min, hevjînê wê ku dibe pismamê min û zarokên wan hatin şehîd xistin, cenazeyên wan parçe parçe bûbûn, hemî biçûk bûn, xuşka min xezalê ducanî bû. tenê Narîn keça xuşka min maye ew jî bi giranî birîndare ku temenê xwe 9 salî ye û heya niha nizanê ku malbata wê bi giştî hatiye şehîd xistin.”

Narîna 9 salî

Suad Ebdo di berdewamiya axaftina xwe de behsa êşa çûyina xuşk û zarokên wê dike û wiha got: “Tenê niha yê ku ji malbata xuşka min maye, keşa wê Narîn e. Narîn ku niha li nexweşxaneyê de ye, birînên wê jî girane, her cara ku em diçin serdana wê, pirsa dayik, bav, xuşk û birayên xwe dike, belkî dema ku Narîn ji nexweşxanê derkeve, em ê çi bêjin. Em ê çawa lê xwedî derkevin, ji ber ku êşa wê ji a me giştiya girantire, ne tenê yek ji malbatê çûye, malbat giştî çû. Lewma wê li ser wê pir giran be. Ya dim jî keçeke bi tememekî biçûke wê şikandinek li hidirê wê de bimîne. Tenê em dibîjin xwedê ji Erdogan re ne hêle, bila Erdogan bizanb e ku ew ê bi destê me û destê zarokên me were tune kirin. bila ne fikire di cejina de komkujiyan pêk tîne wê morale me bişkê. Em serblindin û hêz û moralê me mezitir bû, em di dawiyê de jî dibêjin em xwe bi qurbana şoreşê bin.”

‘Êdî bese ji bêdengiyê re’

Birayê şehîd Osman Ebdo, Yasir Ebdo Jî êrişên dagirkeriya Tirk bi tundî şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker heya vê kêliyê êrişên xwe yên hovane li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê pêk tîne, tenê ez dixwazim vê bîjin, bila bimrin ew kesên ku çav û guhên xwe ji van sûc û komkujiyan digirin, bese êdî pêwîste rê li ber dagirkeriya Tirk bigirin, zarok, jin û bav û kalan dike armanca xwe. Ma çi sûcê zarokekî 4 mehiye ku were topabaran kirin. bimrin ew kesên bê wijdan. Birayê min ji xizantiyê zarok û hevjîna xwe berê xwe dan ziviyan tenê ji bo ku karibin xwe bidin jiyan kirin, li ber saatên sihuran dagirkeriya Tirk dest bi topabaranê kir, bi awayekî hovanê li mala birayê min bombebaran kir, wan hewl dan ku derkevin ji mal û belav bibin, lê dewleta Tirk a dagirker di nava zeviyan de jî wan kie armanc. Dema ez çûn ji bo ku em cenazeyên wan derxînin, dîtinekî karîset bû, hemî bûbûn parçe parçe. Ev êş nayê bi dawî kirin, lê em ê bi vê êşa xwe kîn û neferta xwe li hemberî dagirkeriya Tirk zêde bikin. em ê heya dawê li ser piyan bin û tola wan wê were rekirin. Banga me ew e ku dewletên vaneteweyê û saziyên mafên mirovan xwe bêdeng, ker û lal nekin, êdî bese ji bêdengiyê re, pêwîste dewleta Tirk a Dagirker were ceza kirin û hisabên herî giran jî were xwestin.”

 ‘Em ê bi agirê dilê xwe Erdogan bişewitînin’

Dayika şehîd Xezal, Xanim Hebeş diyar kir ku ew ê tu carî ji doza xwe paş ve naçin û wiha pê de çû: “Zarokên min hîn biçûk bûn, hevjînê min jiyana xwe ji dest da, 7 keçikên û lawikekî min hebûn. bi zor û zehmetî min zarokên xwe mezin kir, belê Xezalê jî yek ji keçikên min bû. Di sala 2006`an bi pismamê xwe re Osman Ebdo re zewicî. Ew jî bi xizantî jiyan kirin û pir zor û zehmetî dîtin. Ji bo ku zarokên xwe mezin bikin, di heman demê de ji ber ku cejina Remezanê nêz dibe çûn li zeviyekêîji xwe re kar dikirin, ji bo ku di cejinê de cilên nû ji zarokên xwe re bikirin û ew zarok kêm nemînin. Ne bû 15`e rojên wan di zeviyê de, dagirkeriya Tirk di 17`ê miha Adarê de malbatek giştî armanc girit. Ev çi rengê îslamê ye ku di miha pîroz a rojiyê de komkujiyan pêk tîne, îslam ne ev e, îslamiyet ne kuştina zarokan e, bila di bin navê îslamiyetê bes komkujiyan pêk bîne. Bes e ji dagirkeriya Tirk re, ew çi ji me dixwaze ev ax ne axa wiye, heya kengî wê dilê dayikan bişewitîne. Bê guman ez jî wek dayikeke dil şewat dibêjin ku em ê bi wî agirê dilê xwe Erdogan bişewitînin, em ji doza xwe paş ve naçin. Her wiha em bi şehadeta zarokên xwe ser bilindin.”

‘Kurd nayên tunekirin’

Xanim Hebeş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Raste em bi şehadeta zarokên xwe êşiyan, lê em dizanin ku xwîna wan wê bib rêya azadiyê û tola wan wê were rakirin. Em hemû dizanin ku çawa dagirkeriya Tirk sûcên şer pêk tîne û tevahî cîhan xwe kor dike, wekî ku tiştek nabîne, ez dengê xwe. Êdî bila bi wijdan tevbigerin, îro bi hezaran zarok û malbatên bê sûc li ber topebaranên dagirkeria Tirk de dibin parçe parçe. Êdî bese, mafên me yê jiyan kirinê jî heye, diniya tenê ji bo we çêne bûye heya ku dagirkerî dixwaze me bide qikirin. Lê bila Erdoxan dilê xwe rehet neke, em nayin tune kirin, em her zindî dibin, her ku zarokek me şehîd dikeve en xurtir û bi hêztir dibin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.