Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşwazîkirina cejina Remezanê

29/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Pêşwazîkirina cejina Remezanê
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Îsal jî bi dilxweşî û hêviyên qebûlkirina duayan, misilmanan heyva Remezanê bi dawî kirin. Bi sed hezaran misilmanên cîhanê her sal li benda vê heyvê dimînin, lewra ev hev ji bo wan taybet e û xwedî wateye. Niha jî êdî bûye dema hazirkirina cejinê.

Li cîhanê cihê ku misilman lê dimînin, heyva Remezanê bi kevneşopiyên wê dikine heveke teybet. Ji aliyekî girtina rojiyê ji aliyekî din jî xwendina pirtûka pîroz (Qurian) herwiha pirbûna dua û belavkirina bêdiviyên jiyanê ji bo malbatên bi hacet. Ji dîrokê de ev heyv ji bo misilmanan pir girîng û bi wateye. Lewra di vê heyvê de bi cûn û hatina li gel hev, hezkirina di navbera mirovan de zêdetir dibe.

Herwiha di vê heyvê de weke tê zanîn pirtûka pîroz (Qurian) daketiye erdê navê şeve qederê lê hatiye kirin. Ji ber ku roja daketina pirtûka pîroz (Quran) ne diyer, piraniya xelkê her deh rojên dawî ji bo gritina şeva qederê, li tevahiya bajaran mirov berê xwe dide mizgeftan û heta derketina rojê li mêj dikin. Gelek ji wan jî tenê şeva 26`ê rojiyê dimînin şiyer.

Di vê heyvê de dan û standina mirovan û gerandina civata zêdetir dibe, çimkî di vê heyvê de gel bi hêviya pêkanîna tiştê xweş e. Herwiha malbatên ku di debara pêkanîna debara xwe ya pêdiviyên jiyan zehmetiyan dikşînin, gelek mirov di vê heyvê de destekê dide wan. Ev yek jî ji bo malbatan dibe cihê kêfxweşiyê. Lewra bi van alîkariyan wê derfetê bide wan ku pêdiviyên cejina xwe jî pêk bînin.

Piştî heyvekê cejin   

Piştî heyvekê êdî cejin tê. Cejina piştî Remezanê bi navê cejina biçûk tê naskirin û cejina piştî wê bi cejina mezin tê naskirin. Li ser van navan gelek older diyar kirine ku ji ber ev cejin tenê sê rojin, navê cejina bi çûk lê hatiye kirin, ya din ji ber çar rojin û cejina xelkê ku diçine hecê, bi navê cejina mezin lê hatiye kirin. Li aliyekî din dibêjin xelkê ev nav li wan kiriye. Ya rast navê yekê cejina Fitiryê ye ya din jî ku piştî du meha û deh rojan e, cejina qurbaniyê ye.

Di remezanê de derxistina pereyan ya ku bi navê Fitir tê naskirin, pir girînge. Ew jî bi vî rengîye ku divê malbat li gorî jimarê zarokên xwe, her serê kesekî bi qasî nirxê kîloyek genim, pereyan derxîne. Ev yek jî bi armanca malbatên ku di peydakirina pêdiviyên jiyana xwe de dikşînin, dibe alîkar.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo pêşwazîkirina cejinê berê xwe didin bazaranên bajêr û xwe amadedikin. Ev sal ji salên berê cûdatir e, qerebalixa bazarê zêdetire. Lewra îsla nirxê kel û pelan ji zalên borî erzantir e. Ji ber ku piştî ketina rejîma Eseed nirxê dolar jî erzantir bû û derfeta kirîn û firotinê zêdetir bû.

Merasîmên cejnê

Şeva cejinê xelk berê xwe didin goristanan û cejina miriyên xwe jî dikin. Ev jî yek ji kevineşopiyan ne. piştê wê merasîmên cejnê dets pê dike ew jî wiha ye; beriya demjimêr 05.00 serê sibehê dest pê dike, xelkê berê xwe didin mizgeftan, beşdarî nimêj û gotara cejnê dibin.Bi cilên nû û bêhneke xweş jî li xwe dikin û piştî nimêjê, xelk cejnê li hev pîroz dikin.

Xelk jî li ser dengê meleyan ji xwe hişyar dibin û di saeetên serê sibehê de êdî zarokan dest bi gerandina xwe ya li şekir, dikin. Ye herî xweş jî di cejinê de ev e, kêfxweşiya ser rûyên zaroka ye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.