Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cejna Ekîto ya gelê Suryanî wê di 1’ê Nîsanê de were pîrozkirin

26/03/2025
in NÛÇE
A A
Cejna Ekîto ya gelê Suryanî wê di 1’ê Nîsanê de were pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Partiya Yekîtiya Suryanî li bajarê Qamişloyê Cejna Ekîto ku dikeve 1’ê Nîsanê ragihand. Her wiha ji aliyê Rêveberiya Xweser a herêmê ve bi daxuyaniyekê cejna Ekîto hate pîrozkirin.

Partiya Yekîtiya Suryanî li pêş Çerxerêya Sêfo ya Şehîdan a li kolana Quwetlî ya bajarê Qamişloyê bernameya Cejna Ekîto ku dikeve 1’ê Nîsanê ragihand. Di daxuyaniyê de bi dehan ji gelê Suryan, Rêveberiya Xweser a kantona Qamişlo beşdar bûn. Her wiha bi boneya Cejna Ekîto Rêvebriya Xweser a Kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê pîroz kir û bang li tevahî pêkhateyan hate kirin ku bi hev re ev cejin bê pîroz kirin. Daxuyanî bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wihabû.

Daxuyanî wiha hate destpêkirin: “Bi navê Rêvebiriya Xweser li Kantona Cizîrê, bi boneya sersala Asûrî, babilî û Akîto 6775, em germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê xwe yê siryanî, Asûri û hemû gelên herêmê dikin, ev bûyer kurahiya şaristaniya me nîşan dide û nirxên nûbûn û vejînê vedihewîne, ev derfeteke ji bo xurtkirina biratiya di navbera pêkateyên civaka me de û xurtkirina jiyana hevbeş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em li hêviya spandina wê li seranserî Sûriyê ne, nemaze biştî rûxandina rêjîma berê ku dijmintiya hemû çand û cejnên dîrokî yên pêkateyên Sûriyê dikir. Em weke rêvebiriya Xweser pabendbûna xwe bi parastina cihêrengiya neteweyî û olî li herêma xwe tekez dikin û em ji bo piştevaniya pêrozbahiyên mîrasê yên ku nasnameya me ya dewlemend ya dîrokê nîşan didin kar dikin, ji bo vejîna mîrateya mîratî em bang li hemů pêkhateyên herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku mil bi mil bi boneya cejna Ekîto sersala Asûr – babil beşdar bibin.”

Di dawiyê de ban li hemû pêkhateyan hate kirin û wiha hate gotin: “Em bang li her kesî dikin ku di 1,ê Nisana 2025’an de beşdarî van pîrozbahiyên ku nasnameya me ya resen û rihê biratiyê di navbera pêkateyên civaka me de vedibêjin bibin. Sala nû li gelê me yê Suryanî, Asûrî û li hemû gelên herêmê pîroz be, bi hêviya ku ev sal bibe sala Aştî, aramî û bextewariyê jibo hemû gelên herêmê.”

 

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.