Can Yûsif
Helbestvana Kurd Beşîra Derwîş Dengê jina Kurd a wêrek û azad.
Jin, ji helbestvana Sumerî lnxîdona dest pê dike û heta dighêje bi nifşa jinên afirîner ên hemdem ên welatê me Kurdistanê, ew helbestvaneke afirînere û nivîskareke hêja ye.
Alavên curbecur ên medyaya civakî hiştiye ku jina torevan nivîsên xwe ragihîne û bibe dengek ku li seranserê cîhanê bête bihîstin, dengê wê bilind dibe li hemberî hemû diyardeyên zordestiyê û pênûsa wê derbirîna azadî û daxwaza rizgarbûna xwe dike ji hemû peymanên kevnare, ji ber vê yekê, ew têkoşîn dike û li ber xwe dide û bi azadî dinivisîne, bêyî ku bibe koleya kesekî,heya ku dilopek xîmav ji pênûsa wê biherike.
Gelek helbestvan û nivîskarên jin ên kurd hebûn ku ji pênûsa wan xîmav diherikiya ji bo ku di derbarê civaka xwe de bîr û ramanê xwe bînin ziman, di gel hemû şert û mercên dijwar jî ew berdewam bûn binivîstandina bi pênûsa xwe, ku xizmeta ziman û wêjeya (edebiyata) kurdî bikin, li dijî înkarkirina nasnameya kurdî têkoşînê bikin, mîrateya çandî û zimanî ya kurdî biparêzin, wan karîbûn navên xwe di nav civata wêjeya kurdî de bi tîpên zêrîn xêz bikin û di cîhana nivîskarî û helbestê de şopeke girîng bihêlin, di nav wan de helbestvan û nivîskar û Haykonûsa kurd Beşîra Derwîş jî heye ku di vê qonaxa niha de stêrka wê li esmanê edebiyat û çanda kurdî şewq daye.
Helbestvan, nivîskar, çîroknûsa Kurd Beşîra Derwîş di sala 1969’an de li bajarê Qamişlo ji du dê û bavên Kurd (Mihemed û Hadiya) di nava malbateke Kurd a welatparêz de ku bi ruhê berxwedaniya netewî û hesreta azadiyê tijî bûye, hatiye dinya yê.
Ew di 7’ê Tebaxa 1987’ê de zewicî ye û dayika pênc zarokan e (sê kur û du keç).
Dibistana seretay, amadeyî û lîse li bajarê Qamişlo xwendiye û piştî wergirtina bawernameya amedayî, li kulîjeya wêjeyê di beşa Felsefeyê de xwe tomar kiriye, ji ber zextên ewlehî û siyasî û şert û mercên jiyanî û malbatê xwendina xwe ya zanîngehê temam nekiriye.
Meyla wê ya wêjeyî û hezkirina xwe ya ji bo nivîsandina helbest, nûşe û çîrokan di temenekî biçûk de dest pêkiriye di dema xwendina xwe ya di qonaxa dibistana navîn de, bi nivîsandina hizrîn û rojnivîsên xwe yên rojane, piştre jî dest bi nivîsandina helbest û kurteçîrokan kiriye, lê ji ber sedemên kesayetî (şexsî), siyasî û yên din ewê tenê ji xwe re dihiştin. piştî wê ew bi navên nenas di rojname û kovaran de weşandine
Paşê jî ew hatine weşandin di malpêreke ne nasnav de, lê ew hate hekirkirin, Piştî wê yekê wê bi tevahî xwe terxan kir ji karên nivîsandina helbest, gotar û çîrokan re.
Beşîra Derwîş helbestvaneka afrîner e ku helbestan bi zimanê erebî û kurdî yên petî dinivîse û bi şêwayekî klasîkî û terazû, bi awayekî pexşan û xurt û helbestên hayko yên hêja dinivîsîne, helbestên wê bi hesteke bilind û afrîneriyeke mezin diyar dibin, ew xwedan jêhatîbûnek bilinde ku bi helbestên xwe yên xweş û nivîsên xwe yên hêja peyaman vediguhezîne û ramanan rasterast radighîne dilê mirovan, îlhamê dide mirovan û wan teşwîq dike ku bigihîjin armancên xwe û xewnên xwe pêk bînin.
Beşîra Derwîş bi xeyalên xwe yên xemgîn û gerok, bi zimanekî xweş, sade, xeyalî helbestên hêja dinivîse û ji me re cîhanek tijî jiyan û mirovahî xêz dike, cîhanek ku em tê de wateyên herî bilind derbas dikin, di gel hemû neheqiyên ku ew bê deng distîne jî, mîna keçên me yên din, ew dixebite û amade dike ku ji bo me helbestên xweş, awazên melûl pêşkêşî me bike û herwiha ew ji me re bi gotinên xwe yên sade, birîndar, rêyên pêşveçûna li ser rêya mirovatiyê û yekîtiya bi qenciyê re xêz dike.
Beşîra Derwîş ji bo xwezaya bedew a Kurdistanê, ji bo azadiyê, ji bo jinan, ji bo zarokan, ji bo Kurdistanê, ji bo parêzvanên axê, ji bo êş û derdan, ji bo bendewariyê, ji bo hesreta di dilên tî de, ji bo jiyanê, ji bo evînê, ji bo hezkirinê, ji bo hesretê, helbest nivîsîne, gotinên wê li ser jiyanê pir xweş in, û tîpên wê hêsanin, lê ew gelek wateyên bedew hildigirin û bandorê li ser dilan dikin, hûn dikarin wan fêm bikin û tiştên ku hûn bi wan hîs dikin diyar bikin, gotinên wê birînan derman dikin, giyanan şa dikin û dilan xweş dikin.
Ji berhemên wê yên edebî yên çapkirî ev in:
– Berhevoka helbestan, ya yekem bi erebî (Keça Rojê) ye di 2018’ê de hatiye çapkirin.
2-Komek kurteçîrokên bi zimanê kurdî bi navê (Marên di hêlînên kevokan de) di 2019.
3-Berhevoka helbestan bi zimanê kurdî bi navê (Buxçika hêviyan), di sala 2020 de.
4-komeke kurteçîrok bi navê (Pêl û dûman) di 2020 an de.
5-Pirtûkek helbestên Hayko bi navê (Refên xewnên firyayî) di 2021 li Tehranê hatiye çapkirin.
6-Pirtûkeke hevbeş ya helbestên erebî û wergera amazîxî bi navê “Dewata pakrewana” di sala 2021 li Bexdayê hatiye çapkirin.
7-Berhevokek ji helbestan bi navê (Hezar û Yek Hayko) beşa yekem di sala 2024’an de li Misrê hatiye çapkirin.
Herwiha çend Ontolojiyên hevpar ên ku hatine çapkirin jî hene
Wek ontolojiya helbesta nûjen li Rojava (bi kurdî) û helbesta femînîst a kurdî ya helbestvanên jinên kurdên sûriya û antolojiya ku helbestvanên ji Kurdistana Iraqê, Sûriyê û Emazîx têde cih digirin û ew xwedî şans bû ku li kêleka nivîskarê navdar ê navneteweyî Şêrko Bêkes û yên din cî bigire .
Jînenîgariya wê û çend berhemên wê yên wêjeyî hatine daxistin li gel hejmarek ji nivîskaran di bergîna (cildê) heştan de ya Pirtûka nivîskar Necmedîn Îsmaîl Sumeîlî ji Iraqî ve, ku tê de 70 nivîskar û kesayetiyên naskirî hene, bi navê (Ez û Stêrên Ronahî).
Gelek helbest û nivîsên xwe di malpêrên elektronîk û kovarên edebî de weşandine û gelek xelat wergirtine û hin ji wan bi çend zimanan hatine wergerandin.
Ji bilî beşdarbûna dîwanên wê yên helbestan û nivîsarên wê yên edebî di pêşangehên navdewletî û herêmî de, gelek xelat û bawernameyên spasdariyê û rêzgirtinê wergirtine, wek beşdariya dîwana wê ya helbestan (Keça rojê) û pirtûka wê (Marên di hêlînên kevokan de) û berhevoka wê ya helbestên Hayko (Refên xewnên firyayîn) li pêşangeha navdewletî ya Hawler û pêşangeha Herekol li Qamişlo hate pêşkêş kirin û wan bawernameyên pesindan û afirînerî yê wergirtin.
Ji bilî wergirtina gelek xelatan ji bo nivîsên xwe yên haykoyê ji yaneyên erebî û yên din, û weşandina wan di kovara “Peyv û Evro” de li ser malpêra Badînan, herwiha wergirtina wê bawernameya doktoraya rûmetê ji Akademiya Helbestê li Holendayê, kovara El-Esala ya wêjeya Erebî.
Ew endama Yaneya (Kulûba) Erebî ya haykoyê ye li (Muxrib, Misir û Ûrdinê) ye û serpereştiya kovara Hilda Hayko ye dike û endameke çalak û bibandor bû di beşdarbûna şevbuhêrkên helbestan û festîvalên wêjeyî û çandî yên ku di van salên dawî de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine lidarxistin.
Di karê wêjeyî û çandî de jê re serkeftin, afirînerî û geşbûna zêdetir dixwazim.