Dilîn Ehmed/Qamişlo
Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji 21 heta 28’ê Adarê navê xwe di dîoka têkşênê de dane nivîsandin û dîrok dane guhertin. Ew zarokên gelê Arî bûn, Ji gelê xwe re xizmet kirin û heta roja me ya îro bi rihê wan têkoşîna azadiya Kurdistanê didome.
Rojên di navbera 21-28’ê Adarê ji aliyê gelê Kurdistanê wekî “Hefteya Lehengiyê” tê pêşwazî kirin. Lewra her rojek ji vê hefteyê wedî dîrok e. Pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Mazlum Dogan 21ʹê Adarê bi çalakiya xwe pêvajoyek nû da destpêkirin, fermandarê efsaneyî Mahsum Korkmaz (Egîd) jî rengê têkoşînê diyar kir û 28’ê Adarê şehîd bû.
Bi sedê sala ye Kurdistan hatiye dagîrkirin û talankirin, li ser gelê wê jî gelek komkujiyan pêk hatiye. Dagîrkeran gelê Kurd paşguh dikir wan tune didîtin. Lewra ji ber siyaseta wan ya li dijî mirovatiyê gel bê bawerî hat hiştin, rê li ber pêşxistina wan nehatibû hiştin. Di sedsala 20’an de çirûsekeke nû pê ket û rûpelek nû ya dîrokî hat vekirin.
Yek ji van dîrokan “Hefteya Lehengiyê” ye. Di vê hefteyê de pêşengên tevgera azadiyê bi çalakî, têkoşîn û berxwedana xwe pêvajoyên nû dane destpêkirin û mohra xwe li dîrokê xistin. Ji bo bi destxistina destkeftiyan bi sedan şoreşger di vê hefteyê de şehîd bûn.
Bi damezirandina Partiya Karkerê Kurdistan (PKK) ê ku di 27’ê Mijdara 1978`an de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, guhertinên dîrokî li Kurdistanê pêk hatin. Êdî têkoşîna jiyanek azad û wekhev hat destpêkirin. Bê goman bi destpêkirina vê têkoşînê re û heta roja îro, gel rastî gelek zor û zehmetiyan tên û bedelên giran jî hatin dayîn. Lê bi saya vê têkoşînê, rê li ber destkeftiyan hat vekirin û bawerî hat avakirin.
Mazlûm Dogan sala 1955ʹan li gundê Teman yê girêdayî navçeya Mazgirt a Dersimê ji dayik bûye. Piştî dibistanên seretayî, navîn û amedeyî, li bajarê Balikesîr ê Tirkiyeyê dibistana mamostetiyê Tirkiyeyê xwend. Sala 1974’an li beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê nave xwe tomar kir. Di sala 1976ʹan de tevli koma îdeolojîk a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû. Di 30ʹê Îlona 1979ʹan de ji aliyê desthilata Tirk ve hat girtin.
21’ê Adara sala 1982’an yek ji damezirînerên PKK’ê Mazlum Dogan li zindana Amadê ku yek ji zindanên herî xirab ên cîhanê ye, dijî îşkence, zulm û polîtîkayên tunekirinê bi 3`ê darikên kîbrîtê çalakî li dar xist û newrozeke nû da dstpêkirin.
Li pêşberî dadgeha leşkerî ya dewleta Tirk li Amedê Mazlûm Dogan bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bang kir ji wê demê ve, ev bûye dirûşmeya tevahiya Kurdan û tevayiya gelê azadîxwaz. Mazlûm Dogan ji hevalên xwe re sembola têkoşîn û berxwedanê bû. Dogan bandor xwe ya têkoşîna bîrdozî û rêxistinî li ser girtiyên siyasî yên ji fikrinên cuda jî hebû.
Mazlum Dogan bi sê darikên kibrîtê roja 21ʹê Adara 1982ʹan de çalakî li dar xist, ango mîna roja Newrozeke nû û dîrokî nivîsand. Lewra wekî Kawayê Hemdem hatiye binavkirin.
`Li pêşberî zordaran wê Kawayên Hemdem jî hebin`
Mazlum Dogan li pêşberî zordaran gotibû: “Li her devereke ku Dehakên zalim hebin wê Kawayên Hemdem jî hebin” piştî vê gotina Ş.Mazlum Dogan Newrozeke nû geş bû. Herwiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li ser mijarê ev nirxandin kiribû: “Newroz ji niha û pê de wê bi du navan were bibîranîn. Newroza yekê bi navê Kawayê Hesinkar. Ev Newroz zayîna gelê me, pêşveçûna ber bi serxwebûn û azadiyê ve, efsaneya berxwedana bi rûmet ya dijî kesên vê pêşveçûnê asteng bikin, tê bibîranîn. Newroza duduyan jî ewe ku rêhevalê me Mazlum ji bo têkoşînê cane xwe feda kiriye.”
Rojên dîrokê
Mahsûm Korkmaz (Egîd) sala 1956ʹan li navçeya Farqînê ya bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê jidayik bûye. Sala 1976ʹan bi rêya Mazlûm Dogan Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir û dest bi perwerdeya îdeolojî û siyasî kir. Mahsûm Korkmaz yek ji damezrînerên Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) û pêşengên Pêngava 15ʹê Tebaxê ya 1984ʹan ku têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk ya dagirker hat destpêkirin bû.
Herwiha roja 15’ê Tebaxa 1984’an koma gerîla ya bi navê “14’ê Tîrmehê” bi pêşengiya fermandar Mahsum Korkmaz (Egîd) li navçeya Eruh (Dihê) ya Sêrtê dijî bargehên leşkerî yên dewleta Tirk çalakiyek serkeftî pêk anî û şerê çekdarî jî dan destpêkirin. Ev roj jî di dîroka Kurdistanê de rûpelek nû vekir û li cîhanê deng veda, lewma gelê Kurd 15`ê Tebaxê wekî “Cejna Vejînê” dadikevin qadan û bi çalakiyên cûda vê rojê pêşwazî dikin.
Fermandarê efsaneyî Mahsûm Korkmaz ku bi rêhevalên xwe re di rûpela nû ya dîrokê dest bi têkoşîn kir. Fermandar Egîd 28ʹê Adara 1986ʹan di şerekî li hemberî artêşa Tirk a dagirker ê li çiyayê Gabarê de şehîd bû.
Li ser şehadeta Fermandar Egîd Rêber Abdullah Ocalan jî wiha gotibû: “Rêheval Egîd fermandarekî dizanî ku pêwîst e Newroz bi hêviyên mezin bên pêşwazîkirin. Ew bi xwe jî di vê zanebûnê de bû û bawer dikir ku di şertên herî zehmet de dikarin gavên mezin ên nayê hejandin biavêjin. Bi vî rengî diyar kir ku taktîka partiya me wê bikeve jiyanê û bibe mînak. Ew di heman demê de ji bo diyarkirina qedera gerîla, gelê me û têkoşîna me ya çekdarî jî fermandarekî ku rewş zû ferq kiribû.”
Li aliyekî din jî ji Fermandarên YJA Starê Emîne Erciyes di 28`ê Adarê 2020 Hefteya Lehengiyê, lehengî û Egîdbûn ji ANF’ê re ev nirxandin kir. Fermandar Emîne Erciyes destnîşan kir ku di dîroka berxwedanê de lehengiyên derketin holê ruheke fedayî yê nû derxist û bal kişand ser milîtanên jin ên di têkoşîna azadiya Kurdistanê bû fedayî û leheng û ev nirxandin kir: “Her çendî Hefetya Lehengiyê ji Mezlûman bigire heta Egîdan tê girtina dest jî lê di nava bê hefteyê de bi taybet divê jinên berxwedêr û leheng jî bên bibîranîn. Zekiye Alkan li dijî teslîmyeta li Amedê dihate ferzkirin bi gotina; ‘Amed wiha li ber xwe bide’ li ser sûrên Amedê agirê Newrozê bi bedena xwe pê xist. Li peyv êv Rehşan Demîrel li Kadîfe Kale ya Îzmîrê çalakiya xwe ya mezin pêk anî. Her wiha Ronahî û Bêrîvan jî li Elmanyayê dest dan destê hev li qiraxa çem rawestiyan û peyama ‘Li gel me çem jî bi herike, eger ku azadî nebe em ê xwe bi agir paqij bikin’ da. Ronahî û Bêrîvan berdêlên azadiyê ne. Ev çanda berxwedanê bi Sema Yucel jî dom kir. Em dema li vê dinêrin dibînin ku ruhê lehengiyê bi demê re fedayîtiyê di afirîne. Bi vî awayî PKK’ê ruheke nû afirand, qehremaniyek nû û cesaret derxist holê.“
Di têkoşîna azadiyê de ev herdû dîrok wekî gelek dîrokên din gelekî girîng in. JI ber vê yekê PKK’ê jî di kongreya xwe ya sisiyan ya (1986) biryar girt ku rojên di navbera 21-28’ê Adarê wekî “Hefteya Lehengiyê” bê binavkirin û pêşwazîkirin.
Bi vî rih û moralî gelê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe Şoreşa xwe ya 19`ê Tîrmeha 2012`an dan destpêkirin. Bi saya vê felsefeyê û xwîna şehîdan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftiyên bi nirx bi dest xistine. Mirov dikare bêje rûpela ku Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz verkî, berdewam kir û bidestkeftiyên dîrokî têde têne nivîsandin.