Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêbertî tiştek wiha ye!

26/03/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Çima? Di Newrozê de destûr nedan ku peyama Rêber Apo ya Newrozê were xwendin, lê, pêngava ku Rêber Apo bi navê ‘aşîtî û civaka demokratîk’ dabû destpêkirin li hember hemû astengiyan dewam dike.

Astengî ji aliyê Erdogan ve pêktên. Erdogan dixwaze vê pêngavê ji bo desthilatdariya xwe bikarbîne, diaxive lê di pratîkê de li gor rihê pênegavê tevnagere. Lê wisa dixwiye ku Rêber Apo ji bo Erdogan li chê sekiniye birê bibe. Bi dewletê re di nav nîqaşan de ye. Li gor nexşerêya pêngavê diviyabû gav bi gav rêwîtiyek hebûya.

Dewlet di nava rê de sekiniye û Ocalan ji wan dixwaze gavan bavêjin. Çi dixwaze? Dixwaze rewşa xwe ya destwerdana pêvajoyê (Telefon, internet, sekreterya, bi derve re kontakt, tevlîbûna TV û medyayê, sardana mêvanan, konakta bi rêxistinê re û hwd.) were sererastkirin. Dema ku van tiştan dixwaze, ji bo azadiya xwe ya şexsî naxwaze, ji bo gelê xwe dixwaze, rêbertî ev e….

Ji xwe ev soz hatibû dayin û di nexşerêyê de jî hatibû destnîşankirin.  Ji bo ku gav navêjin sardana Îmrali hate rawestandin. PKK’ê jî ji bo lidarxistina kongreya xwe li benda tevlîbûna Rêber Apo ye. Ewê dewlet gav bavêje. Wê kongre kom bibe. Divê ku hinek wext bixwaze.

Lê tiştê herî girîng Rêber Apo bi vê pêngavê re bi vê serdema nû re di nav Kurdan de efektên yekîtiya netewî avakir. Di nav civaka Kurdan de ev yek êdî tê axaftin, ji xwe ji aliyê KNK’ê ve amadekariya Konferansa yekîtiya neteweyî tê kirin. Li çar parçeyên Kurdistan jinên Kurd jî ji bo ‘konferansa yekîtiya jinên Kurd’ amadekarî kirin. Daxwiyanî dan û Rojava ji vê Konferansê re malovanî kir. Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi serê xwe eşkere kir ku banga Rêber Apo rê li ber avakirina yekîtiya neteweyî vekir. Kurd yekem care bi coşeke mezin bi tevlîbûneke mezin Newroza xwe pîroz kirin. Li tevahiya Kurdistanê û seranserî cîhanê, Newroz hat pîroz kirin.

Li hemû qadên pîrozbahiyan ji hemû rêxistin û partiyan, tevlîbûn çêbû û Newroza xwe bihev re pîroz kirin. Mînak pîrozbahiyên li Almanya li bajarê Kolnê!!!! Hin aliyan xwestin Newrozeke alternatîf organîze bikin, Kurdan ev niyeta wan vala derxistin û li gorî pêngava nû ya Rêber Apo tevgeriyan. Dema ku berbi vê pîrozbahiyê birêketin di niyeta wan de banga Rêber Apo ya yekîtiyê hebû. Di axaftinên kesên ji qadê û parvekirinên li ser mediya dijîtal de, me ev yek dîtin. Bi taybet di Newroza Stenbol û Amedê de ji her sal bêtir tevlîbûnek hebû. Rêber Apo bi vê banga xwe ya dîrokî pêşî li êrîşên dewletê, girt. Herweha  Pîrozbahiyên Newrozê bi dewlêtê jî da qebûkirin. Di Newroza Amedê de jî efektên serdema nû hebûn…

Li wê qadê yekem carbû peyamên kesayetên cûda hatin xwendin. Bandoreke wisa li PDK’ê jî kiribû ku peyamên wan jî li qada Newroza Amedê bilind bûn. Rêbertî ev e.

Rêber Apo serdemek wisa da destpê kirin, bandor li hemû civaê kir. Bandorek wisa kir ku wan ji şaştiyên wan vegerand. Li Rojavayê Kurdistanê pêşketinên nû çêdibin, ENKS û PYD’ê kom bûn û ji bo pêşeroja Kurdan biryar dan. Ji Başûrê Kurdistan şande ji bo piştgiriyê ber bi Rojava birêdikevin. Deng û peyamên ji qadên Newrozan bilind dibûn mafdariya hewldanên Rêber Apo yên serdema nû didan. Herkesî bawerî anî ku Rêbertî ev e.

Post Views: 138
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.