Volqan Elî
Rast e ku dagirkerî, faşîzm û pergalên dijî civakan, dijî gelan, li dijî baweriyan tenê xwe diecibînin, ji xwe razîne! Dibêjin qey Xweda ew ji bo ku serweriyê ji cîhanê tevî re bikin, afirandine. Heqê ti mirovî tine ku bi zimanê xwe, bi çanda xwe û heta bi olê xwe jî bijî, îbadeta xwe, li gorî rêûresmên xwe bike. Hê çend deh sal ji beriya vê, wezîrê edaletê yê komara Tirkiyê Esat Bozkurt digot; “Ji derveyê qewmê Tirk heqê ti kesî tine ku li vî welatî bijî, eger hebe heqekî wan ew jî ew e ku bibin xizmetkarê Tirkan.”
Na, em van tiştan ne ji bo ku komara Tirkiyê bi xwendekaran bidin naskirin tînin ziman. Hewldaneke wisa bi çend hevokan ne gengaz e jî. Jixwe ev komara han, bi qasî ku hewcedariyeke wisa zêde nebe, bi başî û xerabiya xwe (her ti başiya wê tine lê ji ber hevok wisa tê) li ber çavan e. Eger hebe nebe, tenê em dixwazin bi çend mînakan balê bikişînin li ser vê taybetmendiya wê: yanî serhişkî…
Hûn lê mêze nekin ku em dibêjin ‘serhişkî’… Wekî me li jor anî ziman tenê pênaseyeke di zimanê Kurdî de ye û me hem ji ber wê û hem jî ji ber zimanê demê ev gotina ‘nerm’ bi kar anî. Naxwe ev Komar evîndarê serhişkiyên hê li pêştir e. Ji bo wê ne xem e, ku hinek wê bi hişkî pênase bikin. Berevajî, ji fikrê wê, ji emelê wê û her tiştê wê dijwarî, serhişkî, êş û azara li ser gelan (heta li ser gelê xwe bi xwe) difore.
Em zêde dirêj nekin: di van rojên dawî de Komara dagirker ya Tirkiyê rojeveke ku heta bi niha di kîsê xwe yê îhtiyadî de radigirt, anî di nava civaka Tirkiyê de teqand. Şaredarê Stenbol ê CHP’î xist zindanê û ji wezîfeyê girt. Çima niha? Bersiva wê dibe ku li gel komara malûm pir cuda be. Hezar hesabê Tayip û hêzên hegemonîk hebin. Em tam nizanin. Ya em dizanin çi ye?
Rêber Apo nêzîkî mehekê ji beriya vê ‘Bangawaziya Aşitî û Civaka Demokratîk’ kir. Mirov bi rastî bêje, destpêkê ne ji aliyê dostan ve û ne jî ji aliyê dijminan ve tam nehate fêmkirin. Kurd û dostên xwe, destpêkê tam serwext nebûn jî, baweriya wan bi Rêber Apo temam bû. Aliyê din qet fêm nekir, bi taybetî dewleta Tirk wisa xuya dibe ku li gorî xwe, wekî berjewendiyên wê pê biqedin şîrove kiriye.
Hûn ê bêjin “çi eleqaya Banga Rêber Apo bi girtina şaredarê Stenbolê heye?”. Wisa nebêjin, çawa ku taveke dijwar agahdarê baranê ye yan jî zivistaneke dijwar mizgîniya bihareke dîn û har e. Banga Rêber Apo rasterast bi girtina şaredarê Stenbolê re eleqadar e. Li Tirkiye hê wê gelek tiştên sosret çêbin. Em pir dirêj nekin, dema ku Bangawaziya Rêber Apo hat bihîstin, ya rast hem aliyê hember û hem jî Kurd û dostên xwe hema bêje, ji derveyê dilsoziya bi Rêber Apo re, bi heman tiştî fikirîn. Ji Erebîstana Sûdî bigir heta bi Îranê got “baş e, bila PKK’ê çekê xwe dayne û xwe fesih bike”. Lê li aliyê din ve jî Kurd û dostên xwe jî gotin “temam lê ev ê çawa bibe?”
Bi kurt û kurmancî her du eniyan jî, ma pê nefikirî ku Rêber Apo, ev bang di serî de ji bo dewleta Tirk kiriye, ew bê çek kiriye; ji bo ku paşê pergala modernîteya kapîtalîst tevî bê çek bike. Beşa bi dewleta Tirk re eleqadar a plana Rêber Apo hêdî hêdî xwe dide der.
Niha em ji ku derdixin ku ev bangawazî di serî de ji bo dewleta Tirk bû? Girtina şaredarê Stenbolê ji ser kar û xistina wî ya zindanê îşareta wê ye. Ji ber ku dewleta Tirk bê parastin maye êrîşê derdorê dike, êrîşê hêza herî lawaz dike. Hêza herî lawaz ku li ser serê wê komplo bike, CHP ye. Naxwaze ti kes, ti hêz ji bin kontrola wê derkeve. Lewra İmamoglu û hin derdorên welatparêz di çarçoveya ‘lihevkirina bajaran’ hin xebat meşandibûn û hin şaredarî xistibûn destê xwe. Ku ev jî li gorî qanûnên Tirkiyê bûn. Lê ev hin bahane ne, AKP wan dide pêş. Ev destpêkek e, ne dawî ye. Ji ber xwezaya dewleta Tirk, wekî kulmeke ji pola ye, bi vê pir pesna xwe dida, tê de nermbûn tine, hê wê serê xwe li gelek teht û zinaran bide.
Hê Rêber Apo jî nû ve dest pê kiriye, di gava destpêkê de hovekî wekî dewleta Tirk qefilandiye, xistiye nava kîsekî ji pembo. Lê belê ji ber ku pir serhişk e, pir aloz bûye çû xwe li partiya CHP’ê qeliband. Hê em nizanin ji giregirên wê, dilê kê çend saxlem e. Xweda ya xirê bike!…