Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêvajo, Fikar û Erk

26/03/2025
in POLÎTÎKA
A A
Pêvajo, Fikar û Erk
Share on FacebookShare on Twitter

Sînan Cûdî

Pêvajoya guhartin û veguhartina ku piştî Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo dest pê kir, derbasî qonaxeke nû bû. Li çar alîyên Kurdistanê di qadên Newrozê de gelê Kurd xwedî li vê bangê derketin û piştgirîya xwe bi Rêber Apo re ragihandin. Ev piştgirî û xwedî derketin, destpêkirina pêvajoyekî nû ye.

Bi ya min Newroza îsal, di aliyê hejmar û coşê de hemû newrozan li şûn xwe hişt. Peyamên ku ji qadên Newroz’ê belavbûn, ji niha ve mohra xwe li têkoşîna gelan xist. Bêguman coş, kêfxweşî û rêxistinbûna gel ji pêvajoya heyî nikare bê cuda kirin. Banga Rêber Apo, gotûbêjên Aşti’yê, guhartinên sîyasî yên herêmî û navnetewî asta têkoşîna kurdan jî dîyar kiriye.

Çawa ku Newroz destpêkirina bihar û sala nû ye, Kurdan jî her sal bi çalakîyên Newroz’ê ve stratejî û plansazîyên xwe yên têkoşînê eşkere dikin. Newroz ji bo Kurdan roja dîyarkirin û îlankirina têkoşina sala nû ye.

Xuyaye, di vê pêvajoya girîng a dîrokî de hemû aliyên Tirkiye û Kurdistanê li ser naverok û asta têkoşînê ji alîyê xwe ve dinirxîne, niqaş dike. Asta polîtîk a gelê Kurd afirandiyê, çanda gotûbêjên demokratîk me mecbûr dike ku hemû hûrgilîyên heyî niqaş bikin. Ji ber ku gihiştina van rojan ne hesan bû. Gelê me gelek bedelên giranbuha dan. Heta van kelîyan jî li gelek alîyên welat şer, dorpêç û alûziya sîyasî û aborî li ser me qut nebûye. Lewma em divê bi tedbîr û hestiyar tevbigerin û bi rengekî berpirs nêz bin.

Hin derdorên ji nava gel û hêzên dost, behsa potansiyela xapandina Tevgera Azadiya Kurd dikin. Bang li Kurdan tê kirin ku ji bo bidestxistina hin mafan nekevin xefika AKP’ê û nebin navbeynkar di derbasbûna sîstemeke despotîk a AKP’ê de. Dîsa tekilî û danûstandina bi rejîma nû ya Şamê re jî heman fikar mijarê gotinê ye. Ev hişyarî û nirxandinên ku bi niyetê baş tê gotin, bêguman ji aliyê kurdan ve bi baldarî tê guhdarîkirin.

Lê, bi dîtina min ne mimkun e ku Tevgera Azadîya Kurd û Rêber Apo ku bi têkoşîna zêdetirî pêncî sal in di qada siyasî, leşkerî û civakî de nasnameya gelê Kurd daye naskirin, van fikaran nebîne. Lê di heman demê de rast e ku fikar heta radeyekê dikarin sûdmend bin. Em mecbur in tedbîrên xwe jî bigrin. Ruhê demê vê ferz dike.

Jixwe, pêvajoyek pêşkeftî heye. Bi daxuyaniyên ku di Newrozê de hatiyê dayin pêvajo xistiye serdemeke nû. Ev heyama ku em ê têkevinê, dê ji her demê zêdetir berpirsiyariyê deyne ser milê her kesî.

Beriya her tiştî, ji bo ku pêvajoya aştiyê naverokek mayînde bi dest bixe, tiştên ku bên kirin hene. Divê Meclîs, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û her kesên alîgirê çareseriyê, tevî hemû fikarên xwe, erka xwe ya di pêşketina bi tendurist a pêvajoyê de hebin û dizanin ku tu bijarteyek tune ku rola xwe negirin an xwe ji peywirê dûr bixin.

Teqez divê mirov teoriya bêçalakîtî û betaliyê neke. Kurd baş dizanin ku çi dixwazin û çi dikin û berovajî îdiaya gelek kesan, ew ne tenê ji bo kurdan difikirin. Kurd bi destxistina mafên xwe yên wek hevwelatiyên welatekî azad û demokratîk tê wateya azadiya hemû dijber û mexdûrên sîstemê.

Her wiha nîqaşkirina tiştên ku pêvajo nû dest pê kiriye çi bi dest xistine an jî dê bi dest bixin nîqaşek e ku wê nebûna têkoşînê teşwîq bike. Dema ku hê jî di bin zextên giran ên sîstemê de ne, divê Kurd weke hêza bazarkirina ya wekhev neyê dîtin. Çawa ku heta îro em bi têkoşîn û berxwedanê mezinbûn, dê ji vir û şûn ve jî bi têkoşîn û berxwedan emê serbikevin.

Belê, Rêberê Apo weke mîmarê pêvajoyê di pozîsyoneke diyarker de ye, lê weke ku ji gelek tecrubeyên cîhanê jî tê dîtin, hewl dide pêşbînî bike ku encama pêvajoyeke ku bi zelalî wê gelek bilindbûn û daketinan bi xwe re bîne. Ango em dijminên gelan baş nasdikin û mûmkinê gelek rêbazên xapandinê û taloqkirinê pêş bixin. Lewma divê em ji bîr nekin, em çi bi dest bixin, ev bi têkoşîn tê bi dest xistin.

Lewma Tevgerê Azadîyê Kurd jî rayedar û fermandarên tevgerê jî tim hîşyarî didin ku em dev ji têkoşînê bernedin û xwedî li erkên xwe yên demê derkevin.

Ji ber van hemû sedeman, li kêleka geşbîniya bi tedbîr, divê mirov li kuderê beşdar bibe û heta çi radeyê beşdarî “pêvajoya têkoşînê” bibe, ku dê bi şêwaz, ziman û rêbazek nû pêş bikeve, were hesibandin.

Em ji Rêberê xwe bawer bin, li gorî perspektîfê wî tevbigerin û ji vê jî girîngtir bizanibin ku em îro çi bikin û çiqas têbikoşin, dê siberoj ewqas baş û aramtir be.

Bi vê munasebê ez hemû mirovên aşitî û demokrasîxwazên têkoşer silav dikim û dibêjim Newroza we dubare pîroz be…

Post Views: 204
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.