Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bila komkujî neyê jibîr kirin

26/03/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Pêvajo têkoşînekî xurttir dixwaze
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Di navbera komkujiya 25`ê Hezîrana sala 2015`an û komkujiya 15`ê Adara sala 2025`an cûdayî nîne. Çeteyên DAIŞ`ê roja 25`ê Hezîranê ber bi sibehê ve ketin gundê Berxbatan û bajarê Kobanê. Li pêşiya xwe kî dîtin kuştin û ketin malan zarok, ixtiyar, jin û mêr dan ber gulan. Mîna ku tola sedê salan ji gelê Kurd digrin, bi hovîtî kuştin û serjêkirin. Li pey vê komkujiyê ji derveyî kesên ku şehîd ketin gelek kes seqet man û zarok bê dayîk û bav man. Niha temenê wan mezin bûye, 11 sal li ser komkujiya 25`ê Hezîranê re derbas bû, lê nayê jibîr kirin. Hemû kesên ku bibûn şahidê vê komkujiyê wan kêlî, saet û rojên komkujiya 25`ê Hezîranê jibîr nakin. Narîn Ebdo şahida komkujiya 15`ê Adarê ye lê ew bi tenê ye û yên di komkujiyê de şehîd bûn, xwişk, dayîk, bav û birayên wê bûn.

Roja şemiyê 14`ê Adarê saet 11:45 balafirên dewleta Tirk a dagirker mala Osman Ebdo bombebaran dikin. Ew li mezreyeke başûrê Kobanê di navbera gundê Qumçî û gundê Berxbatan de dimîn in. Ew malbata ji bo debara jiyana xwe bike, li wê mezreyê dixebitîn. Hejmara wan 11 kesin, keçika herî mezin Ronîda 19 salî ye û Avesta jî 8 mehî ye.

Piştî balafir ciyê wan bombebaran dike, tenê dîwarekî mala wan tê xwarê û ew ji bo neyên kuştin hemû di bin balafirên keşfê de direvin doleke piçekî ji mezreyê dûr e. Balafira şer dîsa li wan dixe û ji malbatê 9 şehîd dibin, Ronîda keça mezin û Narîna 8 salî jî birîndar dibin. Piştî lêdana wan êdî destpê dikin hemû gund û erdnîgariya derdora wan topbaran dikin. Ji ber balafirên keşfê digerin û bi dijwarî her deverê topbaran dikin, kesek nikare biçe ciyê malbata Osman Ebdo û bi wan re bibin alîkar. Rêbazên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna wê komkujiyê ji rêbazên çeteyên DAIŞ`ê  yên 25`ê Hezîranê pêk anîn ne cûda ne.

Duh 18`ê Adarê bi hezaran gelê Kobanê tevlî merasîma cangoriyên komkujiyê bûn. Cenazaya dayîk, bav û zarokan rêz kiribûn û li gel hevdû spartin axê. Di heman rojê de Ronîda ku giran birîndar bibû, şehîd bû û di 19`ê Adarê de ew li gel dayîk, bav, xwişk û birayên wê spartin axê. Tenê Narîna 8 salî ma ye.

Gelê Tirk dibe ku ji dîroka xwe şerm bike; desthilatiya vê demê mîna desthilata berî xwe komkujiyan dike. Dîrokeke wan a gelekî bixwîn û gemar heye, ev têrê dike ku dewleta wan hov û paşverû were naskirin.

Dewleta Tirk a dagirker ne ji şer û ne jî ji aştiyê fêm dike. Di pêvajoya guhertin û veguhertina demokratîk a ku Rêber Apo destpêkirî komkujî pêk anîn. Ew malbat ne leşker û ne jî li eniyê bûn. Di çandiniyê de dixebitîn da ku pêdiviyên xwe pêk bîn in. Bila ev komkujî neyê jibîr kirin; 7 jin di wê komkujiyê de hatin qetil kirin. Şehadeta wan dilê gelê Kurd birîn kir û mîna komkujiya 25`ê Hezîranê ev birîn wê her tim di salvegera xwe de xwîn bibe.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.