Hêvî Keleş/ Qamişlo
Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê bi boneya Salvegera dilovaniya 23’emîn ya hunermend Seydayê Tîrêj sehvbêrke kî helbestî û hunerî li bajarê Qamişlo li dar xist.
Îro bi boneya salvegera dilovaniya 23’emîn ya hunermendê kurd Seydayê Tîrêj Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cezîrê şevbuhêrke ke helbestî û hunerî li baxçeyê xwendinê yê bajarê Qamişlo li dar xist. Şevbuhêrk bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr, hunermendên kurd di hat lidarxistin.
Şevbuhêrk bi xuleyek bê dengî li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre bi sînevizyonê li serta kurte jiyana Seydayê Tîrêj temaşe kirin. Herwiha malbata Seydayê Tîrêj bixêrhatina hemú mêhvanên ku beşdarê biranînê bûne kirin.
Di heman demê de Helbestvan û hunermend‘‘Ebdulsemed Mehmûd, Mîdiya Berekat, Emîn Mihemed, Bêrîvan Faris, can Ibrahîm, Arşek Baravî, Dilyar Osê û hunermend jî Omer Alûcî û Emîn Mihemed.’’ Di şehvbêrkê de amadebûn.
Hêjayî gotinê ye ku Hunermend Seydayê Tîrêj di sala 1923’an de, li bajarê Hesekê, ê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û di 23’ê Adara 2002’an de jiyana xwe ji dest daye.