Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelên Sûriyê Newroza 2025’an bi ruhê Netewa Demokratîk pîroz kirin

23/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Gelên Sûriyê Newroza 2025’an bi ruhê Netewa Demokratîk pîroz kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Gelên Sûriyê li Siwêda, Deria û Beravê heskirina xwe ji bo gelê kurd bi dadana agirê Newrozê tekez kirin. Herwiha li ser bingehê felsefeya Netewa Demokratîk ji hemû qadên civakê û tevahiya pêkhatiyên Sûriyê Newroza 2025’an hat pîrozkirin, ev yek jî nameya hevgirtina gelan û aştiyê raber kir.

Awazên şoreger ê hunermendekî Siwêdayê li Qamişlo bilind bû

Di çarçoveya pîrozbahiyên Cejina Newrozê de hunermendê sûrî Semîh Şiqêr ku ji Siwêdayê ye, weke yekem car beşdarî şahiya Qamişlo bû. Herwiha bi dengê xwe yê şoreşgerî yê gelên Sûriyê stran ji bo gelê kurd û Kurdistanê gotin. Şiqêr yek ji hunermendên ku ji destpêka kirîza Sûriyê bi hunera xwe li dijî rêjîma Baas radibû. Bi navê ‘Ya Hêf’ yekem stran li dijî rêjîmê agirê şoreşa gelên Sûriyê geş kir, herwiha bi wê stranê navdar bû. Agirê dilê hemû gelan dada û şoreşa rûxandina rêjîmê mîna agirê Newrozê geş kir. Lê rêjmê zordariya xwe li ser gelên Sûriyê zêdetir kir. Piştî rûxandina rêjîmê êdî têkiliyên gelan xurtir bûn, ji wan kesên ku derketin pêş û destên aştiyê nêzî hev kir, Semîh Şiqêr bû. Dema ku Semîh Şiqêr Neweroza Qamişlo pîroz kir, nameyek ji bo tevahiya gelên Sûriyê da. Navnîşana nameya Şiqêr jî hevgirtina gelan û daxwaza gelên Sûriyê ji bo aştî û wekheviyê bû.

 

Li Şam, Berav û Siwêdayê agirê Newrozê hat pêxistin

Tirsa rêjîmê têkçû, pê re jî gelên Sûriyê helwestên erênî ji bo gelê kurd û Newrozê dan nîşandan. Li Şamê paytexta Sûriyê, piştî rûxandina rêjîma Baasê û têkbirina dîroka wê, gelê kurd bi azadî Newroza xwe li ser ceberûtê rêjîma têkçûyî agirê Newrozê dada. Newroza 2025’an ji bo gelê kurd li Şamê û tevahiya Sûriyê Newrozeke cuda bû. Ya herî balkêş û cuda ew bû ku gelê Siwêda, Deria û devera Beravê kêfxweşiya xwe anîn ziman û agirê Newroza 2025’an dadan. Herwiha hêviyên azadiyê yên gelên Sûriyê bi Newrozê hebûn ku ev cejin bibe riya azadî û aştiyê li tevahiya Sûriyê. Gelên Sûriyê di serdema serweriya rêjîma Baasê de di kawsan de dijiyan, gelê kurd nikarîbû şahiyeke netewî pîroz bike û pêkhateyek jî nikarîbû ji bo kurdan kêfxweşiya xwe bîne ziman. Lê bi têkçûna rêjîmê re ev tirs ji holê rabû û gelên Sûriyê di Newrozê de nêzî hev bûn.

Dezgeh, lîstikvan û hunermendan nameyên pîrozbahiyê dan

Rojnameya Şerq El Ewsat bi vî rengî li ser Newrozê axivî: “Rejma Esed axaftina bi zimanê kurdî li saziyên hikumetê, lixwekirina cil û bergên gelêrî û pêkanîna rê û resmên neteweyî qedexe kiribûn. Siyasetên nîjadperestiyê yên rejîma Esed di salên 80 û 90’î yên sedsala borî de gihaştibûn lûtkeyê.” Li hêleke din gelek lîstikvan û derhênerên sînemaya Sûriyê ji hemû pêkhate baweriyan ve pîrozbahî bi zimanê kurdî û erebî ji bo gelê kurd kirin. Çi bi riya dîmenan an jî bi riya axaftinên balkêş li ser mediyaya dicîtalî gotin. Ji wan lîstikvanan Mazin Elnatûr, Mihemed Xêr Elcerah, Rena Elrîşe, Mîrna Elmîr û hwd… li hêleke din gelek kesên çalakvan û ji hemû qadan Newroza 2025’an li gelê kurd pîroz kirin mîna Zeydûn Elzuibî. Hem bi riya mediya dijîtal û hem jî daketin qadên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Newroz bi durşmeya “Azadiya Fîzîkiya Rêber Apo, Misogeriya Civaka Demokratîk e” pîroz kirin.

Post Views: 77
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.