Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekemîn Konferansa jinên kurd li Rojava hat lidarxistin

23/03/2025
in NÛÇE
A A
Yekemîn Konferansa jinên kurd li Rojava hat lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

Yekemîn Konferansa  Jinên Kurd li Rojava di bin dirûşmeya “Bi pêşengtiya jinên Kurd yekîtiya netewî ya kurd misoger bibe” li bajarê Qamişlo, bi beşdariya 300 delegeyên jin ji Rojava, giştî Kurdistan û Sûriyê, hat lidarxistin.

Bi vexwendina 300 delege ji jinên kurd ji tevahî Sûriyê, jinên siyasetmedar, Saziyên Rêveberiya Xweser, tevgerên jin, fermandar, pêkhate û bi sedan nûner û jinên pêşeng yên kurd di Sûriyê de, Yekemîn Konferansa Jinên kurd di bin dirûşmeya “Bi pêşengtiya jinên Kurd yekîtiya netewî ya kurd misoger bibe” li parka Azadî a bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Konferans bi pêşengtiya 5 jinên ku cihê xwe di dîwanê de girtine hate birêvebirin. Beriya ku bernameya konferansê were birêvebirin deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên doza azadiyê hat rawestandin.

Piştî wê rewşa siyasî a ku tê jiyankirin ji aliyê Rîhan Loqo ve hate xwendin. Her wiha nêrîn û nîqaşên jinan ji bo pêşeroja Sûriyê û pêşengtiya jina kurd hatin destpêkirin. Piştî wê belgeya konferansê ku tê de perensîpên giştî yên konferansa netewî ya jinên kurd di dawiyê de hate xwendin.

Rewşa jin di Sûriyê hate nîqaşkirin

Têkildarî konferansê endamê komîteya amedekar ya konferansê Ebîr Esaf ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Ev konferans li ser bingeha duyemîn konferansa ku li Başûrê Kurdistanê hatibû lidarxistin hatiye orgenîzekirin. Ew konferans bangawazî li hemû jinên kurd di Sûriyê de bi hemû rengên xwe hatibû kirin. Di hundir vê konferansê de rewşa siyasî a ku di Sûriyê de tê jiyan kirin, her wiha rewşa jin di Sûriyê û pêşeroja wê de çawa were birêxistinkirin wê bê nirxandin.”

300 jinên kurd hatin vexwendin

Ebîr da zanîn ku 300 jin hatine vexwendin û wiha got: “Îro ev konferans bi vexwendina 300 jinên kurd ku di giştî Sûriyê de xwe birêxistin kirine ji Şam, Heleb, Homs, Latqiyê û bajarên din, hat lidarxistin. Di demeke wiha de lidarxistina vê konferansê gelek girîng û xwedî wate ye. ku çawa jina kurd bibe pêşeng ji tavahî jinên Sûriyê û di cihê biryargirtina di pêşeroja Sûriyê de cihê xwe bigrin. Da ku Sûriyeke nenavendî û demokratîk were avakirin.”

Perensîpên giştî yên konferansa netewî ya jinên kurd ji van xalan pêk tên.

Yekîtî, nasname û çanda jina kurd, Netewa Demokratîk, perwerde û zanista jineolojî, hevjiyana azad, têkoşîna li dijî binpêkirinên mafê jinê, parastin û bergiriya destkeftiyên şoreşê, xweparastina jin a rewa, nirêxên şehîdên me yên yekîtiya netewî û niştîmanî, aboriya jin, pêşxistina dîplomasiya jin û encam

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.