Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Tembûrvan Hisên Hesen diyar kir ku ew bi riya muzîkê hest û ramanê xwe tîne ziman, herwiha ew bi riya muzîkê êş û derdê xwe ji bîr dike û wiha got:” Muzîk dermanê rojên xweş û ne xweş e”
Hunera Kurdî ya dewlemend bi dengbêjî û stranbêjiyê bi sedan salan hatiye parastin û di bîra civakê de maye. Her gel bi çand û hunera xwe tê nasîn, mirovên ku hunera wan tunebe nasnameya wan jî tune ye. Gelê Kurd jî bi hunera xwe tê nasîn, her hunermendeke, stranbêjek û tembûrvanek bi stranan parastina hunera Kurdî dikin, û dihêle ku zindî bimîne. Lewma di parastina çand, huner û nirxê gelê kurd de hunermend, tembûrvan û stranbêjên ciwan ên Kurd rolek mezin lîstin e. Ciwanên kurd ji bo parastina mîrata çandî ya kurdî kedeke mezin dane. Di heman demê de li Rojavayê Kurdistanê bi Hunermendên xwe yên ciwan dewlemend e û bi taybet jin, zarok û ciwan, herwiha yek ji wan ciwan in Tembûrvan û Stranbêj Hisên Hesen e.
Kurt e jiyana Tembûrvan û Stranbêj Hisên Hesen
Tembûrvan Hisên Hesen di sala 2007`an de li bajarê Serê Kaniyê ji dayîk bûye, herwiha piştî ku Serê Kaniyê hate dagirkirin koçberî bajarê Hesekê bû. Xwendina xwe ya seretayî dema niha li bajarê Hesekê dewam dike û di heman demê de ew li Hesekê jiyan dike. Hezkirineke wî ya mezin ji muzîkê re heye û muzîk li cem wî xwedî wateyeke mezin e.
Di derbarê jiyana xwe ya hunerî de, Tembûrvan û Stranbêj Hisên Hesen ji Rojnameya me re axivî.
‘Muzîk di xweşî û nexweşiyê de hevalê jiyana min ne’
Hisên Hesen anî ziman ku ew ji biçûkaniya xwe ve ji muzîkê hezdike û wiha got: “Dema ku ez biçûkbûm min tembûr li ser destê xwe çêdikirin û lîstika ku min gelekî jê hez dikir çêkirina tembûrê bû. Malbata min dît ku hezkirineke min a mezin ji muzîkê re hebû ji ber vê yekê tembûr ji min re kirî. Di heman demê de cîranekî me yê tembûrvan hebû bi navê Faris bû, nêzî 20 rojan li cem wî min perwerdeya muzîkê dît. Bi domana demê re min xwe bi xwe fêr kir û asta min pêş ket, piştir e ez derbasî navenda Çand û Huner a bajarê Serê Kaniyê bûm, herwiha dema ku ez derbasî navendê bûn û min tembûr dît ez gelekî kêfxweş bûm. Muzîk ji bo min weke rêhevalekê durist e û ez gelekî pêve girêdayî me, herwiha ez bi riya muzîkê êşa xwe derdixim. Di xweşî û nexweşiyê de muzîk hevalê jiyana min e, dema ku ez kêfxweş bim ez li tembûrê lêdixim hîn bêtir kêfxweştir dibim. Dema ku ez nexweş jî bim tembûr bi min re dibe alîkar û bi riya wê ez nexweşiya xwe jibîr dikim. Di heman demê de muzîk gelekî berfirehe tu carî bila kes nebêje ez gihiştime asteke bilind, çiqas mirov muzîkê zanibe dîsa jî jêr e divê, ez dema niha çi qas zanim lê hîn jî ez dixwazim ku Ii pêş bikevim. Bi rastî muzîk sûdeke mezin li mirovan dike, ji ber mirov dikare bi riya muzîkê hest û ramanê xwe bîne ziman.”
‘Muzîk aramiyê dide canê mirov’
Tembûrvan Hisên Hesen da zanîn ku muzîk aramiya canê mirov e û wiha bi dawî kir: “Her mirovek bi rengekî cuda ji muzîkê hez dike, herwiha huner parçeyek ji jiyana mirovan e, dengê muzîkê yek ji wan dengan e ku mirovan dixe nava aramiyeke bêsînor de. Her kes di jiyana xwe de rastî astengiyan tê, helbet astegî di jiyana min de jî derbas bûne. Pêwîst e kesê ku xwedî xeyal, dev ji xeyalên xwe bernedin û çiqasî rastî astengiyan jî werin pêwîst e riya xwe berdewam bikin, ji ber ku her tişt bi israrê pêk tê. Ez bi hêvî me ku muzîk alîkar be ji bo vî welatî û bi taybet tembûr, ji ber ku Tembûr ji çanda kurdî ye, herwiha em weke nifşê nû yê civakê, bi stran û hunera xwe, çanda û civaka xwe ya kevnar diparêzin. Divê her ciwan tirsa di hundirê xwe de derbas bike û li hunera kurdî xwedî derkeve, herwiha pêwîst e ciwan girêdayî çand xwe bin û xwedî lê derkevin û ji bo ku çanda me were parastin û winda nebe.”