Hemza Sêvo/ Qamişlo
Nivîskar Berzo Mehmûd da zanîn ku banga Rêber Apo piştgirî da tevahiya gelê kurd û got, “Eger xwesteka dewleta Tirk û aştiyê hebe divê şerê çekdarî rawestîne, Rêber Apo û rêhevalên wî azad bike. Herwiha divê hemû aliyên kurdî ji bo biencamkirina vê pêvajoyê bibin piştgir.”
Di çarçoveya meşandina pêvajoya Aşitî û Demokrasiyê de Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî kir.
Rêber Apo bi vê bangê bala hemû cîhanê kişand, dewleta Tirk xist rewşeke ku divê AKP û MHP’ê li gorî pêvajoyê bimeşin. Di roja îro de pêvajo û banga Rêber Apo di rojevê de ye û bi kûrahî tê nîqaşkirin.
Derbarê pêvajoyê û banga Rêber Apo rewşenbîr û nivîskarê kurd Berzo Mehmûd ji rojnameya me re axivî.
‘Banga Rêber Apo piştgirî da gelê kurd’
Berzo Mehmûd da zanîn ku banga Rêber Apo piştgirî ji bona tevahiya gelê kurd e, divê hemû aliyên kurdî ji bo meşandina vê pêvajoyê bixebitin û wiha domand: “Niha em dibînin ku pêvajoyeke aştiyê di navbera kurd û tirkan de tê meşandin, MHP’ê û AKP’ê ji aliyê gelê tirk ve ne û ji hêla din ve Rêber Apo nûnertiya gelê kurd dike. Gava ku Rêber Apo ji bo pêkanîna aştiyê û demokrasiyê avêtiye ji bo tevahiya kurdan bû pişt da ku gelê kurd mafê xwe bi dest bixe. Herwiha bû destpêkek ji bo pêkanîna jiyaneke aştiyane di navbera gelê kurd û tirk de. Niha me dît ku PKK’ê ji bo hemû cîhanê ragihand û eşkere kir ku wê şerê çekdarî li dijî dewleta Tirk rawestand. Lewma jî hetanî ku pêvajo bidurstî bidome divê dewleta Tirk jî şerê xwe yê çekdarî li hemberî gelê kurd û PKK’ê rawestîne. Em naxwazin ku dîse dîrok xwe dubare bike û gelê kurd bên xapandin. Ev pêvajoya ku Rêber Apo dest pê kiriye, ji bo tevgerên azadîxwaz ên kurd li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê dibe hêzek da ku bikaribin bixebitin, da ku ev pêvajo biencam bibe divê hemû aliyên kurdî jî piştigiriya vê pêvajoyê bikin.”
‘Tirkiyê neçar e ku mafê kurdan bide’
Mehmûd tekez kir ku dewleta Tirk neçar e mafê kurdan bide û wiha axivî :“Di serdema kevnar de mîrinşîn û impratoriyên kurdan li Bakurê Kurdistanê hebûn, ev impratorî şêweyek ji şêweyên rêvebirina fedrialî û otonomî bû ku gelê kurd herêmên xwe li nik gelê tirk û impiratoriya osmanî bi rê ve dibirin. Herwiha ziman û rewşenbîriya kurdî ne qedexe bû, tu pirsgirêk di navbera kurd û tirkan de nebûn. Lê bi dirêjahiya dîroka dewleta Tirk, lîstk û xapandin li ser gelê kurd ji hêla Tirkiyê ve hatiye kirin. Dewleta Tirk di Peymana Lozanê de ev yek bi serê kurdan kir, lê berî wê di Peymana Sîvir de, tirkan peymanek li ser aboriya Kurdistanê îmze kirin û bi mercê dayîna mafê kurdan, lê di Lozanê de tirkan hemû peyman red kirin, kurd bi vê yekê gelekî êşiyan. Ji Lozanê heya niha kurd li Bakurê Kurdistanê ji mafê xwe bêpar in. Piştî destpêkirina Şoreşa Bakurê Kurdistanê ji salên 80’î ve heya roja îro bi serkêşiya Rêber Abdullah Ocalan, di roja îro de dewleta Tirk neçar maye ku gelê kurd qebûl bike û mafê kurdan bide wan.”
‘Eger xwesteka Tirkiyê û aştiyê hebe divê şerê çekdarî rawestîne’
Rewşenbîr û nivîskar Berzo Mehmûd anî ziman ku eger nêta dewleta Tirk û aştiyê hebe divê şerê çekdarî rawestîne û wiha bi lêv kir: “Eger nêta dewleta Tirk a ji bo aştiyê hebe gereke hin gavan bavêje, ji bo ku Rêber Apo bikaribe bi derdora xwe re têkiliyan çêbike û di kongreyê PKK’ê de amade be di serî de Rêber Apo azad bibe. Di heman demê de bi hezaran siyasetmedarên kurd di zindanan de ne, mîna Selahedîn Demirtaş û hwd… mayîna Rêber Apo û siyasetmedarên din di zindanan de wê bibe astengiyek ji pêvajoyê re. Wekî em dizanin Rojhilata Navîn li ber guhertinekê ye, dewleta Tirk metirsdar e ku ji vê guhertinê bêpar bimîne, pê re jî têkilî di navbera dewletê û gelê kurd de çêbibe. Ev qutbûyîn jî wê nekeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk, ji encama vê yekê jî wê dewleta Tirk lawaz bibe û were rûxandin. Eger kurd ji erdîngariya Tirkiyê cuda bibin wê Tirkiyê têk biçe, lê eger kurd li gel hemwelatiyên Tirkiyê bijîn wê dewleteke xurt ava bibe. Lê ya herî girîng ew e ku mafê kurdan ên çandî, siyasî û hwd… mîna gelê tirk werin dayîn û perensîbên, netewa kurdî li gorî taybetmendiyên kurdan maf ji wan re bê dayîn. Em dibînin xwendingehên tirkan hene, li nik wan divê dibistan, zanîngeh û peymangehên kurdan jî hebin. Kurd ne tirk in, tirk jî ne kurd in, cudahiyeke dîrokî û çandî heye, lê mercên erdîngarî herdu milet di herêmekê de komkirine, bi vî awayî çênabe sîstema çînayetiya netewî hebe û netewa tirk li ser hesabê netewa kurdî bijî.”