Hafiz Ahmet Turhalli
Îsal Newroz û cejna Remezanê ketine heman mehêde. Ji bo mirovên ku li Rojhilata navîn dijîn û bi taybet gelê Kurd, ducaran kêfxweşî û şahiye.
Rojhilata navîn ev bi sedan salane dinale, birîndare û her diçe nalîna wê zêdetir dibe.
Misilman bi giştî û gelê me bi taybetî her salan cejnan derbas dikin, lê nikarin bigihîjin aramî û aşitiyê.
Cejna Remezanê ji ber însanên bindest ji bê edaletiya serdestan azad bun ev cejn hate pîroz kirin. Lewra di nîvgrava Erebistanêde mirovên ku desthilatdarbûn, bi navê baweriyan, xapandin, şêlandin û zilm li ser civakan pêkdianî. Bi firotina baweriyan û bi navê Xweda ticarekî bê sînor û bê exlaq pêk dianî. Dema Qur’an nazil bû û Pêxemberê me SXl dest bi erka xwe kir, kesên bi tundî li dij Îslamê derdiketin, kesayetên bi navê ol û baweriyan bûn. Ev kesan bi zanebûn civak bi navê ol/olan dixapand û hebûna madî û keda wan ji destê wan derdixist. Weke mînak kesê herî zêde qaşo oldarbû, Welîdê kurê Muxîrebu ji hêla mal û samanê de serkirdeyê xelkê bajarê Mekkê û Taîfê bû. Gellekî bandora wî li ser civaka Ereb hebû. Kesê herî zêde Qur’an bi awayekî sergirtî behsa wî dike û rexneyên giran lê dike jî Welîdê kurê Muxîrebu.
Hz. Muhemed silavê Xwedê li wî heval û hogirên wî be, têkoşîna despêkê dijî van kesên zalim û xwînmij pêşxistin. Ji ber di meha remezanê de Qur’an daket, bîr û baweriyek pak di nava civakê de hate înşa kirin cejna Remezanê li bajarê Medînê pêk hat. Cejna remezanê kêfxweşiya azadiya dinê û axeretê ye.
Newroz jî weke tê zanîn; têkoşîna dijî qiralê Asuran Dehakê zalim, serkeftina milletên rojhilata navîn bi giştî, ya milletê Kurd bi taybetiye.
Cejn rojên serkeftinên rasteqînî yên milletan, çi cejnên olî û çi jî cejnên netewî bin.
Pirsgirêkên cîhana Îslamî ewin ku karibin xwe û ola xwe ji destên olfiroş û xwînmijan azad bikin. Ji ber di destê desthilatdar û olfiroşande ol û cejn ji naveroka xwe hatine durxistin û pêşketinên berbiçav jî nikarin werin pêkanîn.
Ola Îslamê dibêje; nekuje, nedize, derewan neke, destdirêjiyê neke, nexapîne, parve bike, hevkarê başîyêbe, destê bindestan bigre, pêdiviyên wan pêk bîne, xwedan rawişt be û bibe ji çêkiroxan (salihan). Dema kesayet di meha remezanê de ev exlaq tesbît kir û ev exlaq jixwere kir jiyan, wê demê tu cejna rastîn pîroz dikî.
Newroz jî her weha têk birina Dehakan, serkeftina Kawayane. Newroz piştî têkoşîneke dûr û dirêj vegeriya ser rastiya xwe.
Hêjî desthilatdar ji bo vê heqîqetê desteser bikin hêka dişkînin, ji ser agir baz didin û hesin dikutin. Lê gelê me û gelê bindest piştî vê têkoşîna dijwar, naveroka Newrozê têr û tije derbas dike. Neha em pir nêzî azadiyêne.
Divê gelê me naveroka herdû cejnan jî dagire. Cejn azadbûna ji koletiyane. Dibe ev koletî bi rengekî maddî an jî manewî be. Ger em zincîrên koletî û cehaletê bişkînin, emê karibin xweşikbûna cejnan jî dagrin.
Çi cejnên olî bin an netewî bin, divê bêhna azdiyê, huzurê, dadmendîyê û kêfxweşîyê were dîtin. Cejnên olî ji bo azadiya ji gunehan û nebaşiyan tê pîroz kirin, cejnên netewî jî divê ji bo azadiya Netewan werin pîroz kirin.
Herdû cejnên kesên azad pîroz bin.