Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştî 6 salan ji rizgarkirina Baxozê, xeteriya DAIŞ’ê berdewam e

23/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Piştî 6 salan ji rizgarkirina Baxozê, xeteriya DAIŞ’ê berdewam e
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/ Qamişlo

23’ê Adarê salvegera 6’emîn a rizgarkirina Baxozê ji DAÎŞ’ê ye. Ji bo ewlehiya tevahî cîhanê, beriya 6 salan QSD’ê bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir û  wekî erdenîgarî di destê çeteyan de nema.

23’yê Adara 2019’an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya Koalisyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê bi merasimeke girseyî li Heqil Umer ê bakurê rojhilatê Dêrezorê serkeftina leşkerî ya li dijî DAIŞ‘ê li bajarokê Baxozê yê Dêrezorê ragihand ku devera dawî ya di destê DAIŞ’ê de mabû hate rizgarkirin.

Beriya 6 salan piştî  rizgarkirina hemû Kobanê û Reqayê ji tevahî terora DAÎŞ’ê, DAÎŞ berê xwe da gundewarê Dêrezorê û xwestin xwe li wir bi rêxistin bikin. Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo rizgarkirina bajaroka Hecîn a Dêrazorê û gundewarên wê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de qonaxa Şerê Tunekirina Terorê da destpêkirin. QSD’ê piştî ku bi temamî herêm ji sivîlan vala kir Operasyon bi alîkariya Kowalisyona Navnetewî destpê kirin. Di wir de bi hezaran ji çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin û bi deh hezaran ji malbatên wan derbasî herêmên bi ewle bûn.

Daxuyaniya Îlankirina Rizgarkirina Baxozê

Di wê demê de îlankirina rizgarkirina Baxozê bi daxuyaniyekî hate kirin. Di daxuyaniya ragihandinê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî gotibû: “Şerê Kobanê yê bûye sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê, di heman demê de bû destpêka xelasbûna DAIŞ’ê. Piştî 5 salan DAIŞ li qadê bi binkeftineke mezin têk çûye. Me 52 hezar kîlometre axa Sûriyeyê azad kir.  lê xetera şaneyên wê li ser herêmên me û cîhanê hê dewam dike.”

DAÎŞ çawa derket?

Dîroka derketina DAÎŞ’ê li Îraqê vedigere sala 2003’yan û dema Ebû Miseb El-Zerqawî rêxistina “Cîhad û Tewîd” ku di Îlona 2003’yan de ava kirî.

Rêxistina teror di gelek pêvajoyan re derbas bû heta “Dewleta Iraq a Islamî” sala 2006’an bi serkêşiya Ebû Umer El-Bexdadî hat ragihandin. Piştî kuştina Ebû Umer El-Bexdadî sala 2010’an Meclisa Şêwirî Ebû Bekir El-Bexdadî wek emîrê nû hilbijart.

Bi destpêka Bihara Erebî û belavbûna wê li Sûriyê re, El-Bexdadî ev wek fersendeke mezin dît ku derbasî Sûriyê bibe û ferman da çeteyên xwe yên li Sûriyê ku şaxekî rêxistina El-Qaîde lê ava bikin. Navê rêxistinê pişt re bû “Cebhet El-Nusra”.

Di 8’ê Nîsana 2013’an de, rêxistinê piştrast kir ku “Cebhet El-Nusra” ew dirêjb[na  beşdarbûna wê di şerê navxweyî yê Sûriyê de ye . weke yek ji çaxên wê di Sûriyê de û “Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê” weke navekî nû ji bo yekbûna xwe bi Cebhet El-Nusra re ragihandin. Ku bi kurte nava xwe ya heyî DAÎŞ tê naskirin.

Piştî vê ragihandinê DAÎŞ’ê serê sala 2014’an dest bi dagîrkirina xaka Îraqê kir, Felûca, Remadî, Musil û Tekrît dagîr kirin. Serê sala 2013’an ketin bajarê Girê Spî yê Bakurê Sûriyê û 2014’an Reqa, Eyn Îsa, Minbic, beşek ji Dêrezorê. 15’ê Îlona 2014’an bere xwe da Kobanê.

Hêjayî gotinê ye ku Lîderê çeteyên DAÎŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî dawiya Cotmeha 2019’an bi operasyoneke hevbeş ya QSD û Koalosyona Navneteweyî li gundewarê Idlibê hat kuştin.

Têkçûna DAÎŞ’ê di Kobanê de

Ji ber hovîtiya DAÎŞ’ê li Îraqê û hin deverên Sûriyê ti hêz li hemberî wê nesekinîn. Lê li Kobanê têk çû. Di encama berxwedana bêhempa ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku 134 rojan dewam kir, cara yekemîn DAÎŞ şikest û yên mayîn ji Kobanê reviyan. Bi vê re rê li ber şkestina DAÎŞ’ê li Sûriyê û Iraqê vebû.

Bi avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 10’ê Cotmeha 2015’an koalisyonê destek da vê hêzê. Lewre ya herî rêxistinkirî û li dijî DAIŞ‘ê ya herî bi hêz bû.

Piştî Kobanê, avakirina QSD‘ê xaleke duyemîn a binkeftina DAIŞ‘ê li Bakur û Rojihlatê Sûriyê ye. Ji dîroka damezirandina QSD‘ê rêzeserkeftinên li dijî DAIŞ‘ê ji Holê, heta Şedadê, Minbic, Tebqa, Dêrazorê û gundewarê bakurê bajarê Dêrazorê pêk hatin. Bajarokê Baxozê baregeha dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di destê DAIŞ‘ê de mabû, 23yê Adara 2019‘an hat rizgarkirin.

Post Views: 151
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.