Esma Mistefa/ Qamişlo
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm da zanîn ku ragihandina desthilatdariya Sûriyê li gorî hişmendiya desthildatdariyê kar dike û wiha got: “Ragihandina Azad wê ji bo tevahî gelên Sûriyê heqîqetê eşkere bik.”
Piştî hatina rêjîma nû ya Sûriyê, aloziyên heyî pêhtir kurtir bûn û tu çareserî ji bo gelên Sûriyê pêş neket. Bi taybet di van demên dawiyê de bi hinceta bermahiyên Rêjîma Baas qirkirina etnîkî li ser gelê Elew pêk hat. Bi hezaran kez ji 80 salî heyanî zarokê yek salî hatin kuştin û sirgûnkirin. Desthilata Şamê qaşo da ragihandin ku kesên van komkujiyan pêk tînin ne girêdayî wan e û wê hesab bê xwestin. Lê heyanî niha jî tu hesabxwestin û lêpirsîn nehatine kirin.
Têkildarî bûyerên dawiyên yên ku li ser Elewiyan hatine pêkanîn û rola çapemeniyê Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm ji rojnameya me re axivî.
‘Sîstemên dîktator pirrengiya netewan napejrînin’
Evîn da zanîn ku Rêjîma Sûriyê ji kevin de pirrengiya civakan di nava xwe de napejrîne û wiha got: “Rêjîma Baas bi dehan salan li ser serweriya Sûriyê ma, di van salên durûdirêj de gelek komkujî û kiryarên dij mirovî di derheqê pêkhateyên herêmê de kirin. Sîstema Baas yek ji sîstemên dîktator yê ku li ser yek al, yek netew, yek ziman hatibû avakirin, yên ku dijberî vê yekê jî derkeve wê helbet were tunekirin û qetilkirin. Yek ji netewên ku di nava vê sîstemê de hatibû winda kirin jî gelê Kurd bû ku bi dehan salan bê nasname û weke hemwelatiyên Ereb dihatin pênasekirin. Di salên 60’î de 150’î hezar Kurd ji mafê wergirtina nasnameyê hatibûn bê par kirin. Her wiha nakokiyên ku dixwestin di navbera kurdan û ereban de derxînin û Kembera Ereban jî mînaka herî zindî ye, her wiha Serhildana Qamişlo ku di sala 2004’an de gelê Kurd li hember neheqiya Rêjîmê rabû ser piyan. Yanî sîstemên dewlet netew yên dîktator tu carî pirrengiya netewan di nava xwe de napejrînin û rêjîma Baas vê yekê piştrast dike.
13 sal di ser aolziya Sûriyê re derbas bû, di nava aloziya Sûriyê de bi perjirandina xeta sêyemîn gelê Kurd li ser bingeha Konfedralîzma Demokratîk bi bedelên giran gelek destkeftî di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi dest xistin û di bin siya Rêveberiya Xweser de gelek pêkhate jiyan dikin.”
Sîstema heyî çiqas ji alozî û gelê Sûriyê re bû bersiv?
Evîn bal kişand ser zihniyeta desthilatdariya Şamê û wiha gor: “Piştî 13 salan Rêjîma Baas hate rûxandin, helbet ev yek ji bo gelê Sûriyê cihê kêfxweşiyê û weke ku desthildatdarî tune bû hate jiyankirin, rûxmî ku ev kêfxweşî demkî bû jî lê gelê Sûriyê weke roja serfiraziyê dîtin. Êdî bi wê rûxandinê re rêjîma ku hatiye ser serweriyê gelo çiqas ji pirsgirêkên gelê Sûriyê re bû bersiv, çiqas ji aloziya Sûriyê re bû çareserî. Ev yek jî bi demê re hate dîtin ku çiqas ji hev du xirabtirin û gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe temenê vê yekê dide. Pirsgirêka cidî niha tê jiyan kirin, piştî rûxandina rêjîma berê ka niha çi di Sûriyê de û li ser gelê Sûriyê tê qewmandin ew girîng e. Mixabin kesên ku hatine ser serweriyê kesên girêdayî rêxistinên El Qaîde bûn, kesên tundrew in û yên ku cihê xwe di nava DAÎŞ’ê de girtine. Bi taybet Cebhet El Nusra ya ku rola herî sereke di aloziya Sûriyê de leyîstiye; niha cihên xwe di hikumeta nû ya Sûriyê de digrin. Bi navê Îslamê niha derketine pêş û dixwazin sazûmaniyeke nû ji Sûriyê re bidin avakirin. Ev kesayetên bi vê rengî yên ku dîroka wan şahidiyê ji piratîka wan re dike, nikarin Sûriyeke demokratîk û azad ava bikin, weke ku gelê Sûriyê hêvî dikir.”
Di Sûriye nû de jin ji hebûn û mefê xwe bê par e
Her wiha Evîn diyar kir ku bi gavên destpêkê jin hate tune hesibandin û wiha pê de çû: “Bi hatina HTŞ’ê re tu pêşveçûn nehatin jiyan kirin. tersî wê me dît ku çawa rola jin di civakê de tune kir, gelo bi vê zihniyetê Sûriye ber bi ku ve diçe? me bi xwe jî weke rojnamevan kiryarên ku li ser jin hatine kirin; hatin belgekirin û nîqaşên me hatin kirin û siyaseta ku li ser jinê tê meşandin me qebûl nekir. Şêwazê ku niha tê bikaranîn weke tevgera komên çeteyan û yê DAÎŞ’ê ye, Ji ber vê yekê jî ha em niha dibînin çi bi serê gelê Elewî li Sahila Sûrî tê kirin.
Bi taybet em Ragihandina Azad kêlî bi kêlî ji komkujî û bûyerên ku dihatin pêkanîn me dişopandin. Bi rastî tişata ku li wir tê kirin derveyî pêvan û exlaqê mirovahiyê ye. Bi hinceta ku ew gel girêdayî rêjîma Esed ne hatin qetilkirin, em bala xwe bidinê ew zarokê yek salî heyanî kîjan astê girêdayî rêjîma berê bû? di sekna her jinekê de ku li ber serê zarokê xwe yê kuştî rûniştî ye hezar çîrok tê dîtin. Gelo çi gunehê van mirovanan heye. Her wiha bi derxistina destûra nû re ka cihê jin û pêkhateyên din yên li Sûriyê li kuye? Ê tevgera wan ya heyî tu derfeta ku bibe çareserî ji gelên Sûriyê re nade.”
Bang li QSD’ê kirin, dîtina çareseriyê di Netewa Demokratîk de ye
Rojnamevan Evîn da zanîn ku Pirojeya Netewa Demokratîk hêza çareseriyê ye û wiha got: “Bi herikîna 13 sala ji Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re yak u bi bedelên giran buha em serkeftin û destkeftiyên heyî dibînin; hatiiye avakirin. Di vê pêvajoyê de QSD’e bû hêviya gelên bindest yên Sûriyê. Bi taybet bi komkujiyên Elewiyan re me dît ku çawa bang li QSD‘e hate kirin bang li Rêveberiya Xweser hate kirin ku li hember qetlîama li ser gelê Elewî tê kirin bisekinin. Ev yek jî xwestek û dengvedana şoreşa Rojavayê Kurdistnê û modêla Rêveberiya Xweser ya ku hemû pêkhate, netew û zimanan di nava xwe de dihewîne diyar dike. Sûriye ji gelek netew û pêkhateyan pêk tê, û rêjîma heyî bi terzê heyî nikare mûzeyîka Sûriyê biparêze.”
‘Em ê her bêjin em dengê gel in’
Evîn ragihand ku bi riya çapemeniyê tirsê avadikin û wiha pê de çû: “Ragihandina Desthilatdariyê jî piropagandeya komkujî û qetlîamên ku dikin didin diyar dikin. çawa ku li ser Medya Civakî kokujiyên pêk tînin belavdikin. Ev yek jî siyaseta wan û hişmendiya wan piştrast dike. Em weke ragihadnin lê dinêrin ku bi hin rojnamevan û bi riya ragihandinê gefan dikin û tires di nava gelan de avadikin. Di demekê de ku îro Ragihandina Azad ku li Bakur û Rojhilatê sûriyê bi rêve diçe. Em bi domdarî dibêjim em dengê gelin, ger em dengê gelin em dikarin li hember her cure tundî, tunekirin, kiryar û sûcan derkevin. Ev ragihandin ji bo gelan hatiye avakirin ji bo derxistina rastiyê û teşhîrkirina pilanên dijmin. Her wiha ragihandina jin a ku li ser fikirên Netewa Demokratîk hatiye avakirin, ji bo azadiya jin û misogerkirina mafê wê her li qadan têkoşîna derxistina heqîqetê dike.”
Rojnamevan Evîn Ibrahîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Raya Giştî û rêxistinên navnetewî çavên xwe li hember komkujiyên derheqê civaka Elewî de tê kirin girtine. Heqîqeta Rêjîma heyî bala her kesî dikşîne, ka heyanê kîjan astê li hember komkujiyên ku pêk tînin bûn bend. Tavahî cîhan û hêzên navnetewî li hember kiryar û desthilatdariya nû bê deng e. ev yek jî ji meşandina berjewendiyên wan bi hev re diyar dike. Erka li ser Ragihandina Azad ku li bingeha xwe li ser azadiya jin xebat dike, em ê li gorî fikirên Rêber û avakirina civakeke demokrat û aştî. Em vê desthilatdariyê napejrînin, bê guman ji bo tevahî gelên Sûriyê emê her li ser şopa derxistina rastiyê bin.”