Ayşa Silêman/ Dêrik
Serokê Meclisa Olî ya bajarê Dêrikê Mihemed Emîn Derwêş diyar kir ku miha Rojiyê meha destekdayîn, hevkarî û dilovaniyê ye û wiha got: “Pêwîst e di vê mehê de nêzîkbûna mirovên hejar û maldar xurt bibe û dilovanî zêdetir bibe.”
Di derbarê wate û girîngiya meha rojiyê û bernameya ewqafê di vê mehê de Serokê Meclisa Olî ya bajarê Dêrikê Mihemed Emîn Derwêş persiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Rê û resmên meha Rojiyê çi ne?
Meha rojiyê meheke ku xweda ferz kiriye li ser misilmanan, ku 30 rojî mirov ji berbanga sibê heya ku roj here ava xwe dûrî xwarin û vexwarinê bike. Gelê me jî bi ola xwe ve girêdayî ye, di heman demê de roleke remezanê ya civakî jî heye di nav gel de. Gelê herêmê beriya vê mehê xwe amade dikê ji meha rojiyê re, ji ber ku li ser me ferze ku em heqê vê mehê bidinê di hemû aliyê de, çi olî, axlaqî û civakî bê. Ev meh cûdahiyeke wê ji wan mehê din heye, ji ber ku mirov derûniya xwe hazir dike û bernameyeke taybet ji vê mehê amade dike ku xwarin, vexwarin û çûn û hstins xwe hemûyî diguherîne. Her wiha gelek malbat hene bi salan bi hev re narûnin lê di vê meha rojiyê de hemû li hev dicivin û bi dilekî paqiş da ku rojiya wan were qebûl kirin. Di heman demê de pêxember Mihemed gotiye paşîv berekete, yê ku rabê paşîvê bereket dikeve di nav xwarin û tenduristiya wî de, her wiha ev paşîv alîkariya rojîgir jî dike ku tî û birçî nebe.
Wate û bandora meha remezanê li ser civakê çi ye?
Rojî tê wateya qedexekirin, yanî qedexekirina mirov ji xwarin, av û axaftinên nebaş. Ji ber ku di pirtûka pîroz de jî heye dema dayîka pêxember îsa, Meryem rojî digirt di got min nedir li xwe xistiye ku ez bi tu kesî re jî neaxivim. Di heman demê de pêxember Zekeriya da ku xwedî zarokekî bike behra wî, axafin li xwe qedexe kir. Bandora vê mehê ew e ku mirov derûniya xwe jê re amade dike, tevî ku şev û roj di vê mehê de jî wek wan mehên dîye tu ferqa wê nîne, lê tenê mirov di dil û nefsa xwe de bi niyeteke baqij derbasî vê mehê dibe. Mirov di vê mehê de ji bo xwe bernameyan çêdike, gelek kes hene di vê mehê de ji mal dernakevin tenê pirtûka pîroz dixwînin. Pêxember Mihemed Gotiye destpêka meha remezanê dilovaniye, pêwîste mirov bi malbat, cîran, heval û hogirên xwe re dilovan bê. Meha remezanê di civaka me de guhertineke, dema mirov bixwazîbe di vê mehê de xwe biguhere divê beriya wê bi mehekî xwe amade bike, da ku sûdekî ji vê mehê bibîne.
Dema em behsa dilovaniyê dikin netenê ji bo kasaye, di heman demê ji bo dewleta ye jî, ev şerê li derdor çêdibe êrişên ku dagirkerî dike, ev yek nayê qebûl kirin. Ji ber ku heger tu misilmanî, baweriya te bi xwedê, pêxember û meha rojiyê tê, pêwîste tu di hemû tevgera xwe de dilovan bê. Çawa dagirkerî dibêje em misilmanin û di meha rojiyê de kuştinê dike û êrişên xwe nasekinîne. Gelo ev çi dîne dibêje ku mirov divê desthilatdarî û kuştinê bike di vê meha pîroz de. Heger em li heqê cîrantiyê meyzînin ne cîrantiyeke raste, heger em li misilmantiyê meyzînin ne baweriyeke raste. Her wiha civaka me dilê wê bi rehme, dema ku kesek derbasî civaka me dibe dibîne ku civaka me ji ya wî xweştire, dilovanî bêtire ev yek ji misilmatî û baweriyeke rast tê. Bandora meha remezanê ew e ku alîkariya feqîran tê kirin, gelek kes hene alîkariyên xwe dihîlin meha remezanê de, da ku bidin kesê feqîr û yên feqîr jî xwe ji tu tiştî mehrûm nekin û bikaribê xwestekên malbata xwe pêk bîne. Heger mirov di meha remezanê de ne rast bê, pêxember dibêje kesê rojîgir dev ji gotinên xirab neberdê û nerast bê bila bifitrê ji ber ku tu sûda wî ji wê rojiyê nîne.
Di tevahiya olan de rojî heye, cûdahiya van rojiyan di van olan de çi ye?
Xwedayê dilovan di pirtûka pîroz de dibêje rojî li ser we hatiya ferzkirin çawa ku li ser yên berî we jî hatibû feriz kirin, yanî kesên beriya we jî rojî digirtin. Hemû ol û pêxemberên ku hatibûn banga wan yek bû ku divê mirov kuştin, dizî û zinayê neke, rojî jî yek ji wan tiştên wekheve. Di rê û resmên Hindiyan de jî rojî heye, hin ji wan 24 roj rojî digirtin, hin ji wan êvara rojyê diman hişyar pirtûka xwe ya pîroz dixwendin. Di heman demê de li cem wan jin rojiyên wan ê taybet hebûn. Her wiha li Misirê rojiya cejna buharê digirtin û cejna wefadariyê ji ava Nîl re. Li gel êzîdiyan jî 3 rij rojî heye ev rojî ji derketina rojê heya roj diçe ava. Li cem xirstiyaniyan jî hin ji wan 40 rojî digrin hin jî 50 rojî digrin, têde xwe dûrî hin beşên xwaribê dikin. Hemû ol çavkaniya wan yeke ku pêxemberê van olan hemûyan ji cem xwedaye.
Hûn wek ewqaf bernameya we ji bo meha rojiyê çi ye?
Em wek ewqaf destpêkê ji gel re hin xalan di vê mehê de zelal dikin, ku zekat elfitir çiqase. Em wek lîsteyekî belav dikin ku zekat elfitir hefqase û ev zekat jî xwedî feriz kiriye da ku alîkariya feqîran bike. Ev mirovên feqîr ên ku nikarin ji bo zarokên xwe cilên cejnê bikirin ev zekat elfitra bibe alîkarî ji wan re. Li ser navê komeleya Selam a girêdayî Kongira Islama Demokrat em alîkariyê ji milet didin hevdû û li hejaran belav dikin. Her wiha me bernameyeke olî çêkiriye ku di mizgefta Mele Ehmed Kurdî de her roj melayek wê were da ku dersan li ser vê meha rojiyê û çawaniya alîkariya feqîran bide. Di heman demê de 50 malbat hene her meh me ji bo wan fonek taybet çêkiriya em didin wan. Dema mirovek rojî negre neçare kefarê bide, ev kefare jî wek alîkariyekî ye ji bo malbatên hejar, îsal bernameya ku me danî him kefare him jî zekat elfitir 15 hezarin, ev yek tê diyar kirin li gor bihayê genim. Ev pere jî nabe ku mirov bide dost û hevalên xwe, dema feqîr bin erê, lê heger ne hewcedar bin pêwîst nake. Kesên ku nexweşiya wan berdewam bê ew kes tenê dikare rojiyê negre.
Pêwîste mirov çawa nêzî meha rojiyê bibin?
Pêwîste mirov di vê mehê de bernameyeke xwe çêbike ku sardana feqîran bike û sardana dost û birayên xwe bike. Di heman demê de Bernameyeke xwe deyînê ku çawa nêzî xwdê bibe. Em dizanin ku dîn dan û standine divê mirov exlaqê xwe biguhere û divê rast be. Gelek kes hene ji wan ve mêj, rojî, zekat û hec misilmantî ev tenê ne, lê erkekî exlaqî û netewî li ser mirov heye. Bêxember dibêje kesê ku kul û derdê birayê xwe yê misilman nehsê ew ne ji waye. Divê em keç û xortên xwe yên ku li bendavê berxwedaniyeke dîrokî dinvîsînin wan jibîr nekin, gelek dewlet hene nizanin li wir çi çêdibe, miletek tê qirkirin bi destê dewleteke misilman di meha rojiyê de. Mirovê ku bi erkê xwe yê exlaqî û olî ranebê bila bi baweriya xwe bikeve gumanê, ji ber ku di misilmantiyê de hemû tişt bi heve girêdaye ji milê dîn, exlaq û baweriyê ve. Pêwîste mirov di meha rojiyê de di milê van tiştan hemûyan de mirovekî mîsalî bê.