Navenda Nûçeyan
Bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî a Rêber Abdullah Ocalan misogeriya civaka demokratîk e” bi deh hezaran şêniyên Qamişlo, Amûdê û Dêrikê bi coşeke mezin Newroza 2025’an pîroz kirin.
Di pîrozbahiyan de Banga Dîrokî a Rêber Apo hat bibîrxistin û welatiyan tekez kirin ku ew ê Newrozê veguherînin azadî û aşitî ji bo tevahî gelên herêmê.
Qamişlo
Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo pîrozkirina cejna Newrozê berê xwe dane qada pîrozbaiyê ya li gundê Hîmo.
Şahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê destpê kir.
Piştre bi navê Komîteya Amadekar Taz Başa û bi navê Malbatên Şehîdan Cewhir Osman xaftin hate kirin.
Di axaftinan de cejna Newrozê li Rêber Apo, şehîdan û hemû gelên aştîxwaz hate pîroz kirin. Di berdewamiya axaftinan de tekezî hate kirin li ser berdewamiya têkoşîn û berxwedanê da bidestxistina azadiya fîzkîkî ya Rêber Abullah Ocalan.
Piştî bidawîbûna axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin, êdî bernameya Newrozê bi pêşkêşkirina komên mûzîk û dîlanan berdewam kir.
Di pîrozbahiyê de gelek komên mûzîkê û dîlanê beşdar bûn di nav de: Mizgîn Tahir, Semîh Şiqêr, koma Serdem, koma Merde, koma Hêwa Efrîn, koma şehîd Welat, koma Botan, Mihemed Kaklo, Mûeyed Şiwêş û koma Artsax ya Ermenî.
Amûdê
Pîrozbahiya li bajarê Amûdê bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve û deqeyek rêzgirtinê, li gundê Caxir Bazar dest pê kir.
Piştre li ser Navê Rêxistina Kongra Star Gulîstan Gilo axivî û xêrhatina hemû mêvanan kir. Herwiha Newroza 2025an li hemû gelan, malbatên şehîdan, şervanên azadiyê, girtiyên zindanan û li Rêber Apo pîroz kir.
Piştre hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso axivî û Newroz li beşdaran pîroz kir û got, “Em îro Newrozê bi rengekî nû ku azadî, îradeya azad û çareseriyê nîşan dide, pîroz dikin. agirê Newrozê li seranserê Sûriyeyê agirê newrozê hate dadan, ev yek vîna mirovî ya ku naşike nîşan da.
Hiso destnîşan kir ku Newroza îsal Newroza Rêber Abdullah Ocalan e, her kes li benda axaftina wî ya rasterast e. her wiha got, “Bi yekîtî û berxwedana xwe ya mezin em ber bi pêş ve biçin. Em hêvîdar in ku Newroza 2025’an bibe egera lidarxistina Kongreyeke ku hemû pêkhateyan li hev kom bike ku bibe nîşana serkeftina me. ”
Herwiha komên kovend û muzîkê stran û kovend pêşkêş kirin.
Dêrik
Bi hezaran şîniyên Dêrikê ji saetên sibehê de berê xwe dan qada Newrozê. Şahiya Newrozê bi deqeyeke bêdengî li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Piştreli nameya mîmarê azadiyê Rêber Apo a ji bo cejna Newrozê bi heyecaneke mezin û bi coş hat guhdarkirin.
Piştî wê li ser navê komîta amadekar Hevserokê Şaredariya bajarê Dêrikê Ciwan Hesen axivî û wiha got: “Em bi rêzdarî şehîdên Tevgera Azadiyê bibîr tînin, bi saye fedabûna wan em gihane roja îro. Em dibêjin newroza 2025’an wê bibe newroza azadî, aşîtî, wekhevî û yekîtiyê.”
Paşê li ser navê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Aldar Xelîl Newroza 2025’an li Rêber Apo pîroz kir û wiha got: “Di serî de em silavên gerim rêdikin Îmralî, pîrozbahî ji bo tevahî gêrîlayên serê çiya û şervanên doza azadiyê. Ev dirûşmeya me me îro newroza xwe pê lidarxistiye dirûşmeyeke dîrokiye û xwedî wateye, dema ku cara destpêkê Newroz di 2637’an de li dar ket, kurdan pêşengtiya Newrozê kir û pêşengtiya jiyana azad kirin, di wê demê de konfedrasiyona Mediya hat avakirin û hemû netew û êl kirin yek û li dijî zaliman şoreş pêk anîn. Piştî banga Rêber Apo careke din bû wek pêngavekî ji gelê herêmê re. Bi sala ye li Rojavayê Kurdistanê Pirojeya Netewa Demokratîk pê tê û şoreşa Rojava wek Şoreşa Jin tê binav kirin û pergala demokratîk tê damezrandin. Niha tê dîtin li Sûriyê guhertin çêbû û rêjîma Baas hat rûxandin û di heman demê de li cîhanê hemûyî jî guhertin çêdibin. Li her derî rûxandin çêdibe lê avakirina pergaleke demokratîk a nû li welatên cîhanê diyar nabe. Dema rêjîma Baas rûxiya her kesî digot qey şoreş qediya lê me jî persiva wan da ku hîn şoreş berdewame, dibe ku zalimek çû û sîstema wî hat rûxandin lê şoreşa rast nû dest pêdike, şoreşa avakirina pergala demokratîk, azadî, aşîtî û wek heviyê.”
Di berdewamiya Şahiyê de li ser nave Kongra Star Şadiya Yûsiv hestên xwe ji bo vê roja pîroz anî ziman û wiha got: “Bi navê Tevgera Jin a Kongira Star em vê rojê li tevahî gelê Sûriyê Pîroz dikin, ev roj qonaxa serkeftinê nû dike, Newrozê di nava xwe de hemû hestên wekhavî û biratiya gelan dihewîne. Sed sal li ser peymana Lozanê re derbas bû ku dixwestin hebûna kurdan binpêbikin, lê rihên berxwedaniyê tucarî qutnedibûn û her tim vejîn dibin. Wê Newroz bibe deriyê ku gel wê ber bi seberojê ve herin û wê bibe roja serkeftin û azadiyê.”
Paşê Koma Şehîd Zîlan a bajarê Dirbêsiyê bidengê xwe ev roj pîroz kirin. Her wiha helbestek li ser berxwedana ku li bendavê Tişrînê tê meşandin, hat xwendin.
Her wiha koma Şehîdên Qereçox a herêma Koçerata bi rê û resmên koçerî ev roj pîroz kirin. Didawiya Şahiyê de jî koma şano ya Ava Mezin şanoyek pêşkêş kirin, koma Cûdî û koma Koçeran a mûzîkê ev şahî bi deng û awazên xwe bidawî kirin.