Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Newroza sala 2025’an li Kobanê bi coş hat pîrozkirin

21/03/2025
in NÛÇE
A A
Newroza sala 2025’an li Kobanê bi coş hat pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Viyan/Kobanê

Newroza bi dirûşmeya “Azadiya Fizikî ya Rêber Apo Misogeriya Civaka Demokratîk e” li aliyê şeniyên Kobanê li girê Miştenur bi girseyi hat pîrozkirin.

Demijmêr 10:00 da şêniyên Kobanê bi cilên xwe yên gelerî tevlî pirozbahiya Newrozê ya bi dirûşmeya ” Azadiya Fizikî ya Rêber Apo Misogeriya Civaka Demokratîk e” bûn. 7 heya 70’ê salî bi coşekê Newroza 2025’an pêşwazî kirin. Alên QSD, YPJ, PKK, Rêveberiya Xweser wenêyên Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan ve qada Newrozê hatibû xemilandin. Bajar û navçeyên derdorê Kobanê jî bi girseyî tevlî pirozbahiyê bûn. Pîrozbahî 1 dk rêzgirtinê destpêkir û dayikên şehîdên bajarê Kobanê ve, agirê newrozê hat pêxistin. Peyamên Rêber Abdullah Ocalan ya ji bona şehîdên newrozê û têkoşînê hat guhdarkirin.

Di qadê dirûşmeyên “Bijî Newroz, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Serok Apo û Berxwedan Jiyane ” hatin qêrandin. Gelek zarok bi cilên gelerî rengek cuda dabûn qada pîrozbahiyê. Gelek hûnermend û kesayetên navdar tevlî pirozbahiya bajarê Arîn Mîrkanan bûn.

“Em ê Newroza 2025’an bi azadiya fizîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin”

Axaftina destpêkê li ser navê Rêveberiya Xweser , Cigira Rêveberiya Xweser ya Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axîvî û wiha got: “Em newroza 2025’an bi coşekê mezin pêşwazî dikin. Ev newroze hemû aliyan de, rojekê gîring û watedar e. Ji ber ku hem berxwedanî û hem jî serkeftinên bêhempa tên jiyan kirin. Rêber Abdullah Ocalan ev newroz kir, newroza aşitî û azadi yê. Kawayê hemdem Mazlum Doganan heya Bendava Tişrînê em şehîdên berwedaniyê hemûya bibîrtînin û newroza malbatên wan yê heja pîroz dikin. Barê me berê girantir bûye, em bi saya têkoşîna ve hene û em ê bi têkoşîna wan serbikevin. Dîsa em newroza avakarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin û silavên xwe yên germ jê re dişînin.”

Piştra Hevserokê Rêveberiya Xweser yê Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bi zimanê Erebî axîvî û balkişand li ser giringîya yekêtiya gelê herêmê û cejna newrozê hemû şeniyên qadê pîroz kir.

Di pirozbahiyê de Hevserokê Reveberiya Xweser yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer jî axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em cejna newrozê piroz dikin û silavên xwe Rêber Apo re û hemû malbatên şehîdan re dişînin. Em bi saya wan niha wê qadê de, govenda azadiyê digirin. Ev şoreşe şoreşa şehîdan e, divê bê parastin. Bi hemû pêkhateyên Sûriyê bi hevra avakirin û agirê şoreşê pêxistin, agirê şoreşê û agirê Newrozê em ê bikin yek. Em deyndarê wî gelê ne û pêwîste em deynê xwe bidin. Em dîsa li ser navê Rêveberiya Xweser bejna xwe li ber şehîdan ditewînim û Newroza Rêber Apo pîroz dikim.”

Axaftina dawiyê li ser navê Kongra Star Macîde Hesûn hat kirin û bal li ser pêşketinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kişandin. Piştî axaftinan komên hûnerî û stranbêjin navdar rojekê coş şêniyan dan jiyankirin.

Hûnermend û Komên ku tevlî newroza Kobanê bibûn:

Hûnermend:Sûmeyye Mihemmed

Endama Hîlala Zerîn ya Kobanê: Koma Şehîd Leyla

Hunermend: Hûsên Xanê

Navenda Çand û Hûnera Baqî Xido: Koma Şehîd Yekta ya Şano

Hûnermend: Daniş Botan

Koma govendê Navenda Çanda Baqî Xido:Koma Zîlan

Navenda Hîlala Zêrîn: Hûnermend Şêrîn

Hûnermenda Ereb ya Idlîbî:Qemer Ehmed

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina dîlanan û tililîyan bi dawî bû

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.