Hêvî Keleş/Qamişlo
Di çarçoveya rêzeçalakiyên Cejna Newrozê de, Komîteya Amadekar a Newrozê, belavok li welatiyên bajarê Qamişlo belav kir.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên cejna Newrozê Komîteya amadekar a Newrozê, belavok ji bo beşdariya cejan Newroza 2025’an li welatiyan belav kirin. Belavkrina belavokan ji Navenda Mihemed şêxo dest pê kir û heta Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo bi dawî bû. Belavkirina belavokan bi beşdariya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser pêk hat.
Naveroka belavokê wiha bû:
Newroza rêbertiya azad û civaka demokratîk pîroz be. Newroz hêviye. Newroz hezkirine. Newroz aşîtiye. Tu bi xêr hatî Newroz.
Di heman demê, li ser belavokê de navên kom û hunermendên ku wê li Newroza Qamişlo amade bibin, hatin eşkere kirin û navên wan wiha ne: Mizgîn Tahir, Semîh Şiqêr, Ferhadê Merdê, Mihemed Kakilo, Mûeyed Şiwêş, Koma Serdem, Koma Hewa- Efrîn, Koma Şehîd Welat-Govend, Koma Botan û Koma Ertesax-Govenda Ermena.
Cihê şahiyê Hîmo di seat 10`ê sibehê de dest pê dik û di seat 3 piştî nîvro bidawî dibe.
Hêjayî gotinê ye ku Newroz 2025’an wê di bin dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya civaka demokratîk e” bê pîrozkirin.