Hemza Sêvo/ Qamişlo
Mihemed Welîd dengbêj, nivîskar û helbestvanekî kurdperwer e. Ew ji sala 1988’an ve besteyan dinvîsîne herwiha di 1989’an de yekem elboma xwe berî 23 elbomên din, derxistiye. Wî kedeke mezin di warê çêkirina elboman û daneheva folklora kurdî ya herêma Efrînê de kiriye.
Zanist û qada dengbêjiya kurdî, yek ji kevintirîn qadên hunera devkî ye, li her çar parçeyên Kurdistanê berbelav e, bi dirêjahiya dîroka kurdan jî gelek dengbêj bi dengê xwe muhra xwe li zanista dengbêjiyê xistine. Dengbêjên kurd weke stêrkên geş gerdûna hunerê xemilandine, bi çûyîna her dengbêjekî/ê stêreke geş ji esîmanan diket. Mîna Şahkiro, Hecî Ebdulkerîm, Keremê Kor, Kazoyê Wanê, Kawîs Axa, Şukrî Rêkanî, Evdî, Cemîl Horo, Bavê Selah û hwd…
Di roja îro de, dengbêjên kurd kêm tên dîtin, yek ji dengbêjên hemdem ê çiraxa hunera resen a kurdî, bi taybet a devera Efrînê vejandiye, dengbêj Welîd Mihemed e.
Mihemed Welîd têkildarî jiyan û hunera dengbêjiya xwe, ji rojnameya me re axivî.
Jidayîkbûn û xwendina dengbêj Mihemed Welîd
Welîd girêdayî jidayîkbûn û xwendina xwe wiha bi lêv kir: “Di sala 1967’an de li gundê Berava yê girêdayî navçeya Şera ya bi ser Efrînê ve ji dayîk bûme. Malbata me biçûk bû, çar xuşkên min hebûn, dema ku ez 5 salî bûm, bavê min koça dawî kir, lewma jî bi dayîka xwe û çar xuşkên xwe re zarokekî bi tena xwe dijiyam. Ez sêwî mezin bûm, dayîka min, em xwedî kirin. Ez li gundê xwe çûm dibistanê, qonaxa seretayî xwend, piştî wê em bi malbatî çûn Helebê, min xwendina navîn berdewam kir û pê re jî min bi merivekî xwe re dest bi karê boyaxtiyê kir. Ji ber şert û mercên jiyanî yên zehmet ku malbata me tê re derbas dibû, min xwendina xwe berdewam nekir, da ku ez malbatê xwedî bikim, min tenê pîşeya boyaxtiyê dikir. Min gelekî ji xwendinê hes dikir, piştî sê salan ez lê vegeriyam, ev yek jî bi saya cîranên me, keçên wan bekeloriya dixwendin, wan dizanîbûn ku ez ji xwendinê hes dikim. Min refê 12’an, beşa wêjeyî bi awayekî azad bi dawî kir, paşê malbatê ez bi mal kirim.”
Nivîsandina helbestan û destpêkirina bizava wî ya hunerî
Dema ku min bekeloriya bi dawî kir û di sala 1988’an êdî ez mijûlî nivîsandina helbestê bûm, bi taybet jî beste. Carekê hunermend û dengbêjê kurd Elî Dawûd ku ew jî ji Efrînê ye, hem jî dibû merivê me herwiha têkiliya me bi hev re hebû, hat gel me û helbesteke min kire stran. Wî coş û kelecan da min, bi saya dengbêj Elî Dawûd helbestên min belav bûn, piraniya dengbêjên Efrînê li min kom bûn, da ku helbestan ji wan re binivîsînim û ew bikin stran. Di wê demê de min dest bi pêşkêşiya zemawend, şahî û Newrozan kir, bi dirêjahiya 6 salan min hemû aheng pêşkêş dikirin, hem jî helbestên xwe dixwendin. Min û Elî Dawûd bi hev re komek muzîkê çêkir, xebateke hevbeş dihat kirin. Piştre min komek muzîkê ya taybet, di 1997’an de çêkir, tê de muzîkjen û hunermend hebûn, min helbest ji wan re dinivîsand. Herwiha min di wan salên 90’î de helbestên xwe di gelek kovarên kurdî, mîna Xunav, Buhar û hwd… belav dikir.”
Destpêkirina dengbêjiya Mihemed Welîd
Mihemed têkildarî destpêkirina gera dengbêjiya xwe wiha anî ser ziman: “Dema ku min koma xwe ya muzîkê ava kir û derketim hemû cureyên şahiyan, zemawend, Newroz, ahengên netewî û hwd… hunera dengbêjiyê li cem min dest pêkir. Tembûrvan û stranbêjên komê dihatin daxwaz ji min dikirin ku ez stranên xwe ji wan re bêjim da ku ew awaz û gotinên dengbêjiyê saz bikin. Wê demê min gelekî ji dengbêjiyê hes dikir. Rojekê ji rojên ku min dengbêjî ji wan hunermendan re digot, mamosteyek hat gel min û got: “Eger dengê te xweş e, stranan dinivîsîne, çima tu bi xwe stranên xwe nabêje.” Gotina wî coş û kelecaneke mezin li cem min ava kir û hişt ez bi xwe dest bi hunera dengbêjiyê bikim. Piştî wê di sala 1998’an de ez çûm zemawendekê, gelek dengbêjan stran gotin min jî weke yekem car kilamek got. Piştî min ew kilam got, hemû kes li dora min kom bûn, ji dengbêjên din bêtir bi dengbêjiya min re kêfxweş bûn. Jê û şûn de min bi awayekî fermî dest bi dengbêjî û stranbêjiyê kir, hem jî min helbestên xwe didan dengbêjan. Herwiha min dest bi çêkirina elboman kir, bi derxistina elboma 6’an ez gelekî navdar bûm di herêma Efrînê de, ji ber ku min tê de kilama Ferhad û Şêrînê got, ji wê demê heta roja îro ez bi wê stranê hatim naskirin.”
Berhemên wî
Mihemed Welîd derbarê berhemên xwe de wiha axivî: “Elboma min ya yekem bi navê ‘Duniya Bi Xwe Dilxatir e’ derxisit, elboma duyem a bi navê ‘Qertel’ derxist heta derxistina elboma 24’an. Ji wê demê heya niha min 24 elbom derxistine, 8 ji wan ên min in û yên din jî kilamên dengbêjiyê yên kurdî ne, bi dengê min hatine vejînkirin. Herwiha min kilîp çêkirin, hem ên taybet û hem jî yên hevbeş, 4 kilîpên taybet hene û gelek ên hevbeş bi hunermendên cuda re hatine çêkirin. Kilîpa taybet a yekem, bi navê ‘Çarşema Sor’ di sala 2010’an de derxist, piştî wê min kilîpa duyem bi navê ‘Evista Xabûr’, a siyem jî bi navê ‘Here Kurê Min Here û ya dawîn jî kilîpa bi navê ‘Bes e Felek’ derxistin. Di heman demê de kilîpeke hevbeş ya 27hunermendên Efrînê di sala 2013’an de hat derxistin. Li aliyekî din min 3 pirtûk û dîwaneke xwe çap kiriye, berhema yekem Cefa ye ew çîrok e, di sala 2013’an de çap bûye. Pirtûka Di Bin Siya Evînê de pirtûka duyem e, li ser dîroka dengbêjiyê û bûyerên dîrokî ye, tê de çîroka Ferhad û Şêrîn, Bêrîvana Cindî û hwd… hene. Çîrokeke din bi navê ‘Siya Ser Bi Dûman’ li ser dîroka berxwedaniya jinê ye, herî dawî dîwana min ya bi navê ‘Ji Hundirê Bahozê di sala 2025’an de hate çapkirin. Gelek berhemên min hebûn, di êrişa dagirkirina Efrîn û Şehbayê de, du caran berhemên min li şûn min man. Ji wan pirtûkek li ser jiyan, xebat û berhemên hunermendên kevnar ên Efrînê bû, min kede mezin a 5 salan ji bo wê dabû. Niha berhemên cuda li ber destê min hene û di demê pêş de hem ezê pirtûkan çap bikim û hem jî di warê hunera dengbêjiyê de xebatê bikim.”