Rohat Bulut
Di dîroka gelê Kurd de yek ji rojên girîng Newroz e. Ev roj ango Newroz gelek wateyên kûr ên xwezayî, civakî, çandî û bawerî di nav xwe de dihewîn e. Ji lewra jî wekî rojeke dîrokî û pîroz tê dîtin û her sal ji aliyê gelê Kurd ve wekî cejna azadiyê tê pîrozkirin. Ew roj ji bo gelê Kurd roja rizgariya ji bin zilma Dehaqe, ji bo xwezayê xwe nûkirin e, ji bo demsalê wekhevî ye. Gelek wateyên din ên vê rojê hene. Lê heke em di ser hin wateyan de vê rojê binirxînin û şîrove bikin ez bawerim dê ji rista xwe ya mîtolojîk wêdetir rastiya xwe ya civakî û têkoşîna her zindîwarî ya xwezayî li ber çavan şênber û zelal bibe.
Wateya Newrozê dikare bê berfirehkirin. Di wateya çandî, bawerî, dîrokî û civakî de ristên girîng dihewîn e. Di warê dualîtî de xwedî taybetmendiyên xwezer e. Newroz li dijî xirabiyê başî, li dijî tarîtiyê ronahî, li dijî teslîmiyetê berxwedan, li dijî koledariyê serhildêrî û azadî ye.
Di wateya jiyaneke nû, rojeke nû, rizgariya ji bindestiyê, girtina serdemek tarîtî û destpêka serdemeke nû, di wateya afirîneriya giyanekî nû, nûjeniya xwezayê, xwe afirandin û azadiyê de dikare bê berfirehkirin. Roja nû ji bo Kurdan; Roja zayînê, roja destpêkeke nû, dîlgirtina kesê nebaş(ehrîmen), girtina heyameke tarî, destpêk, berxwedan, têkoşîn û roja azadiyê ye. Piştî van nirxan mirov dikare bibêje destpêka sala nû ye jî.
Di Newrozê de giyan û manewiyata ku ava dibe xwe digihîne hestên hezaran salan ên berxwedana li dijî zilmê. Ew berxwedan û têkoşîna bi rêxistinî ya di mîtolojiya ku ji aliyê Kawayê Hesinkar ve li dijî zilma Dehaq pêş ketiye, gelê Kurd her ji bo xwe kiriye çavkanî. Bi wê hestên rêxistinî û berxwedêrî her tim li dijî zilma Dehaq û Dehaqên her serdemê bi giyanê pêşeng ê Kawayên Hemdem derdikeve ser dika dîrokê. Lê belê em vî giyanê berxwedêr û têkoşîna azadiya civakê ya li dijî zilmê, bi zelalî di têkoşîna azadiyê ya Tevgera Azadiya Kurdistanê de dibînin. Bi taybetî jî di van 40 salên dawî di nav civaka Kurd de ev giyanê têkoşîna azadiya civakî û neteweyî derketiye holê û ji 7 salî heta 70’ê salî li dijî zilmê dadikevin qadan.
Ji ber ku gelê Kurd bi salan e têkoşîna azadiyê dimeşîn e, bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî jî li seranserê cîhanê di 21’ê Adarê de dadikevin qadan û vê rojê pîroz dikin. Belê li aliyekî pîrozbahî ye, lê di heman demê de ew roja bi bîr anîna têkoşîna roja li dijî zilmê ye. Roja azadiya civakê ye, roja rizgariyê ye, û roja bi dawî anîna zilama Dehaqe, roja avakirina jiyana nû ye, roja nû û azadiyê ye, roja serfirazî û serkeftinê ye. Di heman demê de Newroz roja berxwedan û têkoşîna di her serdemê de li dijî zilmê û pergala koledariyê ye. Ji lewma jî ev roj ji bo gelê Kurd girîng e.
Di wê rojê de gelê Kurd gelekî kêfxweş e. Li her aliyê Kurdistanê bi beranameyên cihereng Newrozê pîroz dikin. Hin ji wan li serê çiyayên bilind, hin ji wan li gund û bajran vê rojê bi şêwazên cuda pîroz dikin. Lê remza Newrozê agir e û agir jî di baweriya Kurdan a resen de pîroz e. Agir, hem ronahiye, hem jî jiyan e. Ji bo me jî ya pêwîst têkoşîna ji bo rojên ronahî û azad e.