Birûc Resûl/Qamişlo
Agirê Newrozê ku beriya hezarê salan li dijî zilma dehaqan hatî dadan, lehengên berxwedêr bi agirê bedena xwe geştir û gurtir kirin, bûn sembola serhildan û berxwedana li gelek deverên Kurdistanê û wateyek nû bi Newrozê dan qezenckirin.
Di dîrokê gelek lehengên bûne malên dîrokê bi berxwedan û têkoşîna xwe. Di dîroka kurdan de jî Newroz bi berxwedan û têkoşîna ji bo parastina vîn û nasnameyê di rûpelên dîrokê de cih girt. Agirê Newroza ku bi hezaran sal in ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye sembola têkoşîna li dijî zilmê, îsal jî bi riha vejînê gur dibe. Agirê Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq vêxistiye, bi 3 neftikên Mazlum Dogan pêxistine qet venemirî û heya îro her ku çû geştir bû. Li dijî qedexekirinên Newrozan û polîtîkayên asîmîlasyonê ji Mazlûm Dogan heya Sema Yuceyê gelek lehengên gelê kurd bi agirê berdane bedena xwe ve ala têkoşînê bilind kirin û heya îro ev ala têkoşînê qet nehat xwarê.
Têkoşîna Mazlûm Dogan
Mazlûm Dogan di sala 1955’an de li gundê Teman a navçeya Depa Xarpêtê ji dayik bû. Dogan di sala 1974’an de qeyda xwe li Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê çêkir û di civînên Tûzlûçayir û Dîkmenên de Abdullah Ocalan û hevalên pê re bûn nas kir. Dogan piştre tev li xebatan bû, li Êlih, Amed û Rihayê têkoşîna azadiya gelê kurd da meşandin di 20 îlona 1979’an de li ser riya Êlih û Mêrdînê hate binçavkirin. Dogan ê bi nasnameyeke cuda ve hatiye girtin tevî hemû îşkenceyên jê re hatine kirin, nasnameya xwe ya rast eşkere nekir. Piştre nasnameya Dogan hate eşkerekirin û şandin Gîrtîgeha Hejmar 5 a Amedê. Dogan di vê girtîgehê de rastî îşkenceyên giran ên derveyî mirovahiyê ya îdareya leşkerî hat û li dijî polîtîkayên “Tirkkirinê” di 21’ê Adara 1982’yan de bi sê zilikên çixatê agir berda bedena xwe û Nowroz pîroz kir. Mezlûn Dogan bi vê yêkê kevneşopiyeke nû ya berxwedanê da destpêkirin.
Zekiye Alkan bû meşaleya Burcê Sûrê
Piştî 8 salan 21’ê Adara 1990’an, Zekiye Alkan li ser sûrên Amedê bi dirûşma “Bijî Newroz” agir berda bedena xwe. Alkan di sala 1965’an de li gundê Akdag a navçeya Kelkîta Gumuşhaneyê ji dayik bû. Malbata Alkanê jî xizmên malbata Elî Şêr a di serhildana Koçgiriyê de pêşengtiya serhildana Koçgiriyê kiribû û hatibûn sirgunkirin in. Malbata Alkanê piştre koçî Îzmîrê kir. Zekiye di sala 1987’an de Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcle ya Amedê qezenc kir. Di 14’ê Adara 1990’î de li navçeya Stewra Mêrdînê 13 ARGK’ê jiyana xwe ji dest dan û pîrozbahiyên Newrozê hatin qedexekirin. Alkan a qedexe nas nekir, bi gotina “Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin” agir berda bedana xwe û bû Newroz. Alkan a ji bo bibe bijîşk hatibû Amedê bi çalakiya xwe ve ji bo jinên kurd bû pêşeng û çavkaniya sirûştê. Rêber Abdullah Ocalan ji bo çalakiya Alkanê vê nirxandinê kiribû: “Çalakiya Zekiye Alkanê ya agir berdaye bedena xwe û agirê Newrozê bilind kiriye jî remza nehêsanbûna azadiyê ye.”
Çalakiya Ronahî û Bêrîvan deng veda
Ji jinên berxwedêr Ronahî (Bedrîye Taş) û Berîvan (Nîlgûn Yildirim) di heman çalakiyê de hatin cem hev. Ronahî di sala 1972’an de li navçeya Elbîstan a Mereşê ji dayik bûye. Ronahî keça malbateke welatparêz di sala 1979’an de tevî malbata xwe koçî Swîsreyê kiriye. Rohanî ku zarokê herî biçûk ê malbatê ye bi sê birayên xwe re li Swîsreyê komeke muzîkê ava dike. Birayên ku li ser têkoşîna azadiya Kurd stran gotin, piştî wefata bavê xwe dawî li xebatên koma muzîkê anîn.
Ronahî û Bêrîvan ên ku bi çalakiya di 22’ê Adara 1993’an de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi pêkanîn bedena xwe dan ber agîr, wek ‘Şehîdên Newrozê’ tên îlankirin. Çalakiyên wan hem li Kurdistanê hem jî li Elmanyayê bandorek mezin avadike. Dewleta Elman dixwaze kesên tevlî merasîma cenaze dibin asteng bike. Polîsên ku tundî bikartîne bi dehan kes binçav dike. Bi hezaran kes astengiya polîsan derbas dikin û bi merasîmeke girseyî Ronahî û Berîvan oxîr dikin.
Canê xwe diyarî azadiyê kir
Di 22’yê 1992’yan de vê carê Rahşan Demîrel li Îzmîrê canê xwe diyarî azadiyê kir. Rehşan Demîrel a di sala 1975’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinyayê bi temênê xwe yê biçûk ve li gel malbata xwe koçî Îzmîrê dike. Lê belê malbat gelek caran diçe serdana welatê xwe û zarokên xwe jî bi xwe re dibin da ku ji axa xwe veneqetin. Hêj ku Rahşan biçûk bû, zext û zordariyên dewletê yên ser nasnameya xwe hesiyabû. Lewma dema ku malbat cilan jê re distend her tim dixwest rengên kesk û sor û zer di nav de bin. Dema ku rojekê bi van cilên xwe yên kesk û sor û zer diçe dibistanê, mamoste şeqamek lê dixe lê Rahşan jî bi heman awayî nerazîbûna xwe nîşan dide. Rahşana ku serhildanên li bajarê xwê Nisêbîn û navçeya Cizîra Şirnexê ên salên 1990’î li Îzmîrê dişopîne, hêrs dibe û bi çalakiya xwe ve van serhildanan dibe Îzmîrê. Rahşan rojek berî Newroza sala 1992’yan astengkirina Newrozê ji kanalên televîzyonê hîn bû. Wezîrê Karên Hundirîn ê demê Îsmet Sezgîn wê demê wiha daxuyanî da: “Wê îsal Newroz neyê pîrozkirin. Yên ku pîroz dikin wê derbarê wan de çi hewce be were kirin.”
‘Ez ê xwe di Kadîfekaleyê de bikim Newroz’
Rahşan a hêj 17 salî bû piştî van daxuyaniyan di 22’yê adara 1992’yan de serê sibê ji malê derdikeve û diçe ser Kadefekaleyê. Berî ku ji malê derbikeve li ser perçeyeke kartonê wiha dinivîse: “Ez ê xwe di Kadîfekaleyê de bikim Newroz. Ez neçarim ji Newrozên Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê re bibim bersiv. Xwedî li min derbikevin. Ez xebarê didim Îsmet Sezgîn, wê Newroz were pîrozkirin. Bi lastîkê nebe jî em bi canê xwe bidin pîrozkirin!” Cenazeyê Rahşanê bi tevlîbûna 20 hezar kesan li bajarê wê Nisêbîna Mêrdînê hate veşartin. Agirê Newrozê yê Rahşan Demirelê li Kadîfekaleyê berdaye bedena xwe tax bi tax girseyîbûnê belavî Îzmîrê bû.
Lehenga serhildêr Sema Yuce
Sema Yuce di sala 1971’an li Agiriyê hate dine, dibistana seretayî û lîseyê li Agiriyê xwend. Sema di sala 1987’an de Beşa Civaknasiyê ya ODTU’yê qezenc kir. li vê derê biryara tevlîbûna têkoşîna azadiyê da û di encama agahiyek sala 1992’yan de li Agiriyê hate binçavkirin û piştre jî hate girtin.
Belê ya ku bi azweriya azadiyê agirê Newrozê berdaye bedena xwe Sema Yuce bû. Sema ya ku bi gotina “Ez dixwazin ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê bibim pirek ji agir” di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeh Çanakkaleyê agir berda bedena xwe. Yuce ya piştî çalakiya xwe bi giranî birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteyê Tipî ya Cerrahpaşaya Stenbolê piştî 84 rojan di 17’ê hezîranê de bû nemir. Piştî ku Yuce jiyana ji dest da Hozan Serhat têkoşîna wê strana xwe ya bi navê “Keça Serhildanê ya Agiriyê” di dilê gelê kurd de bi cih kir.
Sema Yuce wiha got: “Yê ku dixwaze xwe bide têkoşîna azadiyê jinê û ji derdora xwe re dibêje “Birdoziya rizgariya jinê, bîrdoziya ku wê jinê ji xweliyên xwe ava bike ye”. Piştî ku Yuce jiyana xwe ji dest da, di serî de ji bo jinên kurd, ji bo tevahiya jinên cîhanê bû mînak. Gelê kurd navê Sema Yuce li zarokên xwe kir û qet nede jibîrkirin. Her wiha navê Yuce di têkoşîna jinên kurd de jî bû sembolek.
Li dijî zilma li ser Kurdan bedena xwe da ber agir
Berxwedana azadiyê ya jinên Kurd di Elefteria Fortulakî ya Yewnanî de jî nîşana xwe dibîne. Elefteria Fortulaki ya 23`ê salî, di 24`ê Adara 2006`an de li dijî rola Yewnanîstanê ya di komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser Kurdan de, li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê li baxçeyê Dêra Aios Agios Milanos bedena xwe da ber agir. Elefterîa Fortulakiya ku bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Katê, di 27`ê Adara 2006’an de li beşa lênêrîna giran a nexweşxaneyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.