Argêş Vîyan/ Qamişlo
Rojnamevan Sînan Cûdî ragihand ku pêwîste di vê pêvajoyê da Rêber Apo tenê neyê hiştin û wiha got: “Rêber Apo ev banga dîrokî ji bona serxwebûna hemû gelên azadîxwaz kir, pêwîste destê Rêber Apo bê xurtkirin”
27’ê Sibata 2025’an cîhanê li banga dîrokî ya Rêber Apo guhdar kir. Li çar aliyên Kurdistanê bi sed hezaran mirov ji bo dîtin û guhdarkirina Rêbertî li hev kom bûn. Her çi qas dewsên salên tijî berxwedan û êş di rûyê Rêbertî de xwe nîşan diba jî, lê hêz û biryardariya wî ji çavên wî xuyadibû. Bê guman ji bo gelê me û dildarên PKK’ê dîtina Rêbertî cihê kêfxweşî û şanaziyê bû. Di esasê xwe de ev ne tenê peyamek bû. Nirxandina dîrokekê û perspektîfeke siberojê bû. Gelek fikrên hişk diba ku naveroka vê peyamê cuda nirxandibe, ango gelek hene ku hewl didin û wê hewl bidin peyamê li gorî fikir û berjewendiyên xwe şîrove bikin.
Derheqê nameya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk ya Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan de, rojnamevan Sînan Cudî ji rojnameya me re axivî.
‘Ev Bang, banga hişyarbûna gelên demokrasîxwaz e, û gelek caran ev hewildan hatin kirin’
Rojnamevan Sînan Cudî di derheqê nameya Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an de da diyarkirin ku destpêkirina pêvajoyekê nû ya gelan bû û wiha axaftina xwe destpêkir: “Banga aşitî û civaka demokratîk hewildanên Rojhilata Navîn de ya dîroka nêz ve çareseriya pirsgrêka herî bingehîn ya cîhanê mirov dikare bi nav bik e . Gelek sedemên bingehîn hene ku ji bona ev peyam ji aliyê Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan de, hat dayin hey e. Ev guhertina paradigmayekê nû û derfeta pêşxistina sîyaseta demokratîk e. Ji sala1977’an ve destpêkê hêzên çepgir û ciwanên zanîngeha hatin rêxistinkirin û li ser vî bingehî jî tevahî
civaka Kurd dane naskirin. Armanca herî bingehîn ev bû ku pirsgrêka Kurd bi cîhanê bidin naskirin û bikarin wê pirsgirêkê çareser bikin, Xala duyemîn jî ew bû ku ji bona demokratîkkirina Tirkiyê ciwanên zanîngehan rêxistin bike û çareseriyekê mayinde bidin peydakirin. Di heman demê de jî gelek rêxistinên Kurdî jî, xwe di nav civakê de rêxistin dikirin û hewildan kirin ku ji wê pirsgrêkê re çareseriyekî peyda bikin. Di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê ji aliyê Eladîn Kaplan endamê rêxistina sîxur ya bi navê Stêrka Sor ve hat şehîd kirin. Bi şahadeta şoreşgerê mezin Heqî Karer re biryara guhertina têkoşînê hat dayin û girêdayi wê biryarê 27’ê Mijdara 1978’an de li Amedê gundê Fîsê PKK’ê hat avakirin û ev pêngav gelê ku di nava qirkirineke piralî de jiyan dikir, têkoşîna vê derxiste asteke din. Heya sala 1980’an ev serdem weke xweparastinê hat meşandin. Darbeya ku ji aliyê Serfermandarê artêşa Tirk yê wê demê Kenan Evren ve di 12’ê Îlona 1980’an de hate kirin de mafê ti gelên ku jiyan dikin li ser axa Tirkiyê nehiştibû û Kurdistan careke din hate dagirkirin. Ji mirovan û fikrên cuda re mafê axaftinê jî ne hat hiştin û li gorî wê jî siyaseta qirkirin û tinekirinê li ser gel û tevgerên azadîxwaz hatin meşandin. Ev zexta ku taybet li ser gelê Kurd tê meşandin hişt ku Tevgera Azadiyê têkoşîna xwe biguhere û bikeve nava paradîgmayeke nû. 15’ê Tebaxa 1984’an de PKK’ê derbasî şerê çekdarî bû û heya sala 1993’an ev serdem hat domandin. Rêber Apo di sala 1993’an de agirbest xiste rojevê û yekalî agirbest hat ragihandin. Rêber Apo di wan deman de jî anîbû li ser ziman û wiha gotibû “Pirsgirêka me ya yekem ew e ku guhertina hişmendiya komara Tirk e, ev jî encex bi destûra bingehîn pêkan e.” Lê wê demê jî ev hewildanên Rêber Apo yên çareseriyê bi şewazekî tûndî hat tepisandin û Tevgera Azadiyê kete nav pêvajoyeke şer û parastin ê. 17 Nîsana 1993’an de Serok Komarê Tirkiyê ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin û ji ber wê jî pêvajo hat guhertin. Ev stratejîya Rêber Apo di salên 1980’an de ya bi navê “Şerê gel yê demdirêj”ji 1998’an de dîsa bi ragihandina agirbestekî din hat guhertin. Dîsa jî Rêber Apo derfet da dewleta Tirk û rayedarên wî ji bona pirsgirêka Kurd bi riya demokrasî û azadiyê çareser bibe. Dîsa careke din bi komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ve ev hewildanên Rêber Apo hatin vala derxistin û 15’ê Sibata 1999’an de Rêber Apo ji aliyê hêzên kûr û veşartî ve hate revandin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Ev nêzî 26 salin ku Rêber Apo di bin tecrîdeke girankirî de û li navenda işkenceya girava Imraliyê de tê girtin.”
‘Banga Rêber Apo derfeteke dîrokî ye, pêwîste neyê derbaskirin’
Sînan Cûdî da bibîrxist ku ev pêvajoya ku gelê Kurd tê re derbas dibe dîrokî ye û wiha domand: “Piştî kongireya 7’emîn ya PKK’ê stratejîya şerê gel yê demdirêj hat guhertin û şûna wê sîyaseta têkoşîna demokratîk hat danîn û şerê çekdarî dîsa kete rêza 2’emîn. Lê dewleta Tirk xwedî hişmendîyeke nijadperest e, û ev yek jî vala derxist. Di kongireya 8’emîn de jî li ser vê yekê jî hat nîqaşkirin, navê PKK’ê hat guhertin û di şûna wêde KADEK hat kirin. Lê dewleta Tirk hewildanên Rêber Apo yên 1993 û heya sala 2015‘an de jî, ji nedîtî ve hat û pêvajo xistin tengasiyê. PKK’ê li ser bingehê pêşengtiya bîrdozî û têkoşîna gelê bindest ava bû. Ev têkoşîn û berxwedana bêhempa destê Rêber Apo xurt kir û neçar man ku bi Rêber Apo re hevdîtinan bidin destpêkirin. Di encama têkoşîna 27’ê Sibata 2025’an de Rêber Apo bi navê “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” nameyek şand û bang ji bona hemû aliyên peywendîdar kir û ev jî derfeta dawiyê ya ji bona hikûmet û rayedarên Tirke ye. Pêwîste hemû alî û derdorên ku bi pirsgirêka Kurd ve mijûl dibin, serdem û hewildanên Rêber Apo baş şîrove bikin û bi rengekî rexnedayin nêzî vê pêvajoyê bibin. Ji ber ku ev serdem û pêşketinên tên jiyan kirin hebûn û tinebûna gelan e û pêwîste gel bi tinebûnê re rûbirû neyê hiştin. Li Rojhilata Navîn û bi taybet jî li Kurdistanê alozî û gengeşe weke qedera gelan hatiye dîtîn, lê berovajî wê navenda çanda jiyana demokratîk û komînal e. ev kevneşopî û ezmûn li Kurdistanê hatiye jiyankirin, niha jî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê dîtin. Ev bang bangeke dîrokî ye destpêkirina serdemeke nû ya azadiyê û aşitî yê ye û di heman demê de xirakirina lîstokên qirêj yên hezar sala ne.”
‘Ev bang ne lihevkirineke di navbera du aliyan da ye, pêşxistina têkoşînê gihiştina serdemekê ye’
Cûdî diyar kir ku divê mirov ji rêzê nêzî pêvajoyên wisa nebe û wiha anî li ser ziman: “Rêber Apo bi wê banga xwe jî, hewildan dike ku dewleta Tirk bîne li ser rêya çareserî û demokrasî yê. Dewleta Tirk ya dagirker dîsa bi riya siyaseta îmha û qirkirinê hewil dide ku derfetên heyî ji holê rabik e. Herwiha dixwaze di navbera Tevgera Azadiyê, gel û Rêber Apo de valahî bide avakirin, ji bona ku ev pêvajoya heyi bi ser nekeve. Dîsa hewildide serdema heyi berû şer û êrîşan ve bibe û pir caran bi rêya rayedar û dezgehên xwe yê şerê taybet vê yekê dik e. Ev şerê derûnî û taybet ji bona raya giştî bandor bike û hin derewan bide bawer kirin van kiryaran jî dide meşandin. Bi riya girtin, zextan ji bona dengên cuda dernekevin dike. Ev agahî pêwîste neyê jibîrkirin ku dewleta Tirk ya dagirker ti caran ne yekalî ye û baskekî wan heye dixwaze çareserî pêk bê, aliyekê din jî yê nîjadperest heye xwe bi şer û xwînê li ser piyan digir e. Pêwîste em taybetmendî, şêwaz û xisletên di nav wan de baş nas bikin, pêwîste em tiştekê ji dewleta Tirk bi rengekî hêsanî hêvî nekin û li gorî banga dîrokî ya Rêber Apo guhertin û veguhertinê pêkbînin.”
‘Ger ku ev pêvajo serkeftî nebe, dê cîhan bikeve nav şerekî pir giran’
Sînan ragihand ku ev pêvajo dê bandorekê li pêşketinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bike û wiha qedand: “Rêber Apo vê pêvajoyê bi du serdeman bi nav dike; aliyê sîyasî û zagonî. Ji bona wê jî hewcedariya guhertina paradîgmaya kevin hey e. Ev paradîgma kevn ya di bin sîwana dewlet netew de tê meşandin pêwîste ji binî ve were guhertin. Pêwîste ne tenê dewleta Tirk em bidin guhertin pêwîste em bi hemû hişmendiyên dewletparêz re têkoşînê xurt bikin. Çareserî û encama wê jî Rêber Apo dide pêşiya me û divê em jî civakê bidin fêmkirin. Qirkirin û tinekirina Kurdan bi peymanên Sykes Pîcot, Sewir, Lozanê destpêkir û Kurd kirin beş beş. Pêwîste ji bona çareseriya pirsgirêka Kurd NY zext di asta cîhanî de li ser dewleta Tirk û dewletên din yên desthiladar bê kirin. Ji ber ku ev pirsgirêk ne tenê di navber hikûmeta Tirk û Tevgera Azadiyê de ye, ev pirsgirêk gerdûnî ye pêwîste demildest bê çareserkirin. Pêwîste em tenê bar li ser milê Rêber Apo nehêlin, em hemû bi erk û berpirsyariya ku dikeve ser milê me bi cî bînin û destê Rêber Apo xurt bikin.”