Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiyên redkirina destûra Sûriyê ya nû

18/03/2025
in NÛÇE
A A
Çalakiyên redkirina destûra Sûriyê ya nû
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Komek ji çalakgerên Kurd li bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina “Danezana destûrî” ya desthilata Şamê meşekê ji pêş Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê li darxistin.

Bi dehan ji şêniyên bajarê Qamişlo bi armanca redkirina reşnivîsa destûrî ya desthilatdariya Şamê meşek li dar xistin. Di çalakiyê de alên Kurdisatanê û drûşmeyên “ Avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî, Bêyî çareserkirina doza kurdî çareserî pêk nayê, û daxwazkirina misogerkirina mafê gelê kurd” hatin hildan.

Berî ku çalakî dest pê bike deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan hate rawestandin, piştre bi navê çalakgirên bajarê Qamişlo, Amûdê û rêxistinên civaka sivîl axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de komkujiya ku li gundê Berxbotanê ya başûrê bajarê Kobanê ji hêla dewleta Tirk a dagirker hate kirin hate şermezar kirin.

Di gotinan de reşnivîsa destûra nû hate şermezar kirin û wiha hate gotin: “Meha Adarê meha êş û berxwedaniye ji bo gelê kurd, me dixwest heman mehê bibe meha serkeftinê, lê dagîrkirin Kurdistanê komkujiyan li ser miletê me pêk tîne. Dewleta Tirk hem rêkeftina di navbera fermandar Mezlûm Ebdê û serokê Sûriyê yê demikî Ebû Muhmed El-Colanî pîroz dike, hem jî êriş û komkujiyan li ser gelê kurd pêk tîne. Divê tevgera siyasî bi hemû beşên xwe di nêzîktirîn demê de pîrozbahiyê bidin miletê xwe bi raghandina yekrêziya refa kurdî. Bi yekrêziyê em ê karibin destûra nû bighuerînin.

Di dawiya axaftinan de hate tekez kirin ku raghandina reşnivîsa destûra Sûriyê bi tu awayî nûnertiya gelê kurd nake û Sûriya nû bê mafê gelê kurd çareser nabe.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.