Thursday, July 16, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di salvegera dagirkirina Efrînê de Kombenda Efrînê daxuyaniyek da

18/03/2025
in NÛÇE
A A
Di salvegera dagirkirina Efrînê de Kombenda Efrînê daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Derbarê 7’emîn salvegera dagirkirina herêma Efrînê de, Kombenda Efrîn a bajarê Dêrikê daxuyaniyek da. Kombenda Efrînê bang li tevahiya aliyên navneteweî kir ku bi erkê xwe rabin û pêşî li êrişên dagirkeriya Tirk bigrin.

Kombenda Efrîn a bajarê Dêrikê ji bo salvegera heftemîn a dagirkirina Efrînê, li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hemû endamên saziyên Rêveberiya Xweser hazir bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ser salvegera heftemîn a dagirkeriya Efrînê û wiha hat gotin: “Em hemû şehîdên doza azadiyê di şexsê Barîn, Evêsta, Karker, Rojhat û hemû şehîdên meha Adarê bibîr tînin. Herêma Efrînê bibû cihê ewle ji hemû gelên Sûriyê re yên ku ji şer û bindestiya rêjîma Baas reviyabûn. Herêma Efrînê rêveberiya Xwe ya Xweser ava kir bêyî ku ferq û cûdahiyê bike di nav bera netewan de û xwe li ser Netewa Demokrat a ku ji felsefeya Rêber Apo girtibû, da avakirin. Ev xeta gelê Efrînê hilbijartibûn li dijî zihniyeta dagirkeriya Tirk bû, ji ber vê yekê berê çeteyan da Efrînê û dest bi kuştin, talan û sûcên dij mirovî û hemû cûreyên teknîkê bikar anî, di nav wan de çekên qedexekirî jî hebû. Tevî berxwedaniya şervanan li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê jî, lê gelê Efrînê neçar ma dev ji xaka xwe berdin û wek vê rojê berê xwe bidin Şehba. Lê tevî wê jî êrişên dagirkeriyê li ser Şehba bi dawî nebûn û gel di bin dorpêçkirina rêjîma Baas de bû.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Piştî ketina rêjîma Baas hemû koçber vegeriyan cih û warên xwe, lê gelê Efrînê ji şûna ku vegerin li ser xaka xwe careke din hatin koçberkirin. Dagirkeriya Tirk hemû hewildanên xwe dike da ku çeteyên xwe derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û rojane êrişên dagirkeriyê berdewamin, weke êrişa li ser  gundê Berxebotan a girêdayî bajarê Kobanê û di encamê de melbatek bi giştî şehîd bûn.”

Di dawiyê daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em wek gelê Efrînê di vê meha pîroz de bang li kongra dewletên Islamî, rêxistinên parastina zarokan û bi taybet em bang li hikumeta Şamê dikin û kar bike da ku rê li pêşiya van komkujiyên ku dagirkeriya Tirk li bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê dike, bigre. Em bang li Netewên Yekbûyê dikin ku nehêlin balefirên dagirkeriya Tirk rabe ser herêmê û li dijî gel komkujiyan pêk bîne.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.