Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredarî bi karê herî pîroz radibe

18/03/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Şaredarî bi karê herî pîroz radibe
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Hevseroka Şaredariya bajarê Dêrikê Barîn Ebdê diyar kir ku şaredarî li gorî derfetên xwe xizmeta civakê dike û bi karekî pîroz radibe. Herwiha Barîn da zanîn ku asta alîkariya gel bi Şaredariyê re pir lawaz e.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve şaredariyên gel hatin avakirin û dest bi xizmeta civakê kirin. Bi domandina şoreşa re her ku çû xebatên şaredariyan berfireh bû û ji bo xebatên xizmetguzarî ji civak re bûn bersiv. Yek ii wan şaredariyan jî Şaredariya Bajrê Dêrikê ye.

Di derbarê kar û xebatên Şaredariya Bajarê Dêrikê Hevseroka Şaredariyê Barîn Ebdê ji Rojnameya me re axivî.

 Kar û xebatên Şaredariyê

Barîn Ebdê da zanîn ku şaredariya Dêrikê xebatên xizmetguzarî û xebatên rêxistinîjî dide meşandin û wiha got: “Di beşê xizmetguzarî de, rojane li ser çeksazkirin û paqijkirina kenalisyonan kar tê kirin. Ji bo baranê jî ji destpêka demsala zivistanê ve em bernameyekî amade dikin da ku kanalîsyonan paqij bikin. Di her beşekî şaredariyê de zabîte û şopandinê dike. Wekî beşê tenduristî, avahî, av û ekolojî. Bi taybet bazar ji aliyê zabîteyê ve bi awayekî domdar tê şopandin. Her kesê ku ne li gorî zagon û pîvanan tevdigere tê muxalefekirin. Beşê tenduristî ev beş Rojane bazara sewalan dişopîne û li ser xanên ku di bajar de ne disekinin. Beşê pêvejiyanê li ser bilindbûna buhayê kelûpelan disekinin e.

Beşê ekolojiyê meha Çile, Sibat û Adarê meha çandina dara ye, me meştelek bi navê meştela Jinê vekir, ev meştel bi sindûqa jin hat çêkirin, beşê ekolojî û beşê jinê li ser disekinin. Di heman demê de em amadekariyan dikin ji bo cihê cejna Newrozê, sala borî me 50 hezar mitir sûr kir, dikeya wê amade kir, kerac ji bo erebeyan çêkir. îsal jî me nêzî 1500 dar li wir çandin û me bîreke avê jî li wir kola ji bo gel, beşê ekolojî bi hemû saziyan re dibe alîkar di milê belavkirina daran de. Beşê me yê ofîsan  jî heye, karê wan hemû di ofîsên wan deye wek ofîsa dîwan, aborî û erşîvê. Beşê fenî li ser rixsetên avahî û yên rêveberinê disekine. Beşê Mirabê hemû erebeyên mezin têde ne di nav wan de erebeyên paqijiyê ne ku rojane ev erebe derdikevin paqijiyê di nav bajar de dikin. Astengiya ku rastî me tê di milê aborî de ye. Mîzaniya salane ku ji bo me tê gelekî kêm e, lewma em neçar dibin bar deynin ser milê xwe. Her wiha gel jî nabe alîkar bi me re di milê xizmetguzariyê de.”

Amadekarî ji bo meha Adarê

Barîn Ebdê wiha domand: “Ji destpêka meha Adarê ve şaredariyê wek bernameyekî çêkiribû ji bo 8’ê Adarê ev bername bi alîkariya Kongra Star pêk hat. Bi boneya 8’ê Adarê nava bajar û ji bo şahiya 8’ê Adarê parka Dicle jî hat xemilandin, ji taxa asayîşê heya mizgevta Hacî Casim Şaredariyê dar çandin. Her wiha me taxek bi navê Şehîd Hevrîn Xelef jî vekir. Ji bo nêzîkbûna cejna Newrozê me kevanê Dêrikê xemiland û nava bajar bi wêneyên Rêber Apo hat xemilandin. Di heman demê de em qada Newrozê jî dixemilînin û haziriyê Newrozê dikin. Em ê ji keracê heya qada azadî jî paqij bikin.”

 Pirojeyên şaredariyê yên sala 2024 û 2025’an

Barîn Ebdê di berdewamiya axavtina xwe de wiha got: “Pirojeyên me yên sala 2025’an hîn erêkirin li ser wan nehatiye, lê yên sala 2024’an 4 piroje bûn. Pirojeya bîran bû di bajar de 24 bîrên avê hene, me 4 cenetor ji bo 5 bîran danîn, pirojeya kevirên hurkî bû, nêzî 2 hezar mitire me di hundirê bajar de çêkir. Pirojeya kenelisyon ji taxa Zorava û ya şehîd Cûdî re çêkirin û hîn jî berdewam e. Di heman demê de me 14 karêz ji bo baranê jî çêkirin. Pirojeya me ya pêşesaziyê jî heye me li ser sê qonaxan dabeş kiriye, ev piroje rêxistinkirin û firehkirina cihê pêşesaziyê ye, da ku em dikanên di hundirê bajar de yên ku bandorê li ekolojiyê dikin derxin, heya niha me 36 dikan çêkirin wek qonaxa yekem û em hîn berdewamin jî. Pirojeya Ronîkirina bajar, di salên borî de bajar gelekî tarî bû, lê me îsal hinekî serrast kir ji destpêka bajêr heya qada Azadî me ronahî çêkirin.”

Hevseroka Şaredariya bajarê Dêrikê Barîn Ebdê axaftinên xwe wiha qedand: “Yek ji pirojeyên me yên dema pêş ew e ku em ê van resîfên di nava bajar de hemûyan bikin yek. Taxa Cûdî û ya Tecnîdê ne di nav nexşeya rêxistinê de ne em niha bernameyekî çêdikin bi alîkariya meclis û komînên taxan re da em nexşeya rêxistinê ji nûve çêbikin. Xanên sewalan hemû li aliyê taxa Cûdî de ne em ê cihê wan xanan biguherin.  Pirojeya Kenelisyonê jî heye ji ber ku di bajar de firehbûn çêdibe, taxa Zorava, Cûdî û gundê Ên Elxidra em ê xeteke Kenelisyonê ji wan re çêbikin. Di heman demê de em ê gelek Riyan vekin ji ber ku gelek mal hatine avakirin rê nagihin derdora wan, her wiha riyeke Miheleq jî çêbikin ji bo erebeyên mezin da ku di nav bajar de çûn û hatina wan çênebe û qapan û geracekî jî ji bo wan çêbikin.”

Post Views: 145
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.